Aqûbeta windayan pirsîn

  • rojane
  • 15:39 2 Kanûn 2017
  • |
img

AMED /ÎZMÎR - Xizmên windayan û ÎHD'ê li Îzmir û Amedê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û hesap ji kujeran bê pirsîn çalakiya xwe berdewam kir. Vê hefteyê aqûbeta Mehmet Ertak yê di sala 1992'an de li Şirnexê hat binçavkirin û windakirin û doza JÎTEM'a Qoserê pirsîn. 

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan bi şîara “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 460’an de li şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe berdewam kirin. Dîsa pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin, wêneyên windayan rakirin û qurnefil danîn ser. Di çalakiyê de vê hefteyê aqûbeta Mehmet Ertak ê di sala 1992'an de hat binçavkirin û windakirin pirsîn. 
 
‘DIXWAZIN DOSYA TAHÎR ELÇÎ REŞ BIKIN'
 
Endamê Komisyona Windayan a ÎHD'ê Prz. Hasan Yalçin, bal kişand ser kuştina Serokê baroya Amedê Tahir Elçî û diyar kir ku 2 sal derbas bûn, lê hêj kujer nehatine ronîkirin û xwest kujer bên dîtin û darizandin. Yalçin, destnîşan kir ku dixwazin doza Elçî jî tev li dozên kujer nediyaran bikin û ser dosyayê bincil bikin. Yalçin, anî ziman ku ew dê heta dawî ji bo Elçî li edaletê bigerin." 
 
Piştre Birayê Mehmet Ertak ê di bin çavan de hat windakirin Ahmet Ertak axivî û wiha got: "Bi hezaran kes bi zorê hatin revandin û hatin binçavkirin. Piştre hatin windakirin. Birayê min jî yek ji van kesan e. Hêj gora wî û bi hezaran kesên din tune ye. Niha tevî ku kesên hatin kuştin cenazeyên wan diyar in jî cenazeyan nadin malbatan. Tevahiya Tirkiye bûye welatê windayan. 
 
TIRYIYE JI BER CÎNAYETÊ ERTAK HAT MAHKUMKIRIN
 
Piştre çîroka Mehmet Ertak Prz. Hasan Yalçin xwend û wiha got: "Ertak wê demê wekî karkerekî di ocaxa komirê de kar dikir. Piştî Yalçin hat revandin û binçavkirin, tevî ku malbatan serî li hemû rayedaran da jî hêj malbat agahiyê nastînin. Parlamenterê Şirnexê Orhan Dogan di 27'ê Kanûna 1992'an de ji wezîrê karên hundir yê wê demê Îsmet Sezgin pirsî. Sezgîn jî diyar kir ku dê li ser rawestin. Wê demê Prz. Tahir Elçî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) da. Di 9'ê Gulana 2000'an de ji ber Mehmet Ertak di bin çavan d hatiye windakirin DMME Tirkiye mahkum kir. 
 
Çalakî ji bo Elçî û kesên din ên hatin windakirin bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû. 
 
AQÛBETA KESÊN JI ALIYÊ JÎTEMÊ VE HATIN KUŞTIN PIRSÎN
 
Li Îzmirê jî ÎHD û Xizmên windayan aqûbeta windayan pirsîn. Çalakger di hefteya 409'an de li pêş avahiya Serokwezîrtiyê ya Konaka Îzmirê kom bûn û aqûbeta 22 kesên ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin qetilkirin pirsîn. Malbatan aqûbeta Yusuf Tunç û 21 kesên JİTEM'a Qoserê ew kuştin pirsîn. 
 
