Bîlîcî: Pêkanînên li dijî cenazeyan îşkence ye 2017-12-02 12:39:17 AMED - Aligirê Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî bertek nîşanê nedayîna cenazeyan a malbatan da û wiha got: "Bi pekanînên li dijî cenazeyan li malbatan îşkenceyê dikin. Yên ku îşkence kirin, ji bo ku îşkence dîtin serî li ÎHD’ê dan. Dive ev kiryarên li ser cenazayan bi dawî bibe.” Bi destpêkirina konsepta şer a hikûmeta AKP’ê ya ji 24’ê Tirmehê ve şer dest pê kir. Bi îlankirina qedexeyên derketina kolanan ve bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên endamên HPG’ê, YPS’ê û YPS-JIN’ê ku di encamên şer  de jiyana xwe ji dest dan radêstê malbatên wan nayên kirin û goristan tên rûxandin. Malbatên cenazeyan ên serlêdanê dikin jî encamê nagirin. Ji gelek cenazeyan jî agahî nayê girtin.    LI GORISTANÊN BÊKESAN 281 CENAZE HENE   Li gor agahiyên hatin bi destxistin cenazeyên kesên di şerê heremê de jiyana xwe ji dest dan li Amed 18, Mêrdîn 12, Dîlok 20, Silopî 47, Cizîr 16, Şirnex 13, Erzirom 51, Meletî 26, Xarpet 1, Wan 7, Bîtlîs 14, Sîwas 3, Nisêbîn 25 û Rihayê jî 28 cenaze li goristanên bêkesan tên rawestandin.    ‘EV JI CENAZEYAN TOLGIRTIN E’   Aligirê Hevserokê Giştî ya Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) Racî Bîlîcî, destnîşan kir ku salên dawî şer û pevçûnên qewimî de binpêkirina mafan ên herî giran pêk hat û got ku teşhîs nekirina cenazeyan û radestê malbatên wan nekirin berdewama binpêkirina mafan e. Bîlîcî peymanên navnetewetî bibîrxist û wiha axivî: “Bi dawî kirina pêvajoya çareseriyê li heremê operasyonên ji derveyê rêzê destpê kir û ev jî binpêkirina mafan bi xwe re anî. Gelek mirov di van operasyonan de jiyana xwe ji dest da, lê hê jî gelek cenaze radestê malbatên wan ne hatiye kirin. Her wiha kiryarên cenazeyan li heremên operasyonan dihêlin. Bi rewşa awarte re raste rast ji malbatan re dibêjin ‘Em cenazeyên wan nadin’. Ev yek ji cenazeyan tolgirtin e, ji malbatên wan re jî îşkence ye.”   PROTOKOLA CENEWRE YÊ BIBÎRXIST   Bîlîcî bi lêv kir ku nava rojekê de cenazeya Fermandarê YJA Star’ê Hulya Eroglu (Delal Amed) hat teşhîskirin û got ku dema dewlet bixwaze dikare cenazeyan teşhîs bike. Bîlîcî anî ziman ku dewlet bi zanabûn cenazeyan teşhîs nake û wiha pê de çû: “Li gel teşhîs kirina cenazeyan nadên malbatên wan. DNA dixwaze û ev jî sedan roj berdewam dike, her wiha encam jî nayê girtin. Ev yek suc e. Heger hûnê pevçûnê bidomînin dive protokola Cenewrê berçav bigirin.”   ‘CIHÊ WÊ DI ÎSLAMIYETÊ DE JÎ TÛNE YE’   Bîlîcî teşhîs nekirina cenazeyan di milê olî de jî nirxand û ev tişt got: “Hikûmet ji Îslamiyetê ji xwe re referans digire lê em dizanin cihê vê kiryarê Îslamiyetê de jî tûne ye. Heger mirovek jiyana xwe ji dest bide, ol, ziman, netew û mezheba wan berçav bê girtin. Ol wisa dixwaze. Yên ku li dijî vê yekê tevdigere, nirxên mirovahiyê winda kiriye.” Bîlîcî bertek nîşanê rayedarên hikûmetê jî da û wiha berdewam kir: “Bê agahiya rayedarên hikûmetê ev kiryar pêk nayê. Dadgeh jî bêdeng dimîne û ev jî hevkarê van kiryaran e. Zagon li holê ne, tû kes nikare zagonan binpê bike.”   ‘EV JÎ DÊ HEWCEYÊ HIQÛQÊ BIBIN’   Bîlîcî da zanîn di milê hiqûqê de bingeha van kiryaran tûne ye û axaftina xwe wiha domand: “Pevajo tên guhertin, hikûmet tê guhertin, rewşa awarte tê rakirin û herkes tê darizandin. Karmendên dewletê jî dê werin darizandin, hesab tê pirsîn. Ji ber vê yekê bila herkes li gor hiqûqê tevbigere, yên ku ji derveyê hiqûqê van kiryaran pêk bîne dê rojek hewceyê hiqûqê bibin.” Bîlîcî pêvajoya piştî 15’ê Tirmehê hewldana darbeyê jî bibîrxist û ev tişt axaftina xwe zêde kir: “Yên îşkence mirovan dikirin, ji bo ku îşkence dîtin serî li ÎHD’ê dan. Îro hewceyê hiqûqê bûne. Ji ber vê yekê carek din îşkencekaran hişyar dikim; rojek dê were hûnê jî ji ber binpê kirina zagonan bên darizandin. Tû kes nikare ji vê yekê xwe xelas bike.”