Bîlîcî: Pêkanînên li dijî cenazeyan îşkence ye

  • rojane
  • 12:39 2 Kanûn 2017
  • |
img

AMED - Aligirê Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî bertek nîşanê nedayîna cenazeyan a malbatan da û wiha got: "Bi pekanînên li dijî cenazeyan li malbatan îşkenceyê dikin. Yên ku îşkence kirin, ji bo ku îşkence dîtin serî li ÎHD’ê dan. Dive ev kiryarên li ser cenazayan bi dawî bibe.”

Bi destpêkirina konsepta şer a hikûmeta AKP’ê ya ji 24’ê Tirmehê ve şer dest pê kir. Bi îlankirina qedexeyên derketina kolanan ve bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên endamên HPG’ê, YPS’ê û YPS-JIN’ê ku di encamên şer  de jiyana xwe ji dest dan radêstê malbatên wan nayên kirin û goristan tên rûxandin. Malbatên cenazeyan ên serlêdanê dikin jî encamê nagirin. Ji gelek cenazeyan jî agahî nayê girtin. 
 
LI GORISTANÊN BÊKESAN 281 CENAZE HENE
 
Li gor agahiyên hatin bi destxistin cenazeyên kesên di şerê heremê de jiyana xwe ji dest dan li Amed 18, Mêrdîn 12, Dîlok 20, Silopî 47, Cizîr 16, Şirnex 13, Erzirom 51, Meletî 26, Xarpet 1, Wan 7, Bîtlîs 14, Sîwas 3, Nisêbîn 25 û Rihayê jî 28 cenaze li goristanên bêkesan tên rawestandin. 
 
‘EV JI CENAZEYAN TOLGIRTIN E’
 
Aligirê Hevserokê Giştî ya Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) Racî Bîlîcî, destnîşan kir ku salên dawî şer û pevçûnên qewimî de binpêkirina mafan ên herî giran pêk hat û got ku teşhîs nekirina cenazeyan û radestê malbatên wan nekirin berdewama binpêkirina mafan e. Bîlîcî peymanên navnetewetî bibîrxist û wiha axivî: “Bi dawî kirina pêvajoya çareseriyê li heremê operasyonên ji derveyê rêzê destpê kir û ev jî binpêkirina mafan bi xwe re anî. Gelek mirov di van operasyonan de jiyana xwe ji dest da, lê hê jî gelek cenaze radestê malbatên wan ne hatiye kirin. Her wiha kiryarên cenazeyan li heremên operasyonan dihêlin. Bi rewşa awarte re raste rast ji malbatan re dibêjin ‘Em cenazeyên wan nadin’. Ev yek ji cenazeyan tolgirtin e, ji malbatên wan re jî îşkence ye.”
 
PROTOKOLA CENEWRE YÊ BIBÎRXIST
 
Bîlîcî bi lêv kir ku nava rojekê de cenazeya Fermandarê YJA Star’ê Hulya Eroglu (Delal Amed) hat teşhîskirin û got ku dema dewlet bixwaze dikare cenazeyan teşhîs bike. Bîlîcî anî ziman ku dewlet bi zanabûn cenazeyan teşhîs nake û wiha pê de çû: “Li gel teşhîs kirina cenazeyan nadên malbatên wan. DNA dixwaze û ev jî sedan roj berdewam dike, her wiha encam jî nayê girtin. Ev yek suc e. Heger hûnê pevçûnê bidomînin dive protokola Cenewrê berçav bigirin.”
 
‘CIHÊ WÊ DI ÎSLAMIYETÊ DE JÎ TÛNE YE’
 
Bîlîcî teşhîs nekirina cenazeyan di milê olî de jî nirxand û ev tişt got: “Hikûmet ji Îslamiyetê ji xwe re referans digire lê em dizanin cihê vê kiryarê Îslamiyetê de jî tûne ye. Heger mirovek jiyana xwe ji dest bide, ol, ziman, netew û mezheba wan berçav bê girtin. Ol wisa dixwaze. Yên ku li dijî vê yekê tevdigere, nirxên mirovahiyê winda kiriye.” Bîlîcî bertek nîşanê rayedarên hikûmetê jî da û wiha berdewam kir: “Bê agahiya rayedarên hikûmetê ev kiryar pêk nayê. Dadgeh jî bêdeng dimîne û ev jî hevkarê van kiryaran e. Zagon li holê ne, tû kes nikare zagonan binpê bike.”
 