Li ser navê komê Serokê şaxa ÎHD'ê Ali Aydin daxuyanî da. Aydin, Tahîr Elçî yê li Amedê hat kuştin bibîr anî û bal kişand ser doza JÎTEM'a Qoserê. Aydin wiha got: "Di salên 1992 û 1996'an de JÎTEM'ê li Qoserê mirov bi zorê qetil kirin. Kesên hatin qetilkirin ji aliyê "Biçak Tîmî/Tîma Kêrê" ya girêdayî JÎTEM'ê ve hatin kuştin. Li dora vê yekê leşker, cerdewan hebû. Wê demê Fermandarê Cendirmeyan ê Qoserê Hasan Atilla Ugur hebû. Gelek şahidan ev rastî anî ziman. Li gorî lêkolîna Navenda Hafiza û Edalet û Heqîqetê hat diyar kirin ku li pişt kuştina gelek kesan ferzkirina cerdevaniyê heye. Ji ber ku nebûne cerdevan rastî êrîşê hatine. Hatine revandin û kuştin. Li navçeya Qoserê di demên cuda û qadên cuda de 22 kes ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin revandin. Yek ji 22 kesên hatin revandin û windakirin Yusuf Tunç ê di 09'ê Nîsana 1994'an de hat revandin e. Malbata Tunç li Gundê Kengerlî yê Qoserê bû. Di 09'ê Sibata 19947an de di saetên êvarî de ji aliyê maşîna zer û zipî ve hat revandin. Malbata Abdurrahman Tunç li malê bû. Abdurrahman Tunç felç bû û nikarîbû bimeşiya. Kesên bi çek, rûpoş ji amşînê daketin û Tunç revandin. Yusuf Tunç dema kesên maşînê dît kir qêrîn û alîkarî xwest. Bi zorê Yusuf  revandin û birin. Abdurrahman Tunç jî li cihê bûyerê birîndar bûn. Piştre carek din agahî ji Yusuf Tunç nehat girtin. 
Wê demê birayê Yusuf Mehmet Tunç hatibû Sirgûnkirin û li Îskenderûnê dijiya. Çawa ev yek bihîst hat Qoserê û çû Qereqola Dirbêsiyê. Mehmet Tunç, serî li hemû rayedarên dewletê da. Lê tu encam bi dest nexist. Mehmet Tunç dema serlêdan kir rastî gefan hat. Mehmet Tûnç ji ber ku ÎHD'a Amedê di bin dorpêçê de bû çû navenda ÎHD'ê û serî li navendê da. 
 
Hevsera Yusuf Tunç Fatma Tunç jî anî ziman ku wan di 2004'an de serî li Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê dan û 10 salin agahiyê ji hevserê xwe nagire. Fatma Tunç, anî ziman ku ji bo bigêjin hestiyê hevserê xwe serî li gelek rayedaran dan, lê hêj negihiştine hestiyê hevserê xwe. 
 
Niha ji kuştina 22 kesan endamên JÎTEM'ê Albay Hasan Atilla Ugur, Albay Eşref Hatîpoglu, Fermandar Ahmet Boncuk, Cawîşê pispor Unal Alkan û cerdevan Abdurrahman Kurga, Mehmet Emin Kurga, Ramazan Çetin, Mehmet Salih Kilinçaslan û Îsmet Kandemir tên darizandin. Piştî Tahir Elçî malbat parastin, ji niha û şûnde em dê wan biparêzin û parastina wan berdewam bikin. Em dê têkoşîna Tahîr Elçî berdewam bikin." 
 
 

