Yaşli ê ji ber bi kurmancî axivî û rastî êrîşê hat behsa bûyerê kir

  • rojane
  • 12:03 17 Cotmeh 2019
  • |
img

STENBOL – Ekrem Tatli yê ji ber ku bi kurmancî bi hevjîna xwe re axivî û rastî êrîşa nijadperest hat behsa hûrguliyên bûyerê kir. Yaşli da zanîn ku êrîşkarê 22 salî gotiye “Ev der Komara Tirkiyê ye” û bi şûşeya sodayê êrîşî wî kiriye û kesî bertek nîşanî êrîşkar nedaye. 

 
Bedriye Yaşli li Nexweşxaneya Zanîngeha 18’ê Adarê ya Çanakkaleyê ji çavê xwe emeliyat bû. Hevjîna Bedriye Yaşli, Ekrem Yaşli (74) jî li nexweşxaneyê li ber hevjîna xwe bû. Di 15’ê cotmehê de Ekrem Yaşli ji ber bi kurmancî bi hevjîna xwe re axivî, xizmê nexweşek Hakan Kalmaoglu (22) bi nijadperestî êrîşî Yaşli kir. Êrîşkar ji axaftina kurmancî ya malbata Yaşli aciz bû û bi gotina “Ev der Komar Tirkiyê ye” bi şûşeya sodayê ya di destî wê de êrîşî Ekrem Yaşli kir. Êrîşkar şûşe li serê Yaşli xist û ew birîndar kir. Êrîşkar piştî îfade da hat berdan. 
 
Yaşli yê ji serê xwe birîndar bû behsa hûrguliyên bûyerê ji ajansa me re kir. 
 
'ZIMANÊ ME KURMANCIYE’ 
 
Ekrem Yaşli anî ziman ku hevjîna wî ji çavê xwe emeliyat bûye û ew li odeyek du nexweş lê dimînin bûn û di kêliya bi hevjîna xwe re bi kurmancî axiviye êrîşkar li wan ziviriye û gotiye “Hûn çip ite pitê dikin” û axaftina kurmancî li zora wî çûye. Yaşli da zanîn ku wî ji êrîşkar re gotiye “zimanê me kurmancî ye, em kurd in û em bi zimanê xwe diaxivin” û li ser vê yekê êrîşkar har û hov bûye. 
 
BI BÊBEXTÎ ÊRÎŞ DIKE
 
Yaşli wiha behsa bûyerê kir: “Piştî nîqaşa me dayika êrîşkar av jê xwest. Av dirêjî dayika xwe kir. Di bin awiran de li min nêrî. Min jî serê xwe rakir û lê mêze kir. Ji min re got çima li min dinêrî û min jî bersiva wî da û got ‘qey mêzekirin qedexe ye?’ Ji min re got ‘Kuro li min nenêre, tu zanî ez kî me?’ Wisa wî got li urzê min ket û min xwest du sê şîretan lê bikim. Min ê jê re bigota wa nexweşê te jî û nexweşê min jî heye. Hêj gotina min di devê min de bû rakir şûşeya sodayê. Min fêm kir ku wê biavêje min. Di wê kêliyê de min serê xwest nav derî û min bang kir ‘Ewlekar tune ne gelo?’ Di kêliya min bang kir, êrîşkar got ‘Ev der Komara Tirkiyê ye’ û ji pişt ve li min da. Şûşeyê di serê min de şikand. Min berê xwe dayê carek din bi şûşeya şikestî dîsa li min da.  Ez di nava xwînê de mam û ez gêj bûm. Min bi dîwar girt û nehişt ez bikevim.”
 
KES BERTEK NÎŞAN NEDAYE 
 
Yaşli diyar kir ku mîna ku êrîşkar tiştek nekiribe ji odê derket û tişta li zora wî çûye di wê kêliya êrîşê de tu kesî dengê xwe ji êrîşkar re nekiriye û bertek nîşanî wî nedan. Yaşli got piştî êrîşê 20 kêl kêl avêtine serê wî. 
 
JI DAYIKA ÊRÎŞKAR RE JÎ BÛYE ALÎKAR 
 
Yaşli da zanîn ku dema êrîşkar ne li odeyê bû ew ji dayika wî re dibû alîkar û got: “Min xwarina zêde distend û dida dayika wî. Min bi çavek xerab li wan mêze nekir. Ez wek însanan bi wan re axivîm. Lê qet li min guhdar nekir û êrîşî min kir.” 
 
GILÎ KIR 
 
Yaşli got piştî êrîşê polîs, bijîşk û hemşîreyan xwestiye ku derheqê êrîşkar de gilî neke û tevî vê yekê jî wî gilî kiriye. 
 