‘EV JÎ DÊ HEWCEYÊ HIQÛQÊ BIBIN’
 
Bîlîcî da zanîn di milê hiqûqê de bingeha van kiryaran tûne ye û axaftina xwe wiha domand: “Pevajo tên guhertin, hikûmet tê guhertin, rewşa awarte tê rakirin û herkes tê darizandin. Karmendên dewletê jî dê werin darizandin, hesab tê pirsîn. Ji ber vê yekê bila herkes li gor hiqûqê tevbigere, yên ku ji derveyê hiqûqê van kiryaran pêk bîne dê rojek hewceyê hiqûqê bibin.” Bîlîcî pêvajoya piştî 15’ê Tirmehê hewldana darbeyê jî bibîrxist û ev tişt axaftina xwe zêde kir: “Yên îşkence mirovan dikirin, ji bo ku îşkence dîtin serî li ÎHD’ê dan. Îro hewceyê hiqûqê bûne. Ji ber vê yekê carek din îşkencekaran hişyar dikim; rojek dê were hûnê jî ji ber binpê kirina zagonan bên darizandin. Tû kes nikare ji vê yekê xwe xelas bike.”
 

Sernavên din

02/12/2017
15:53 Koçyîgît: Ji hêza jinan ditirsin
15:51 Şahbaz: Desthilatdarî kal û pîran wekî nexweşî dibîne
15:40 ÎHA xwest girtiya nexweş Seyran Demîr bê berdan
15:39 Aqûbeta windayan pirsîn
15:10 ‘Werin guh bidin dengê elewiyan’
15:07 Îdiaya Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îşkenceyên dijwar lê kirin
14:34 Platforma Em Destûr Nadin Yek Tîpê ava bû
14:30 7 kes bi lêdanê binçav kirin
14:29 Dayikên Şemiyê: Ji muwekîl heta parêzerê wan dîrokek tarî heye
14:10 Serpîl Kemalbay: Pirsgirêka bingehîn ne rejîma Erdogane…
14:09 'Divê dewlet vê eybê paqij bike'
14:00 Leşkeran êrîşî dijberên HES’ê kir
13:55 23 sal şûnde ew wêne vegot
12:55 Dê li dijî OHAL’ê têkoşînê bidin
12:55 Di kontrola rê de kesek hat binçavkirin
12:46 Rojnameger dê sibê li ber Ozgur Ulkeyê bin
12:45 Erka merhbirîna miftîtiyê fermî bû
12:39 Bîlîcî: Pêkanînên li dijî cenazeyan îşkence ye
12:28 Foza Yûsif: Serkeftina Rojava dê aloziya Sûriyeyê çareser bike
12:16 Hunermendên kurd: Portala muzîkê Netd stranên kurdî sansûr dike
12:15 Kalê 70’ê salî Arslan hat berdan
12:05 Dozger ketine pey parlementerên HDP’ê û fezlekeyan amade dikin
12:02 Destûra HES'ê ya li ser Çemê Kolikê çawa hat girtin?
11:13 Şandeyên çavdêr: Rojava dibe modela demokrasiyê
11:01 Qedexeya li ser 42 gundên Amedê hat rakirin
11:00 Ji mala Nuriye Gulmen: Em kêfxweşin
10:27 Sosret: Koda ‘Şervanê Terorîst ê Biyanî’ li pidikan dikin
09:58 'Di vê jiyanê de em jî hene!’
09:40 Seyda bi berhemên xwe ket nav karwanên nemiran
09:38 'Îktîdar dixwaze profîla 'xebatkara îtaatkar' çê bike'
09:37 Dozger dayika pitikê 35 rojî yê li Cizîrê mir, wek 'gumanbar' nîşan da!
09:37 Navenda jinê kirin saziya 'ferzkirina çêkirina zarokan'
09:35 Peykertraş Dogan: Dengbêj Evdalê Zeynikê remza wêjeya devkî ye
09:34 Li ber stranên kurdî govend gerand rastî lêpirsînê hat
09:30 Ji girtîgehê giliyê Demîrtaş kir!
09:23 Jin li dijî zextan 30 roj in di çalakiyan dene
09:22 Elewiyên meletiyî: Demildest kiryaran bibînin
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNAN 2017'AN
01/12/2017
23:27 Hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê: Dengdayîn bi dawî bû
23:16 Zarrab: Piştî zêran bi bazirganiya xwariniyî ya sexte çerx hatiye zîvirandin
21:27 Mal û milkên Reza Zarrab û xizmên wî hatin desteserkirin
21:12 Nûriye Gulmen hat tehliyekirin
