Şandeya Hilbijartinê: Hilbijartin ji bo Rojhilata Navîn dibe mînak

  • rojane
  • 16:09 2 Kanûn 2017
  • |
img

QAMIŞLO – Şandeyên çavdêriya hilbijartinê ya ji Başûr û Bakurê Kurdistanê hatine, çavdêriyên xwe bi civîna çapemeniyê parve kirin. Şandeyê diyar kir ku hilbijartina Federaliyê li Rojava-Bakurê Sûriyeyê bi awayekî demokratîk pêk hat û Ji bo giştî Rojhilata Navîn dibin mînak.

Şandeyên çavdêriyê ku ji Başûr û Bakurê Kurdistanê hatine û çavdêriya hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê kirin, bi civîneke çapemeniyê çavdêriyên xwe parve kirin. Civîn li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo hat organîzekirin. Endamên Şandeyê di civînê de çavdêriya xwe eşkere kirin. Di despêka civîna çapemeniyê de li ser navê şandeya Başûr Perlementerê Herêma Başûrê Kurdistanê Şêrgo Heme Emîn axivî û got: “Bi navê Paralentoya Kurdistanê em hilbijartinên Rojava-Bakurê Sûriyeyê pîroz dikin. Li Rojava hêzên leşkerî li hemberî DAIŞ’ê li pêşiya giştî cîhanê bi lehengî li ber xwe dan. Êdî pêvajoya duyemîn a hilbijartinên federaliyê dest pê kir da ku deskeftiyên leşkerî temam bike.”
 
MODELA HILBIJARTINA DEMOKRATÎK E
 
Şêrgo, destnîşan kir ku rêzê nîşanî hemû pêkhateyan didin û wiha got: “Em rêz didin hemû pêkhateyên ku dengê xwe dan Ereb, Suryan, Turkmen, Ermen, Asûrî û Kurd tevlî hilbijartinan bûn û nûnerên xwe hilbijartin. Hilbijartin bi awayekî demokratîk bi rêve çûn û ji bo tevahiya herêmê dibin mînak. Ev modela hilbijartinên demokratîk e. Hemû pêkhateyan bi awayekî azad û demokratîk dengên xwe bi kar anîn û di hilbijartinan de binpêkirin çênebûn.”
 
Şêrgo Heme Emîn hilbijartin piroz kir û wiha axivî: “Em hilbijartinên ku bi saya cangorî û şervanên leheng çêbûne li tavahiya gelên Rojava-Bakurê Sûriyeyê pîroz dikin û em bi hêvî ne ku Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jî mîna Rojavayê Kurdistanê azad bibin.”
 
YILDIRIM: DIVÊ GELÊN ROJHILATA NAVÎN BIBIN ŞOPDARÊ VÊ YEKÊ
 
Li ser navê Şandeya Bakurê Kurdistanê Perlamenterê HDP’ê Nadir Yildirim jî gel slav kir û wiha got: “Bi navê şandeya Bakurê Kurdistanê em we û tevlîbûna gel a zêde ji hilbijartinan re silav dikin. Çavdêriya hilbijartinan ji bo me gavekî dîrokî bû û em serbilind in ku me hilbijartin şopand.  Hemû pêkhate tevlî hilbijartinan bûn û di lîsteyan de nûnerên wan jî hebûn. Ev ji bo jiyana hevbeş a herêmê gavek bû. Ji bo ronîkirina pêşeroja herêmê dibe ku hemû hikûmet û gelên Rojhilata Navîn bibin şopdarê vê gavê.”
 
Yildirim hilbijartinên li Bakûrê Sûriyeyê pêk hatin wekî nimûneya çareseriyê ya Rojhilata Navîn nirxand û got:” Ev hilbijartin ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn peyameke demokratîk bû, em bang li hemû hêz, alî û hikûmetên Rojhilata Navîn dikin ku vîna pêkhateyên Rojava-Bakurê Sûriyeyê nas bikin.”
 
Yidirim, da zanin ku tişta wan li Rojava- Bakurê Sûriyeyê dîtiye ew e ku gelên Bakûrê Sûriyeyê naxwazin Sûriye were parçekirin û got “Di hilbijartinan de ev peyam hat dayîn. Hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê dixwazin azad û demokratîk bi hev re bijîn. Rojavayê Kurdistanê ne mîna rewşa Bakurê Kurdistanê ye.  Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê em ji bo demokrasiyê têdikoşin û em di mercên zehmet re derbas dibin. Tecrûbeya ku me ji Rojavayê Kurdistanê girtiye em ê veguhêzînin Bakurê Kurdistanê.”
 
