Aqûbeta windayan pirsîn 2017-12-02 15:39:32 AMED /ÎZMÎR - Xizmên windayan û ÎHD'ê li Îzmir û Amedê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û hesap ji kujeran bê pirsîn çalakiya xwe berdewam kir. Vê hefteyê aqûbeta Mehmet Ertak yê di sala 1992'an de li Şirnexê hat binçavkirin û windakirin û doza JÎTEM'a Qoserê pirsîn.  Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan bi şîara “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 460’an de li şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe berdewam kirin. Dîsa pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin, wêneyên windayan rakirin û qurnefil danîn ser. Di çalakiyê de vê hefteyê aqûbeta Mehmet Ertak ê di sala 1992'an de hat binçavkirin û windakirin pirsîn.    ‘DIXWAZIN DOSYA TAHÎR ELÇÎ REŞ BIKIN'   Endamê Komisyona Windayan a ÎHD'ê Prz. Hasan Yalçin, bal kişand ser kuştina Serokê baroya Amedê Tahir Elçî û diyar kir ku 2 sal derbas bûn, lê hêj kujer nehatine ronîkirin û xwest kujer bên dîtin û darizandin. Yalçin, destnîşan kir ku dixwazin doza Elçî jî tev li dozên kujer nediyaran bikin û ser dosyayê bincil bikin. Yalçin, anî ziman ku ew dê heta dawî ji bo Elçî li edaletê bigerin."    Piştre Birayê Mehmet Ertak ê di bin çavan de hat windakirin Ahmet Ertak axivî û wiha got: "Bi hezaran kes bi zorê hatin revandin û hatin binçavkirin. Piştre hatin windakirin. Birayê min jî yek ji van kesan e. Hêj gora wî û bi hezaran kesên din tune ye. Niha tevî ku kesên hatin kuştin cenazeyên wan diyar in jî cenazeyan nadin malbatan. Tevahiya Tirkiye bûye welatê windayan.    TIRYIYE JI BER CÎNAYETÊ ERTAK HAT MAHKUMKIRIN   Piştre çîroka Mehmet Ertak Prz. Hasan Yalçin xwend û wiha got: "Ertak wê demê wekî karkerekî di ocaxa komirê de kar dikir. Piştî Yalçin hat revandin û binçavkirin, tevî ku malbatan serî li hemû rayedaran da jî hêj malbat agahiyê nastînin. Parlamenterê Şirnexê Orhan Dogan di 27'ê Kanûna 1992'an de ji wezîrê karên hundir yê wê demê Îsmet Sezgin pirsî. Sezgîn jî diyar kir ku dê li ser rawestin. Wê demê Prz. Tahir Elçî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) da. Di 9'ê Gulana 2000'an de ji ber Mehmet Ertak di bin çavan d hatiye windakirin DMME Tirkiye mahkum kir.    Çalakî ji bo Elçî û kesên din ên hatin windakirin bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.    AQÛBETA KESÊN JI ALIYÊ JÎTEMÊ VE HATIN KUŞTIN PIRSÎN   Li Îzmirê jî ÎHD û Xizmên windayan aqûbeta windayan pirsîn. Çalakger di hefteya 409'an de li pêş avahiya Serokwezîrtiyê ya Konaka Îzmirê kom bûn û aqûbeta 22 kesên ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin qetilkirin pirsîn. Malbatan aqûbeta Yusuf Tunç û 21 kesên JİTEM'a Qoserê ew kuştin pirsîn.    Li ser navê komê Serokê şaxa ÎHD'ê Ali Aydin daxuyanî da. Aydin, Tahîr Elçî yê li Amedê hat kuştin bibîr anî û bal kişand ser doza JÎTEM'a Qoserê. Aydin wiha got: "Di salên 1992 û 1996'an de JÎTEM'ê li Qoserê mirov bi zorê qetil kirin. Kesên hatin qetilkirin ji aliyê "Biçak Tîmî/Tîma Kêrê" ya girêdayî JÎTEM'ê ve hatin kuştin. Li dora vê yekê leşker, cerdewan hebû. Wê demê Fermandarê Cendirmeyan ê Qoserê Hasan Atilla Ugur hebû. Gelek şahidan ev rastî anî ziman. Li gorî lêkolîna Navenda Hafiza û Edalet û Heqîqetê hat diyar kirin ku li pişt kuştina gelek kesan ferzkirina cerdevaniyê heye. Ji ber ku nebûne cerdevan rastî êrîşê hatine. Hatine revandin û kuştin. Li navçeya Qoserê di demên cuda û qadên cuda de 22 kes ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin revandin. Yek ji 22 kesên hatin revandin û windakirin Yusuf Tunç ê di 09'ê Nîsana 1994'an de hat revandin e. Malbata Tunç li Gundê Kengerlî yê Qoserê bû. Di 09'ê Sibata 19947an de di saetên êvarî de ji aliyê maşîna zer û zipî ve hat revandin. Malbata Abdurrahman Tunç li malê bû. Abdurrahman Tunç felç bû û nikarîbû bimeşiya. Kesên bi çek, rûpoş ji amşînê daketin û Tunç revandin. Yusuf Tunç dema kesên maşînê dît kir qêrîn û alîkarî xwest. Bi zorê Yusuf  revandin û birin. Abdurrahman Tunç jî li cihê bûyerê birîndar bûn. Piştre carek din agahî ji Yusuf Tunç nehat girtin.  Wê demê birayê Yusuf Mehmet Tunç hatibû Sirgûnkirin û li Îskenderûnê dijiya. Çawa ev yek bihîst hat Qoserê û çû Qereqola Dirbêsiyê. Mehmet Tunç, serî li hemû rayedarên dewletê da. Lê tu encam bi dest nexist. Mehmet Tunç dema serlêdan kir rastî gefan hat. Mehmet Tûnç ji ber ku ÎHD'a Amedê di bin dorpêçê de bû çû navenda ÎHD'ê û serî li navendê da.    Hevsera Yusuf Tunç Fatma Tunç jî anî ziman ku wan di 2004'an de serî li Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê dan û 10 salin agahiyê ji hevserê xwe nagire. Fatma Tunç, anî ziman ku ji bo bigêjin hestiyê hevserê xwe serî li gelek rayedaran dan, lê hêj negihiştine hestiyê hevserê xwe.    Niha ji kuştina 22 kesan endamên JÎTEM'ê Albay Hasan Atilla Ugur, Albay Eşref Hatîpoglu, Fermandar Ahmet Boncuk, Cawîşê pispor Unal Alkan û cerdevan Abdurrahman Kurga, Mehmet Emin Kurga, Ramazan Çetin, Mehmet Salih Kilinçaslan û Îsmet Kandemir tên darizandin. Piştî Tahir Elçî malbat parastin, ji niha û şûnde em dê wan biparêzin û parastina wan berdewam bikin. Em dê têkoşîna Tahîr Elçî berdewam bikin."