Şandeya Hilbijartinê: Hilbijartin ji bo Rojhilata Navîn dibe mînak 2017-12-02 16:09:32 QAMIŞLO – Şandeyên çavdêriya hilbijartinê ya ji Başûr û Bakurê Kurdistanê hatine, çavdêriyên xwe bi civîna çapemeniyê parve kirin. Şandeyê diyar kir ku hilbijartina Federaliyê li Rojava-Bakurê Sûriyeyê bi awayekî demokratîk pêk hat û Ji bo giştî Rojhilata Navîn dibin mînak. Şandeyên çavdêriyê ku ji Başûr û Bakurê Kurdistanê hatine û çavdêriya hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê kirin, bi civîneke çapemeniyê çavdêriyên xwe parve kirin. Civîn li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo hat organîzekirin. Endamên Şandeyê di civînê de çavdêriya xwe eşkere kirin. Di despêka civîna çapemeniyê de li ser navê şandeya Başûr Perlementerê Herêma Başûrê Kurdistanê Şêrgo Heme Emîn axivî û got: “Bi navê Paralentoya Kurdistanê em hilbijartinên Rojava-Bakurê Sûriyeyê pîroz dikin. Li Rojava hêzên leşkerî li hemberî DAIŞ’ê li pêşiya giştî cîhanê bi lehengî li ber xwe dan. Êdî pêvajoya duyemîn a hilbijartinên federaliyê dest pê kir da ku deskeftiyên leşkerî temam bike.”   MODELA HILBIJARTINA DEMOKRATÎK E   Şêrgo, destnîşan kir ku rêzê nîşanî hemû pêkhateyan didin û wiha got: “Em rêz didin hemû pêkhateyên ku dengê xwe dan Ereb, Suryan, Turkmen, Ermen, Asûrî û Kurd tevlî hilbijartinan bûn û nûnerên xwe hilbijartin. Hilbijartin bi awayekî demokratîk bi rêve çûn û ji bo tevahiya herêmê dibin mînak. Ev modela hilbijartinên demokratîk e. Hemû pêkhateyan bi awayekî azad û demokratîk dengên xwe bi kar anîn û di hilbijartinan de binpêkirin çênebûn.”   Şêrgo Heme Emîn hilbijartin piroz kir û wiha axivî: “Em hilbijartinên ku bi saya cangorî û şervanên leheng çêbûne li tavahiya gelên Rojava-Bakurê Sûriyeyê pîroz dikin û em bi hêvî ne ku Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jî mîna Rojavayê Kurdistanê azad bibin.”   YILDIRIM: DIVÊ GELÊN ROJHILATA NAVÎN BIBIN ŞOPDARÊ VÊ YEKÊ   Li ser navê Şandeya Bakurê Kurdistanê Perlamenterê HDP’ê Nadir Yildirim jî gel slav kir û wiha got: “Bi navê şandeya Bakurê Kurdistanê em we û tevlîbûna gel a zêde ji hilbijartinan re silav dikin. Çavdêriya hilbijartinan ji bo me gavekî dîrokî bû û em serbilind in ku me hilbijartin şopand.  Hemû pêkhate tevlî hilbijartinan bûn û di lîsteyan de nûnerên wan jî hebûn. Ev ji bo jiyana hevbeş a herêmê gavek bû. Ji bo ronîkirina pêşeroja herêmê dibe ku hemû hikûmet û gelên Rojhilata Navîn bibin şopdarê vê gavê.”   Yildirim hilbijartinên li Bakûrê Sûriyeyê pêk hatin wekî nimûneya çareseriyê ya Rojhilata Navîn nirxand û got:” Ev hilbijartin ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn peyameke demokratîk bû, em bang li hemû hêz, alî û hikûmetên Rojhilata Navîn dikin ku vîna pêkhateyên Rojava-Bakurê Sûriyeyê nas bikin.”   Yidirim, da zanin ku tişta wan li Rojava- Bakurê Sûriyeyê dîtiye ew e ku gelên Bakûrê Sûriyeyê naxwazin Sûriye were parçekirin û got “Di hilbijartinan de ev peyam hat dayîn. Hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê dixwazin azad û demokratîk bi hev re bijîn. Rojavayê Kurdistanê ne mîna rewşa Bakurê Kurdistanê ye.  Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê em ji bo demokrasiyê têdikoşin û em di mercên zehmet re derbas dibin. Tecrûbeya ku me ji Rojavayê Kurdistanê girtiye em ê veguhêzînin Bakurê Kurdistanê.”   HERÎ ZÊDE NIHA PÊDIVÎ BI YEKÎTIYA KURDAN HEYE   Yildirim, herî dawi bal kişand ser yekitiya neteweya kurd û wiha got: “Di vê pêvajoyê de pêdiviya gelê Kurd bi yekîtiya netewî heye. Li ser vê bingehê bi navê şandeya Başûr û Bakurê Kurdistanê em bang li hêz, partî û hemû aliyên Kurd dikin ku pirsgirêkên xwe yên hundirîn bidin aliyekî û kongreyeke netewî li dar bixînin. Em gelê Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji bo pêşwazî û mêvandariya wan spas dikin û serkeftinê ji her kesî re dixwazin.”   TU ALOZÎ Û PIRSGIRÊK ÇÊNEBÛ    Şêrgo Heme Emîn dîsa mafê axaftinê girt û pirsên rojnamegeran bersivand. Şergo wiha got: "Di hilbijartinan de me cûdahî di navbera netew û partiyan de nedît. Em weke şandeya Başûrê Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê hilbijartinên gelê Rojavayê Kurdistanê destek dikin. Em bi navê Parlamentoya Kurdistanê hatin da ku piştgirî bidin projaya Rojava û hilbijartinan çavdêr bikin. Li ser çavdêriya xwe ya hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê em ê raporekê rakin Parlamentoya Kurdistanê. Di raporê de em ê têbiniyên xwe ji bo hilbijartinên herêma Firatê û Cizîrê bibêjin. Me dixwest em biçin serdana herêma Efrînê jî, lê derfet nebû.”