3 kes ji ber parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin 2017-12-03 15:53:32   AYDIN - Li navçeyên Dîdîm  û Sokê yên Aydinê bi hinceta parvekirinên medya civakî 3 kes hatin binçavkirin.    Leşkeran di ser 3 malên li taxên navçeya Dîdîm û Sokê yên Aydinê de girtin û Mahîr K. (28), Cengîz B. (35) û Zafer B. (33) binçav kirin. Hat zanîn ku operasyon bi hinceta parvekirinên medyaya civakî hatiye lidarxistin. Kesên hatin binçavkirin, birin Qereqola Cendirmeyan a Dîdîmê.