HERÎ ZÊDE NIHA PÊDIVÎ BI YEKÎTIYA KURDAN HEYE
 
Yildirim, herî dawi bal kişand ser yekitiya neteweya kurd û wiha got: “Di vê pêvajoyê de pêdiviya gelê Kurd bi yekîtiya netewî heye. Li ser vê bingehê bi navê şandeya Başûr û Bakurê Kurdistanê em bang li hêz, partî û hemû aliyên Kurd dikin ku pirsgirêkên xwe yên hundirîn bidin aliyekî û kongreyeke netewî li dar bixînin. Em gelê Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji bo pêşwazî û mêvandariya wan spas dikin û serkeftinê ji her kesî re dixwazin.”
 
TU ALOZÎ Û PIRSGIRÊK ÇÊNEBÛ 
 
Şêrgo Heme Emîn dîsa mafê axaftinê girt û pirsên rojnamegeran bersivand. Şergo wiha got: "Di hilbijartinan de me cûdahî di navbera netew û partiyan de nedît. Em weke şandeya Başûrê Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê hilbijartinên gelê Rojavayê Kurdistanê destek dikin. Em bi navê Parlamentoya Kurdistanê hatin da ku piştgirî bidin projaya Rojava û hilbijartinan çavdêr bikin. Li ser çavdêriya xwe ya hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê em ê raporekê rakin Parlamentoya Kurdistanê. Di raporê de em ê têbiniyên xwe ji bo hilbijartinên herêma Firatê û Cizîrê bibêjin. Me dixwest em biçin serdana herêma Efrînê jî, lê derfet nebû.”
 

