23 salin Ozgur Ulke nehat ji bîrkirin: Em qed dest jê bernadin

  • rojane
  • 15:31 3 Kanûn 2017
  • |
img

STENBOL – Rojnameger li ber avahiya Rojnameya Ozgur Ulke ya 23 sal berê hat bombekirin kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Rojnamegeran diyar kirin ku çapemeniya azad dê ji rastiyan tu car tawîz nede û her dem dê şopdarê rastiyan bin. 

Komek rojnameger li ber avahiya Rojnameya Ozgur Ulke ya di 3'ê Kanûna 1994'an de hat bombekirin kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Rojnamegeran wêneyê rojnaemger Ersin Yildiz ê di bombekirinê de jiyana xwe jie dest da rakirin. Di daxuyaniyê de li gel rojnamegeran Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengiz Çiçek, Şahidê bûyerê Huseyin Aykol, xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî amade bûn. 
 
BIRYARA MGK'Ê BÛ
 
Koma rojnamegeran pankarta "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" vekirin û daxuyanî dan. Manşetên rojnameya Ozgur Ulke û manşetên çapemeniya azad hatin rakirin. Dîsa wêneyên rojnamegerên jiyana xwe ji dest dan hatin rakirin. Li ser navê çapemeniya azad Edîtora Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Reyhan Hacioglu, diyar kir ku di ser bombekirina Rojnameya Ozgur Ulke re 23 sal derbas bûn û wiha got: "Di vê bombekirinê de 23 hevalên me birindar bûn. Hevalê me Ersin Yildiz jiyana xwe ji dest da. Lê heta niha faîlê vê yekê nehat dîtin. 
Pêvajoya hiqûqê jî nehat meşandin. Lê hemû cîhan dizane ku Rojnameya Ozgur Ulke bi biryara MGK'ê hat bêdeng kirin. Qada darazê vê pêvajoyê nabîne. Her çiqas DMME Tirkiye mahkum bike jî îro li ser çapemeniya azad zextên dewletê gelek zêde ne. Bi rê û rêbazên cuda zextên dewlet û hikûmetê li ser çapemeniya azad didome. " 
 
‘FERMAN HAT DAYÎN'
 
Hacioglu, anî ziman ku MGK'ê di 30'ê mijdara 1994’an de di civînê de biryar girt û wiha got: "Wê serdemê Serokwezîra wê demê Tansu Çiler belge îmez kirin. Navê rojnameya Ozgur Ulke da û got 'Saziyên weşanê piştgirî didin xebatên rêxistinê û di rojên dawî de êrîşî pêşeroja dewletê dikin. Yekîtî û tevahiya welat tehdît dike. Tevî ku ew qas serlêdanên sûc li Wesareta Dadê tê kirin jî hêj tu tişt nehatiye kirin.'" û fermana 'bertaraf'bûnê da. Piştî vê biryara li dijî çapemeniya Azad êrîş pêk hat. Li dijî vê navenda Rojnameyê û buroya Îdarî ya Cagaloglu êrîş pêk hatin. Disa buroya Enqere hat bombekirin. Lê rojnameyê binpêkirinên mafan ên li dijî gelan teşîr dikir û rastî ronî dikir. Valakirina gundan, kuştinên bê daraz ronî dikir. Her rûpelek rojnameyê wekî belgeyek dîrokê bû." 
 
Hacioglu, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê got me OHAL rakir. Bi rakirina OHAL'ê pesnê xwe dida. Lê niha wê bi xwe  OHAL îlan kiriye. AKP, pêkanînên ku berê rexne dikir îro ew bi xwe tixe meriyetê. Bi ‘dijminên xwe re' îtîfaqê dike û hemû kesên li dijî xwe wekî dijmin û xaîn dibîne. AKP niha hewldana darbeyê wekî "Lutfa xwedê" dibîne. Bi vê yekê OHAL îlan kir û bi riya OHAL'ê hêza xwe li ser civak û muxalifan dimeşîne. Ne tenê li Tirkiye li dijî hemû kurdên cîhanê ala dijminantiyê bilind kiriye." Hacioglu, destnîşan kir ku ew weki xebatkarên Çapemeniya Azad qeydkirin û belgekirina van sûcan berdewam dikin û dê her dem ronî bikin û wiha got:"Di şexsê Ersin Yildiz  de em li hemberî bi dehan hevalên xwe yên di vê rêyê de jiyana xwe jie dest dan serbilind û bi rûmet in. em dê li jiyan û têkoşîna wan xwedî derkevin. Em dê tawîza ji rastiyan û rêgezên çapemeniya azad nedin. Em dê xeta çapemeniya azad berdewam bikin." 
 