18:34 3 kes li Enqereyê hatin girtin
17:57 Serlêdana malbatan hat redkirin
16:23 Li heremên ereb beşdariya hilbijartinan zêde ye
15:51 Seydî Firat hat berdan
15:45 Hevserokê PYD’ê dengê xwe avêt
15:44 Civîna Asta Bilin a Jinan: AKP ji jina bi hêz ditirse
15:41 Wekîla berê ya DSP’ê Saray: HDP bû rûyê jinê yê dîtinbarî
15:29 Abdurrahman Şen li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
15:19 Xelîl: Coşa hilbijartinên federasyonê bersivê dide Erdogan
14:59 8 sal û 10 meh cazayê girtîgehê li 5 kesan birîn
14:56 Ji Berberoglu re cezayê heta hetayê xwestin
14:55 Walî 30 navendên Dersimê 15 rojan qedexe kir
14:37 Li 3 navçeyên cuda 5 caran heman îxbar kirin!
14:35 Çerkesan jî deng dan
14:30 3 çalakgerên Kolana Yukselê hatin binçavkirin
14:23 4 kes li Hatayê hatin berdan
13:57 Polîsan nehişt belgefîlmê Sûrê bê pêşandan
13:56 Ji ber medya civakî 21 meh û 25 roj ceza lê birîn
13:24 Kalê 70 salî binçav kirin kîsê arvan rijandin
13:13 Kesek li Giyadinê hat girtin
12:56 Li Stenbolê jî malek elewiyan îşaret kirin
12:42 4'emîn Sempozyuma Bajêr a Stenbolê: Sûrê dikin qurbana rantê
12:41 DMME ji bo Amedspor û Nakî parastin ji Tirkiye xwest
12:40 Nehiştin rêxistinên jinan tev li doza Emanî bibin
12:13 Malbata Ocalan ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan
11:48 ‘Bi milyonan betalin, lê bac ji bo berjewendiyên qirêj xerç kirin e'
11:48 Dadgeh ji bo cezakirina Keskîn dixebite: 355 hezar û 920 TL ceza birîn
11:30 Şandeyên çavdêr hilbijartinan dişopînin
11:27 Rûniştina doza Berberoglu dê bi girtî bê dîtin
11:09 Gelo dê karibin bi Êrîşa li dijî Efrînê îtirafên Zarrab binixumîne?
10:41 Muxtarên bê tax Sûr vegotin
10:40 Muxtarê wêne parve kir rastî lêpirsînê hat
10:12 Bav û birayê girtiyan: Zilma Kenan Evren derbas kirin
09:45 ÎDO ji ber bahozê seferên li Deryaya Marmarayê betal kir
09:36 Qirîza aborî kûr dibe û esnafên Wanê zerar dikin
09:35 20 jinên xwestin tev li weşanê TRT'ê bibin hatin cezakirin
09:34 Rojnameger Aydogan: Ev çand dê bidome
09:33 Hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê dest pê kirin
09:15 Polîsan û leşkeran di serdema OHAL’ê de 64 kes kuştin
09:12 ‘Divê Ewropa der barê tecrîda li Îmraliyê de biryara mueyîdeyê bide’
09:12 Rêyên Cizîrê kun kunî bûne
09:11 Ji ber bihabûna kayê, pincarê garis didin sewalên xwe
09:10 'Kesê îro şibekê bişkîne dê sibê mirovan bikuje'
09:00 ROJEVA 01'Ê KANÛNA 2017'AN
30/11/2017
22:09 Hunermendên NÇM’ê hatin berdan
17:26 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
16:57 Roboskiyan: Bi Elçî re aştî û edalet jî qetil kirin
16:54 Piştî berteka bêsîvanan gotin ku 'Ev der cihê we ye'
16:34 Piştî 7 rojan girtî ma, bi hinceta îfadeya wî heye birin TEM’ê
16:09 Demîrtaş beraat kir
16:02 Heyeta HDP’ê çû Rojava
16:01 Platforma Piştevaniya Sûrê: Em dorpêçê rakin
16:00 Di Nobeda Edaletê de Tahîr Elçî hat bibîranîn
15:53 Ji Dîlokê daxwaza ‘Ne OHAL demokrasî'
15:06 Zaroka piyê wê di nava bariyerên polîsan de asê ma birîndar bû
14:57 Lûtkeya Jinê: Wekheviya jinê wekheviya civakê ye
14:57 3 çalakgerên Yukselê hatin binçavkirin
14:25 Li 3 bajaran 18 kes hatin binçavkirin