23 salin Ozgur Ulke nehat ji bîrkirin: Em qed dest jê bernadin 2017-12-03 15:31:17 STENBOL – Rojnameger li ber avahiya Rojnameya Ozgur Ulke ya 23 sal berê hat bombekirin kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Rojnamegeran diyar kirin ku çapemeniya azad dê ji rastiyan tu car tawîz nede û her dem dê şopdarê rastiyan bin.  Komek rojnameger li ber avahiya Rojnameya Ozgur Ulke ya di 3'ê Kanûna 1994'an de hat bombekirin kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Rojnamegeran wêneyê rojnaemger Ersin Yildiz ê di bombekirinê de jiyana xwe jie dest da rakirin. Di daxuyaniyê de li gel rojnamegeran Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengiz Çiçek, Şahidê bûyerê Huseyin Aykol, xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî amade bûn.    BIRYARA MGK'Ê BÛ   Koma rojnamegeran pankarta "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" vekirin û daxuyanî dan. Manşetên rojnameya Ozgur Ulke û manşetên çapemeniya azad hatin rakirin. Dîsa wêneyên rojnamegerên jiyana xwe ji dest dan hatin rakirin. Li ser navê çapemeniya azad Edîtora Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Reyhan Hacioglu, diyar kir ku di ser bombekirina Rojnameya Ozgur Ulke re 23 sal derbas bûn û wiha got: "Di vê bombekirinê de 23 hevalên me birindar bûn. Hevalê me Ersin Yildiz jiyana xwe ji dest da. Lê heta niha faîlê vê yekê nehat dîtin.  Pêvajoya hiqûqê jî nehat meşandin. Lê hemû cîhan dizane ku Rojnameya Ozgur Ulke bi biryara MGK'ê hat bêdeng kirin. Qada darazê vê pêvajoyê nabîne. Her çiqas DMME Tirkiye mahkum bike jî îro li ser çapemeniya azad zextên dewletê gelek zêde ne. Bi rê û rêbazên cuda zextên dewlet û hikûmetê li ser çapemeniya azad didome. "    ‘FERMAN HAT DAYÎN'   Hacioglu, anî ziman ku MGK'ê di 30'ê mijdara 1994’an de di civînê de biryar girt û wiha got: "Wê serdemê Serokwezîra wê demê Tansu Çiler belge îmez kirin. Navê rojnameya Ozgur Ulke da û got 'Saziyên weşanê piştgirî didin xebatên rêxistinê û di rojên dawî de êrîşî pêşeroja dewletê dikin. Yekîtî û tevahiya welat tehdît dike. Tevî ku ew qas serlêdanên sûc li Wesareta Dadê tê kirin jî hêj tu tişt nehatiye kirin.'" û fermana 'bertaraf'bûnê da. Piştî vê biryara li dijî çapemeniya Azad êrîş pêk hat. Li dijî vê navenda Rojnameyê û buroya Îdarî ya Cagaloglu êrîş pêk hatin. Disa buroya Enqere hat bombekirin. Lê rojnameyê binpêkirinên mafan ên li dijî gelan teşîr dikir û rastî ronî dikir. Valakirina gundan, kuştinên bê daraz ronî dikir. Her rûpelek rojnameyê wekî belgeyek dîrokê bû."    Hacioglu, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê got me OHAL rakir. Bi rakirina OHAL'ê pesnê xwe dida. Lê niha wê bi xwe  OHAL îlan kiriye. AKP, pêkanînên ku berê rexne dikir îro ew bi xwe tixe meriyetê. Bi ‘dijminên xwe re' îtîfaqê dike û hemû kesên li dijî xwe wekî dijmin û xaîn dibîne. AKP niha hewldana darbeyê wekî "Lutfa xwedê" dibîne. Bi vê yekê OHAL îlan kir û bi riya OHAL'ê hêza xwe li ser civak û muxalifan dimeşîne. Ne tenê li Tirkiye li dijî hemû kurdên cîhanê ala dijminantiyê bilind kiriye." Hacioglu, destnîşan kir ku ew weki xebatkarên Çapemeniya Azad qeydkirin û belgekirina van sûcan berdewam dikin û dê her dem ronî bikin û wiha got:"Di şexsê Ersin Yildiz  de em li hemberî bi dehan hevalên xwe yên di vê rêyê de jiyana xwe jie dest dan serbilind û bi rûmet in. em dê li jiyan û têkoşîna wan xwedî derkevin. Em dê tawîza ji rastiyan û rêgezên çapemeniya azad nedin. Em dê xeta çapemeniya azad berdewam bikin."    EM QED DEST JÊ BERNADIN   Piştî daxuyaniyê Rojnameger Huseyin Aykol jî bal kişand ser bûyera 23 sal berê  û wiha got: "Dema min ew avahî dît min got 'Temam vê carê qediya. Ji niha û şûnde ev kar nameşe. Min got em carek din avahiyek wisa nikarin çêkin. Lê ne wisa bû. roja din me rojname bi manşeta 'Ev agir dê we jî bişewitîne'  derket û çû bayiyan. Ji ber wê rojê min wisa got ez niha dîsa rexnedayîna xwe didim. Em dê qet û qet dest ji vê yekê bernedin. "   Berdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu jî anî ziman ku êrîşa li dijî rojnameyê pêk hat sûcê li dijî civakê ye û wiha got: "Îro dîsa em vê êrîşê şermezar dikin. Em dibêjin çapemeniya azad dê qet bêdeng nebe."  Piştî axaftinan qurnefil danîn ber avahiyê.