EM QED DEST JÊ BERNADIN
 
Piştî daxuyaniyê Rojnameger Huseyin Aykol jî bal kişand ser bûyera 23 sal berê  û wiha got: "Dema min ew avahî dît min got 'Temam vê carê qediya. Ji niha û şûnde ev kar nameşe. Min got em carek din avahiyek wisa nikarin çêkin. Lê ne wisa bû. roja din me rojname bi manşeta 'Ev agir dê we jî bişewitîne'  derket û çû bayiyan. Ji ber wê rojê min wisa got ez niha dîsa rexnedayîna xwe didim. Em dê qet û qet dest ji vê yekê bernedin. "
 
Berdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu jî anî ziman ku êrîşa li dijî rojnameyê pêk hat sûcê li dijî civakê ye û wiha got: "Îro dîsa em vê êrîşê şermezar dikin. Em dibêjin çapemeniya azad dê qet bêdeng nebe." 
Piştî axaftinan qurnefil danîn ber avahiyê. 
 
 

Sernavên din

05/12/2017
13:35 Di pêvajoya çareseriya Sûriye de çapemeniya dijber li ser kar e
13:23 Cihê doza Demîrtaş hat guhertin
13:22 Encama hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê diyar bûn
13:16 Bi hinceta 'Di telefonê de remzên PKK'ê hene' hat binçavkirin
13:15 Hawara seyarfiroşekî: Kes bi halê kesî nizane
12:54 HDP encamên Meclisa Partiyê aşkera kir: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:45 Hevserokê HDP’a Sîweregê hat binçavkirin
12:45 Hevşaredarê Wanê Kaya beraet kir
12:37 Çiyayê Tendurekê bombe dikin: Gundî di talûkeyê de ne
12:37 Di Mijdarê de 27 jin hatin kuştin
12:10 Akademisyen: Îro dora gotina aştiyê ye
12:09 Parêzerên Ocalan cara 710’emîn serî li dozgeriyê dan
11:55 'Bi zorê bi girtiyan ala tirk didin maçîkirin’
11:51 Rayedarên dewletê daxwaza hevdîtinê ya malbatên Sûrê red kir
11:24 Ozturk: Li Rojava wêneya yekitiya neteweyî hat kişandin
10:24 Altinors: Tirkiye di krîza 2001'an de ye
10:14 Walî derketina derve li 11 gundên Bedlîsê qedexe kir
09:29 'Hêza jinê dê serkeftinek mezin bîne Tirkiye û Rojhilata Navîn'
09:28 ‘Pêvajoya çareseriyê qediya, krîza aborî dest pê kir’
09:27 Berikên Colemêrgê bi destên jinan zînde dibin
09:26 Kana komirê ji 3 birayan re bû goristan
09:26 Eleqeya ji bo şelwar jî kêm bû: Em bi zirarê difiroşin
09:25 Rojê 300 kîlo masi tên kuştin
09:18 Polîsê ku dema dizî kir li kamerayan aliqî doza tiştekî ecêb kir!
09:18 Kesên ji bo hîbeyên Ewropayê serî lê didin, bi lêprisîna 'ewlehiyê' re rû bi rû dimînin
09:16 Siyasetmedar Togûç: Ji bo çareseriyê hevdîtina bi Ocalan re şert e
09:14 'Wê bi piştevaniya jinê her bihar bibin mîhrîcan'
09:13 Ji pêşangehekê diçe pêşangeheke din: Pitikên Demalê dide nasandin
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2017'AN
04/12/2017
19:52 Leşkerê ku pisîk îşkence kir hat berdan
19:35 Encamên pêşbaziya wêneyan a Veysel Atilgan hatin daxuyandin
17:02 Li Dîlokê 4 kes hatin girtin
16:19 Ji bo karkeran ji Zonguldak û Êlihê ekîb xwestin
15:56 Serokomarê berê yê Yemenê Salih hat kuştin
15:05 Xwendekara zanîngehê ji dolmîşê daxistin û revandin
14:46 Avahiya HDP'ê dan ber guleyan
14:33 Salek û 15 roj ceza li Yuksekdag birîn
14:31 Di çalakiya Yukselê de 5 kes hatin binçavkirin
14:23 ÎHD: Bi cilên yek reng civakê ceza dikin
14:13 Hevjînê Eylem Tîller hat girtin
13:38 Diz ketin buroya parêzerê Demîrtaş û agahî dizîn
13:29 Banga hevpar: Em di doza Demîrtaş û Yuksekdag de li gel hev bin