Sernavên din

05/12/2017
13:35 Di pêvajoya çareseriya Sûriye de çapemeniya dijber li ser kar e
13:23 Cihê doza Demîrtaş hat guhertin
13:22 Encama hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê diyar bûn
13:16 Bi hinceta 'Di telefonê de remzên PKK'ê hene' hat binçavkirin
13:15 Hawara seyarfiroşekî: Kes bi halê kesî nizane
12:54 HDP encamên Meclisa Partiyê aşkera kir: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:45 Hevserokê HDP’a Sîweregê hat binçavkirin
12:45 Hevşaredarê Wanê Kaya beraet kir
12:37 Çiyayê Tendurekê bombe dikin: Gundî di talûkeyê de ne
12:37 Di Mijdarê de 27 jin hatin kuştin
12:10 Akademisyen: Îro dora gotina aştiyê ye
12:09 Parêzerên Ocalan cara 710’emîn serî li dozgeriyê dan
11:55 'Bi zorê bi girtiyan ala tirk didin maçîkirin’
11:51 Rayedarên dewletê daxwaza hevdîtinê ya malbatên Sûrê red kir
11:24 Ozturk: Li Rojava wêneya yekitiya neteweyî hat kişandin
10:24 Altinors: Tirkiye di krîza 2001'an de ye
10:14 Walî derketina derve li 11 gundên Bedlîsê qedexe kir
09:29 'Hêza jinê dê serkeftinek mezin bîne Tirkiye û Rojhilata Navîn'
09:28 ‘Pêvajoya çareseriyê qediya, krîza aborî dest pê kir’
09:27 Berikên Colemêrgê bi destên jinan zînde dibin
09:26 Kana komirê ji 3 birayan re bû goristan
09:26 Eleqeya ji bo şelwar jî kêm bû: Em bi zirarê difiroşin
09:25 Rojê 300 kîlo masi tên kuştin
09:18 Polîsê ku dema dizî kir li kamerayan aliqî doza tiştekî ecêb kir!
09:18 Kesên ji bo hîbeyên Ewropayê serî lê didin, bi lêprisîna 'ewlehiyê' re rû bi rû dimînin
09:16 Siyasetmedar Togûç: Ji bo çareseriyê hevdîtina bi Ocalan re şert e
09:14 'Wê bi piştevaniya jinê her bihar bibin mîhrîcan'
09:13 Ji pêşangehekê diçe pêşangeheke din: Pitikên Demalê dide nasandin
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2017'AN
04/12/2017
19:52 Leşkerê ku pisîk îşkence kir hat berdan
19:35 Encamên pêşbaziya wêneyan a Veysel Atilgan hatin daxuyandin
17:02 Li Dîlokê 4 kes hatin girtin
16:19 Ji bo karkeran ji Zonguldak û Êlihê ekîb xwestin
15:56 Serokomarê berê yê Yemenê Salih hat kuştin
15:05 Xwendekara zanîngehê ji dolmîşê daxistin û revandin
14:46 Avahiya HDP'ê dan ber guleyan
14:33 Salek û 15 roj ceza li Yuksekdag birîn
14:31 Di çalakiya Yukselê de 5 kes hatin binçavkirin
14:23 ÎHD: Bi cilên yek reng civakê ceza dikin
14:13 Hevjînê Eylem Tîller hat girtin
13:38 Diz ketin buroya parêzerê Demîrtaş û agahî dizîn
13:29 Banga hevpar: Em di doza Demîrtaş û Yuksekdag de li gel hev bin
13:29 Derbarê 19 parlamenterên HDP’ê de fezleke amade kirin
13:23 ÎRA: 168 rojnameger girtî ne
12:57 Îşkenceya li pisîkê hat kirin ji Serokwezîr pirsî
12:43 Di kana komirê de girîzû pêk hat: 3 karker asê man
12:28 Li Bakurê Sûriyeyê qonaxeke nû: Hilbijartin
12:16 Doza Dînk dest pê kir: Edalet nemaye
11:51 Wezîrê Gumrukê: Em OHAL'ê rakin hin xalên nû bînin
