AYDIN - Li navçeyên Dîdîm û Sokê yên Aydinê bi hinceta parvekirinên medya civakî 3 kes hatin binçavkirin.
Leşkeran di ser 3 malên li taxên navçeya Dîdîm û Sokê yên Aydinê de girtin û Mahîr K. (28), Cengîz B. (35) û Zafer B. (33) binçav kirin. Hat zanîn ku operasyon bi hinceta parvekirinên medyaya civakî hatiye lidarxistin. Kesên hatin binçavkirin, birin Qereqola Cendirmeyan a Dîdîmê.