'KESÊN WELAT BIRÊVE DIBIN JÎ JI VÊ BÛYERÊ BERPIRSIYAR IN’ 
 
Dostê malbata Yaşli, Nîhat Yalçin jî anî ziman ku piştî bûyerê deh deqîqe şûn ve ew çûye nexweşxaneyê û got: “Sedemê rûdayîna van bûyerên bi vî rengî ziman tûjiya kesên welat birêve dibin e. Ji ber zîhniyeta kesên di şer de israr dikin ev bûyer pêk tên.Dema gotinên nijadperest zêde dibin êrîşên bi vî awayî diqewimin. Tenê ne êrîşkar berpirsiyar e, di heman demê de yên welat birêve dibin jî berpirsiyar in.” 
 
‘DIXWAZIN SER SÛC BIGIRIN’ 
 
Yalçin da zanîn ku rêveberiya nexweşxaneyê, polîs û wezîfedarên ewlekariyê ji bo Ekrem Yaşli derbarê êrîşkar de gilî neke çi ji destê wan hatiye kirine û got: “Kesê êrîşkar ne mimkin e kesek kêm endam be. Dixwazin ser sûcê hatiye kirin bigirin.” 

Sernavên din

17/10/2019
13:01 Riha veguherî qada eskerî
12:52 Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî: Bi vî şerî re mirovahî dimire
12:27 KKP: Em ê ji tundiyan re serê xwe netewînin
12:17 Di doza Medenî Yildirim de tu pêşketin tune ye
12:03 Yaşli ê ji ber bi kurmancî axivî û rastî êrîşê hat behsa bûyerê kir
11:51 Rojnamegerên li Serêkaniyê: Heta serê sibê bajar bombe kirin
11:37 Şaredariya Îzmirê heqê rê ji sedî 13 zem kir
11:31 Jinên Rihayî: Armanc, gelê kurd ji cih û warê wê kirin e
11:29 Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê: 300 hezar kesî malên xwe terk kirine
11:25 Bi hezaran gelê Silêmanî ji bo Serêkaniyê daket qadan
11:19 Piştî 4 mehan cenazeyê Davût Ecer dan
11:00 Hevşaredarên di bin çavan de derxistin dozgeriyê
10:56 Paylan: Şer li ser pişta xizanan fînanse dikin
10:55 Ji Hevşaredarên Nisêbînê şermezarkirina qeyûm pirsîne
10:54 ‘Me bi tilîliyan bi wan re şer kir’
10:37 Tê payîn Serokê KKP’ê Çîftyurek derxin dadgehê
10:28 Polisan li Edeneyê 13 kes binçav kirin
10:22 Sekretera Jinan a Egîtîm Senê: Em neçarin ku li şûna şer aştiyê hînê zarokên xwe bikin
10:04 Corbyn: Pêwiste NY li dijî dagirkirina Rojava têkeve tevgerê
10:03 Zarokan bi çîrok û xêzkirinê mafên xwe vegotin
09:59 Altan: DAIŞ, bi navê cuda bi destê Tirkiyeyê dikeve Rojava
09:14 'Kevokên me jî çûn, lê em ê neçin'
09:14 Amedî: Em ne şer, aştiyê dixwazin
09:13 Li Heskîfê rûxandin û kolandinêna arkelojîk bi hev re tên kirin
09:13 Saziyên Civaka Sivîl ên Wanê: Vî şerî rawestînin
09:12 Rojnamevanên xwedî tecrûbe: Dawiya dawî wê her derew îflas bike
09:11 'Şer giyaneweran û qadên jiyanê tune dike'
09:10 Erdogmûş: Tirkiye ancax bi diyalog û lihevkirinê dikare ji vê çiravê derkeve
09:01 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2019'AN
00:46 Nameya ku Trûmp ji Erdogan re şand derket holê
16/10/2019
22:22 Li 53 gundên Şirnexê 2 roj navber dan perwerdehiye
20:04 Xelîl: Tirkiye bi çekên fosfor û napalmê êrîşî Serêkaniyê dikin
19:50 Xwendekarên zanîngehên li Silemaniyê piştgirî dan Rojava
19:37 Kampa DAIŞ'ê ya li Eyn Îsa şewitandin
17:48 Swêdê jî firotina çekan a ji bo Tirkiyê sekinand
17:06 'Mirov bê parastin hatine hiştin'
16:49 Pompeo: Divê Erdogan vê dagirkeriya Sûriye rawestîne
16:42 TSK’ê gundê ereban bombebaran kir: Gelek mirî û birîndar hene
16:41 Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Pîrcan hat binçavkirin
16:41 Li Wêranşar û Rihayê tevgera ambulans û maşîneyên cenazeyan zêde bû
16:24 Topa hewanê li gundê ser sînorê Cizîrê ket: 3 kes birîndar bûn
16:17 TBB ji bo kongreyê pêk bîne hêjmara tê xwestin bi dest xist
16:13 Temellî li Nisêbînê bang kir: Divê Tirkiye destê xwe ji ser Sûriyê rake
16:06 Neteweyên Yekbûyî ji Tirkiyeyê xwest şer rawestîne