11:35 Ji bo doza 4 kesên hatin kuştin banga piştevaniyê
10:52 Redkara wîcdanî Zeynep hat girtin
10:51 Di zarokatiyê de zewicandin, ew li pey xeyalên xwe yên zarokatiyê çû
10:46 Yildirim: Li Sûriye yekem car hilbijartinek demokratîk pêk hat
10:16 Buhayê daran zêde bû gel xwe bi kapeka daran germ dike
09:23 ‘Pergal û civak ferdên astengdar nabîne’
09:06 Meha Kanûnê dê bibe meha çand û hunerê
09:05 Rêya qeyûm dê kêngê biqede ne diyar e
09:05 Qube ji bo êzidiya bûn cîhên berxwêdanê
09:04 Akademisyenên aştiyê: Em li pişt îmzeyên xwe ne
09:04 JES’an ne tehm ne jî bereket hişt
09:04 Îzmîrî: Kesên tev li nelêrêtiyê bûne darizînin
09:00 ROJEVA 04'E KANÛNA 2017'AN
03/12/2017
20:15 Rojhilatê Dêra Zor ji DAIŞ'ê hat paqijkirin
18:13 Li Kolana Yukselê vê êvarê 6 kes hatin binçavkirin
17:25 Koçyîgît: Em li dijî eniya neteweyî eniya demokrasiyê ava bikin
17:03 Berdevkê HDP'ê Bîlgen: Dixwazin resaleta Zerrab bikin lehengî
16:38 DBP’a Şirnexê kongreya xwe pêk anî: Dîrok ji nû ve nivîsandin
16:23 Dozger hewce bi lêpirsîna leşkerên 26 sal berê 7 kes kuştin nedît
15:53 3 kes ji ber parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin
15:37 Li Yukselê 5 kes hatin binçavkirin
15:31 23 salin Ozgur Ulke nehat ji bîrkirin: Em qed dest jê bernadin
15:25 Di 2 mehan de 3 caran sewq kirin
15:23 Bertek nîşanî koda ‘Şervanên Terorîst ên Bîyanî’ dan
14:54 Derhênera 'Sûr: Ax û Welat’: Bi qedexeyan rastî tune nabe
14:19 ‘Sûr di pêvajoyên herî zor de li ber xwe da’
13:45 Bîlgen: AKP hilbijartinên pêşwext biceribîne jî divê em muxalefetê xurt bikin
13:25 Dadgeh dê heyeta zanayan bişîne Hevsel û Geliyê Dîcleyê
13:07 ‘Tu qîmeta nûçeyên AA li ser erdnîgariya me tune'
12:04 ‘Mala Bernarda Alba’ derdikeve pêşberî şanohezan
12:02 Temellî: Krîzê aborî zêdetir bandorê li kedkarên kurd û tirk dike
10:51 Koroya Hevdeng dê klamên Serhedê geş bikin
09:47 Civaka Êzidî êdî bi çanda xwe perwerde dibin
09:23 Dêr restorekirin lê...
09:22 Darên zeytûnên Aydinê dibin qurbana febriqeyan
09:21 Dadgehê li Êlihê cuda li Eskîşehîrê cuda biryar da
09:20 Qeyûma Şaredariya Wanê çi li 30 mîlyon TL kir
09:19 Dadgehê ji bo van dîmenan çi got?
09:19 ‘15 salin bêsîgorta dixebite’
09:18 Ked û têkoşîna jinê ya nayê dîtin
09:17 Bi kûçikan di girtîgehê de li bombeyan digerin
09:16 Qeyûm di roja astengdaran de deriyê pirtûkxaneya zarokên astengdar girt
09:00 ROJEVA 03'E KANÛNA 2017'AN
07:17 Şandeya Başûr bi partiyên li Rojava re civiyan
02/12/2017
21:21 Jinên çalakger ên Kolikê: Em destûr nadin çêkirina HES'an
18:24 1851 karker mirin
18:23 Muzîka kurdî kirin hincet
16:41 ÎHD: Li Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îşkence kirin
16:09 Şandeya Hilbijartinê: Hilbijartin ji bo Rojhilata Navîn dibe mînak
15:53 Koçyîgît: Ji hêza jinan ditirsin
15:51 Şahbaz: Desthilatdarî kal û pîran wekî nexweşî dibîne