Sernavên din

05/12/2017
13:35 Di pêvajoya çareseriya Sûriye de çapemeniya dijber li ser kar e
13:23 Cihê doza Demîrtaş hat guhertin
13:22 Encama hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê diyar bûn
13:16 Bi hinceta 'Di telefonê de remzên PKK'ê hene' hat binçavkirin
13:15 Hawara seyarfiroşekî: Kes bi halê kesî nizane
12:54 HDP encamên Meclisa Partiyê aşkera kir: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:45 Hevserokê HDP’a Sîweregê hat binçavkirin
12:45 Hevşaredarê Wanê Kaya beraet kir
12:37 Çiyayê Tendurekê bombe dikin: Gundî di talûkeyê de ne
12:37 Di Mijdarê de 27 jin hatin kuştin
12:10 Akademisyen: Îro dora gotina aştiyê ye
12:09 Parêzerên Ocalan cara 710’emîn serî li dozgeriyê dan
11:55 'Bi zorê bi girtiyan ala tirk didin maçîkirin’
11:51 Rayedarên dewletê daxwaza hevdîtinê ya malbatên Sûrê red kir
11:24 Ozturk: Li Rojava wêneya yekitiya neteweyî hat kişandin
10:24 Altinors: Tirkiye di krîza 2001'an de ye
10:14 Walî derketina derve li 11 gundên Bedlîsê qedexe kir
09:29 'Hêza jinê dê serkeftinek mezin bîne Tirkiye û Rojhilata Navîn'
09:28 ‘Pêvajoya çareseriyê qediya, krîza aborî dest pê kir’
09:27 Berikên Colemêrgê bi destên jinan zînde dibin
09:26 Kana komirê ji 3 birayan re bû goristan
09:26 Eleqeya ji bo şelwar jî kêm bû: Em bi zirarê difiroşin
09:25 Rojê 300 kîlo masi tên kuştin
09:18 Polîsê ku dema dizî kir li kamerayan aliqî doza tiştekî ecêb kir!
09:18 Kesên ji bo hîbeyên Ewropayê serî lê didin, bi lêprisîna 'ewlehiyê' re rû bi rû dimînin
09:16 Siyasetmedar Togûç: Ji bo çareseriyê hevdîtina bi Ocalan re şert e
09:14 'Wê bi piştevaniya jinê her bihar bibin mîhrîcan'
09:13 Ji pêşangehekê diçe pêşangeheke din: Pitikên Demalê dide nasandin
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2017'AN
04/12/2017
19:52 Leşkerê ku pisîk îşkence kir hat berdan
19:35 Encamên pêşbaziya wêneyan a Veysel Atilgan hatin daxuyandin
17:02 Li Dîlokê 4 kes hatin girtin
16:19 Ji bo karkeran ji Zonguldak û Êlihê ekîb xwestin
15:56 Serokomarê berê yê Yemenê Salih hat kuştin
15:05 Xwendekara zanîngehê ji dolmîşê daxistin û revandin
14:46 Avahiya HDP'ê dan ber guleyan
14:33 Salek û 15 roj ceza li Yuksekdag birîn
14:31 Di çalakiya Yukselê de 5 kes hatin binçavkirin
14:23 ÎHD: Bi cilên yek reng civakê ceza dikin
14:13 Hevjînê Eylem Tîller hat girtin
13:38 Diz ketin buroya parêzerê Demîrtaş û agahî dizîn
13:29 Banga hevpar: Em di doza Demîrtaş û Yuksekdag de li gel hev bin
13:29 Derbarê 19 parlamenterên HDP’ê de fezleke amade kirin
13:23 ÎRA: 168 rojnameger girtî ne
12:57 Îşkenceya li pisîkê hat kirin ji Serokwezîr pirsî
12:43 Di kana komirê de girîzû pêk hat: 3 karker asê man
12:28 Li Bakurê Sûriyeyê qonaxeke nû: Hilbijartin
12:16 Doza Dînk dest pê kir: Edalet nemaye
11:51 Wezîrê Gumrukê: Em OHAL'ê rakin hin xalên nû bînin
11:35 Ji bo doza 4 kesên hatin kuştin banga piştevaniyê
10:52 Redkara wîcdanî Zeynep hat girtin
10:51 Di zarokatiyê de zewicandin, ew li pey xeyalên xwe yên zarokatiyê çû
10:46 Yildirim: Li Sûriye yekem car hilbijartinek demokratîk pêk hat
10:16 Buhayê daran zêde bû gel xwe bi kapeka daran germ dike
09:23 ‘Pergal û civak ferdên astengdar nabîne’
09:06 Meha Kanûnê dê bibe meha çand û hunerê
09:05 Rêya qeyûm dê kêngê biqede ne diyar e
09:05 Qube ji bo êzidiya bûn cîhên berxwêdanê
09:04 Akademisyenên aştiyê: Em li pişt îmzeyên xwe ne
09:04 JES’an ne tehm ne jî bereket hişt
09:04 Îzmîrî: Kesên tev li nelêrêtiyê bûne darizînin
09:00 ROJEVA 04'E KANÛNA 2017'AN
03/12/2017
20:15 Rojhilatê Dêra Zor ji DAIŞ'ê hat paqijkirin
18:13 Li Kolana Yukselê vê êvarê 6 kes hatin binçavkirin
17:25 Koçyîgît: Em li dijî eniya neteweyî eniya demokrasiyê ava bikin
17:03 Berdevkê HDP'ê Bîlgen: Dixwazin resaleta Zerrab bikin lehengî
16:38 DBP’a Şirnexê kongreya xwe pêk anî: Dîrok ji nû ve nivîsandin
16:23 Dozger hewce bi lêpirsîna leşkerên 26 sal berê 7 kes kuştin nedît
15:53 3 kes ji ber parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin
15:37 Li Yukselê 5 kes hatin binçavkirin
15:31 23 salin Ozgur Ulke nehat ji bîrkirin: Em qed dest jê bernadin
15:25 Di 2 mehan de 3 caran sewq kirin
15:23 Bertek nîşanî koda ‘Şervanên Terorîst ên Bîyanî’ dan
14:54 Derhênera 'Sûr: Ax û Welat’: Bi qedexeyan rastî tune nabe
14:19 ‘Sûr di pêvajoyên herî zor de li ber xwe da’
13:45 Bîlgen: AKP hilbijartinên pêşwext biceribîne jî divê em muxalefetê xurt bikin
13:25 Dadgeh dê heyeta zanayan bişîne Hevsel û Geliyê Dîcleyê
13:07 ‘Tu qîmeta nûçeyên AA li ser erdnîgariya me tune'
12:04 ‘Mala Bernarda Alba’ derdikeve pêşberî şanohezan
12:02 Temellî: Krîzê aborî zêdetir bandorê li kedkarên kurd û tirk dike
10:51 Koroya Hevdeng dê klamên Serhedê geş bikin
09:47 Civaka Êzidî êdî bi çanda xwe perwerde dibin
09:23 Dêr restorekirin lê...
09:22 Darên zeytûnên Aydinê dibin qurbana febriqeyan
09:21 Dadgehê li Êlihê cuda li Eskîşehîrê cuda biryar da
09:20 Qeyûma Şaredariya Wanê çi li 30 mîlyon TL kir
09:19 Dadgehê ji bo van dîmenan çi got?
09:19 ‘15 salin bêsîgorta dixebite’
09:18 Ked û têkoşîna jinê ya nayê dîtin
09:17 Bi kûçikan di girtîgehê de li bombeyan digerin
09:16 Qeyûm di roja astengdaran de deriyê pirtûkxaneya zarokên astengdar girt
09:00 ROJEVA 03'E KANÛNA 2017'AN
07:17 Şandeya Başûr bi partiyên li Rojava re civiyan
02/12/2017
21:21 Jinên çalakger ên Kolikê: Em destûr nadin çêkirina HES'an
18:24 1851 karker mirin
18:23 Muzîka kurdî kirin hincet
16:41 ÎHD: Li Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îşkence kirin
16:09 Şandeya Hilbijartinê: Hilbijartin ji bo Rojhilata Navîn dibe mînak
15:53 Koçyîgît: Ji hêza jinan ditirsin
15:51 Şahbaz: Desthilatdarî kal û pîran wekî nexweşî dibîne