13:29 Derbarê 19 parlamenterên HDP’ê de fezleke amade kirin
13:23 ÎRA: 168 rojnameger girtî ne
12:57 Îşkenceya li pisîkê hat kirin ji Serokwezîr pirsî
12:43 Di kana komirê de girîzû pêk hat: 3 karker asê man
12:28 Li Bakurê Sûriyeyê qonaxeke nû: Hilbijartin
12:16 Doza Dînk dest pê kir: Edalet nemaye
11:51 Wezîrê Gumrukê: Em OHAL'ê rakin hin xalên nû bînin
11:35 Ji bo doza 4 kesên hatin kuştin banga piştevaniyê
10:52 Redkara wîcdanî Zeynep hat girtin
10:51 Di zarokatiyê de zewicandin, ew li pey xeyalên xwe yên zarokatiyê çû
10:46 Yildirim: Li Sûriye yekem car hilbijartinek demokratîk pêk hat
10:16 Buhayê daran zêde bû gel xwe bi kapeka daran germ dike
09:23 ‘Pergal û civak ferdên astengdar nabîne’
09:06 Meha Kanûnê dê bibe meha çand û hunerê
09:05 Rêya qeyûm dê kêngê biqede ne diyar e
09:05 Qube ji bo êzidiya bûn cîhên berxwêdanê
09:04 Akademisyenên aştiyê: Em li pişt îmzeyên xwe ne
09:04 JES’an ne tehm ne jî bereket hişt
09:04 Îzmîrî: Kesên tev li nelêrêtiyê bûne darizînin
09:00 ROJEVA 04'E KANÛNA 2017'AN
03/12/2017
20:15 Rojhilatê Dêra Zor ji DAIŞ'ê hat paqijkirin
18:13 Li Kolana Yukselê vê êvarê 6 kes hatin binçavkirin
17:25 Koçyîgît: Em li dijî eniya neteweyî eniya demokrasiyê ava bikin
17:03 Berdevkê HDP'ê Bîlgen: Dixwazin resaleta Zerrab bikin lehengî
16:38 DBP’a Şirnexê kongreya xwe pêk anî: Dîrok ji nû ve nivîsandin
16:23 Dozger hewce bi lêpirsîna leşkerên 26 sal berê 7 kes kuştin nedît
15:53 3 kes ji ber parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin
15:37 Li Yukselê 5 kes hatin binçavkirin
15:31 23 salin Ozgur Ulke nehat ji bîrkirin: Em qed dest jê bernadin
15:25 Di 2 mehan de 3 caran sewq kirin
15:23 Bertek nîşanî koda ‘Şervanên Terorîst ên Bîyanî’ dan
14:54 Derhênera 'Sûr: Ax û Welat’: Bi qedexeyan rastî tune nabe
14:19 ‘Sûr di pêvajoyên herî zor de li ber xwe da’
13:45 Bîlgen: AKP hilbijartinên pêşwext biceribîne jî divê em muxalefetê xurt bikin
13:25 Dadgeh dê heyeta zanayan bişîne Hevsel û Geliyê Dîcleyê
13:07 ‘Tu qîmeta nûçeyên AA li ser erdnîgariya me tune'
12:04 ‘Mala Bernarda Alba’ derdikeve pêşberî şanohezan
12:02 Temellî: Krîzê aborî zêdetir bandorê li kedkarên kurd û tirk dike
10:51 Koroya Hevdeng dê klamên Serhedê geş bikin
09:47 Civaka Êzidî êdî bi çanda xwe perwerde dibin
09:23 Dêr restorekirin lê...
09:22 Darên zeytûnên Aydinê dibin qurbana febriqeyan
09:21 Dadgehê li Êlihê cuda li Eskîşehîrê cuda biryar da
09:20 Qeyûma Şaredariya Wanê çi li 30 mîlyon TL kir
09:19 Dadgehê ji bo van dîmenan çi got?
09:19 ‘15 salin bêsîgorta dixebite’
09:18 Ked û têkoşîna jinê ya nayê dîtin
09:17 Bi kûçikan di girtîgehê de li bombeyan digerin
09:16 Qeyûm di roja astengdaran de deriyê pirtûkxaneya zarokên astengdar girt
09:00 ROJEVA 03'E KANÛNA 2017'AN
07:17 Şandeya Başûr bi partiyên li Rojava re civiyan
02/12/2017
21:21 Jinên çalakger ên Kolikê: Em destûr nadin çêkirina HES'an
18:24 1851 karker mirin
18:23 Muzîka kurdî kirin hincet
16:41 ÎHD: Li Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îşkence kirin
16:09 Şandeya Hilbijartinê: Hilbijartin ji bo Rojhilata Navîn dibe mînak
15:53 Koçyîgît: Ji hêza jinan ditirsin
15:51 Şahbaz: Desthilatdarî kal û pîran wekî nexweşî dibîne