15:34 Rojnamegerên li Serêkaniyê dîmenê şer bi dijwarî didome parve kirin
15:11 Hevserokê HDP'ê yê berê yê Erzînganê binçav kirin
14:56 Nexweşê penceşêrê 8 roj in di bin çavan de ye
14:54 QSD’ê li qereqola sînorê Bêrecûkê da
14:38 'Desthilat dixwaze bi şer krîzê bi civakê bide jibîrkirin'
14:37 QSD’ê bi fuzeyên katyûşa bersiv da
13:59 Xebatkarên nexweşxaneyê hişyar kirin: Agahî nedin, parve nekin!
13:46 Tosûn: Hemû êrîşên li dijî vîna gel neheq in
Ocalan: Li 4 navçe û 40 gundan şer heye
13:44 Baroya Rihayê banga civîna awarte li TBB'ê kir
13:29 Li Hezexê polisan êrîşê HDP'iyan kir: Çalakger xeriqîn
13:26 Hevserokên Giştî yên HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina Çîftyurek dan
13:10 Koalîsyona navneteweyî baregeha xwe ya Kobanê îmha kir
13:04 'Ji bo em stranên azadiyê bêjin em ji şer re bêjin na'
12:53 Li Ahmet Turk lêpirsîna ‘Newrozê’ vekirin
12:47 Mêrê ku mamoste Şengul Karaca kuşt beraet kir
12:44 Lavrov: Em ê navbeynkariya xwe ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de bidomînin
12:22 Meclisa Jinan a HDP'ê: Em ê têkoşîna xwe bilind bikin
11:37 Surucu: Ji kaniya aştiyê xwîn diherike
11:36 Biryara nepeniyê danîn ser dosyayê hevşaredaran
11:23 'Polîs çek xist serê min'
11:13 Rojnameger Canozer beraet kir
11:06 Serokê KKP'ê Sînan Çiftyurek hat binçavkirin
10:18 Ciwanên endamên Dev-Guç'ê bînaya CHP'ê ya navçeyê Şîşliyê desteser kirin
10:00 ‘Hem şer dikin hem navê wê dikin Kaniya Aştiyê'
09:56 Prof. Dr. Jongerden: Sûcê Amerîka û YE'yê pir mezin e
09:24 ‘Tirkiye sûcê şer dike'
09:24 Malbatên ji Nisêbînê hatin Cizîrê: Em dîsa tên kuştin û koçber dibin
09:23 Li Şirnexê nerazîbûna ji bo 'operasyonê': Dawetên bisaz tên betalkirin
09:23 Olçay a Heskîfî ku ji bêgavî koç kir: Bîranên min di baxçeyê min de man
09:22 Bi hinceta 'Ji bo HDP'iyan devliken bûn' hatin fîşkirin
09:21 Paltforma Koçberiyê: Koçberiya li Nisêbînê koçberiyeke demborî ye
09:20 'Li dijî êrîşan bersiva mezin Yekîtiya Neteweyî ya Kurd e'
09:20 Li Girtîgeha Turkoglûyê girtî hatin derbkirin
09:19 Portreya Prof. Celîlê Celîl 'Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî' derket
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2019'AN
15/10/2019
23:13 Wê heyeta agirbestê ya DYA'yê biçe Tirkiyeyê
22:39 Kanadayê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand
22:23 Li Cizîrê avêtin ser malan
22:16 Ji ber bi kurdî axivî êrîşî kalê 74 salî kirin
20:50 Leşkerên DYA'yê binkeyeke din jî hêlan û çûn
20:40 Hoşyar Zêbarî: Tirkiye 'qirkirineke etnîkî' dike
19:33 'Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê' li Kobanê sivîl revandin
18:53 Parlementoya Herêmê 12 xal ji bo piştgiriya Rojava erê kir
18:03 Balafirên şer taxên Serêkaniyê bombe dikin
17:51 Ji ber ku cenaze bir 9 sal ceza li hat birîn
17:47 Zagros Kobanê yê di parastina Girê Spî de: Hemû cîhan wê şahidiya berxwedana me dike
17:31 262 cenazeyên Goristana Xerzanê li goristana bêkesan hatin veşartin
17:25 Koalîsyona navneteweyî: Em ji Minbicê derketin
17:03 Li Dara Hênê7 herêm hatin qedexekirin
17:00 Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Esper: Fermana Erdogan rê li ber hilweşandinê vekir
16:43 Ji Meclisên Ciwanan a HDP'ê banga 'mezinkirina berxwedanê'
16:43 Kontrola bi tedbîr a li ser Rojnameger Dogru rakirin
16:18 Di hoparlorên şaredariyê de ‘Sirûda Mehter’ lê didin
16:12 20 endamên SMO û 9 esker birîndar bûn
16:01 'Ma dijderketina şer sûc e?'
15:35 Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Rûsya: Me di navbera Şam û kurdan de navbeynkarî kir