Yaşli ê ji ber bi kurmancî axivî û rastî êrîşê hat behsa bûyerê kir 2019-10-17 12:03:06 STENBOL – Ekrem Tatli yê ji ber ku bi kurmancî bi hevjîna xwe re axivî û rastî êrîşa nijadperest hat behsa hûrguliyên bûyerê kir. Yaşli da zanîn ku êrîşkarê 22 salî gotiye “Ev der Komara Tirkiyê ye” û bi şûşeya sodayê êrîşî wî kiriye û kesî bertek nîşanî êrîşkar nedaye.    Bedriye Yaşli li Nexweşxaneya Zanîngeha 18’ê Adarê ya Çanakkaleyê ji çavê xwe emeliyat bû. Hevjîna Bedriye Yaşli, Ekrem Yaşli (74) jî li nexweşxaneyê li ber hevjîna xwe bû. Di 15’ê cotmehê de Ekrem Yaşli ji ber bi kurmancî bi hevjîna xwe re axivî, xizmê nexweşek Hakan Kalmaoglu (22) bi nijadperestî êrîşî Yaşli kir. Êrîşkar ji axaftina kurmancî ya malbata Yaşli aciz bû û bi gotina “Ev der Komar Tirkiyê ye” bi şûşeya sodayê ya di destî wê de êrîşî Ekrem Yaşli kir. Êrîşkar şûşe li serê Yaşli xist û ew birîndar kir. Êrîşkar piştî îfade da hat berdan.    Yaşli yê ji serê xwe birîndar bû behsa hûrguliyên bûyerê ji ajansa me re kir.    'ZIMANÊ ME KURMANCIYE’    Ekrem Yaşli anî ziman ku hevjîna wî ji çavê xwe emeliyat bûye û ew li odeyek du nexweş lê dimînin bûn û di kêliya bi hevjîna xwe re bi kurmancî axiviye êrîşkar li wan ziviriye û gotiye “Hûn çip ite pitê dikin” û axaftina kurmancî li zora wî çûye. Yaşli da zanîn ku wî ji êrîşkar re gotiye “zimanê me kurmancî ye, em kurd in û em bi zimanê xwe diaxivin” û li ser vê yekê êrîşkar har û hov bûye.    BI BÊBEXTÎ ÊRÎŞ DIKE   Yaşli wiha behsa bûyerê kir: “Piştî nîqaşa me dayika êrîşkar av jê xwest. Av dirêjî dayika xwe kir. Di bin awiran de li min nêrî. Min jî serê xwe rakir û lê mêze kir. Ji min re got çima li min dinêrî û min jî bersiva wî da û got ‘qey mêzekirin qedexe ye?’ Ji min re got ‘Kuro li min nenêre, tu zanî ez kî me?’ Wisa wî got li urzê min ket û min xwest du sê şîretan lê bikim. Min ê jê re bigota wa nexweşê te jî û nexweşê min jî heye. Hêj gotina min di devê min de bû rakir şûşeya sodayê. Min fêm kir ku wê biavêje min. Di wê kêliyê de min serê xwest nav derî û min bang kir ‘Ewlekar tune ne gelo?’ Di kêliya min bang kir, êrîşkar got ‘Ev der Komara Tirkiyê ye’ û ji pişt ve li min da. Şûşeyê di serê min de şikand. Min berê xwe dayê carek din bi şûşeya şikestî dîsa li min da.  Ez di nava xwînê de mam û ez gêj bûm. Min bi dîwar girt û nehişt ez bikevim.”   KES BERTEK NÎŞAN NEDAYE    Yaşli diyar kir ku mîna ku êrîşkar tiştek nekiribe ji odê derket û tişta li zora wî çûye di wê kêliya êrîşê de tu kesî dengê xwe ji êrîşkar re nekiriye û bertek nîşanî wî nedan. Yaşli got piştî êrîşê 20 kêl kêl avêtine serê wî.    JI DAYIKA ÊRÎŞKAR RE JÎ BÛYE ALÎKAR    Yaşli da zanîn ku dema êrîşkar ne li odeyê bû ew ji dayika wî re dibû alîkar û got: “Min xwarina zêde distend û dida dayika wî. Min bi çavek xerab li wan mêze nekir. Ez wek însanan bi wan re axivîm. Lê qet li min guhdar nekir û êrîşî min kir.”    GILÎ KIR    Yaşli got piştî êrîşê polîs, bijîşk û hemşîreyan xwestiye ku derheqê êrîşkar de gilî neke û tevî vê yekê jî wî gilî kiriye.    'KESÊN WELAT BIRÊVE DIBIN JÎ JI VÊ BÛYERÊ BERPIRSIYAR IN’    Dostê malbata Yaşli, Nîhat Yalçin jî anî ziman ku piştî bûyerê deh deqîqe şûn ve ew çûye nexweşxaneyê û got: “Sedemê rûdayîna van bûyerên bi vî rengî ziman tûjiya kesên welat birêve dibin e. Ji ber zîhniyeta kesên di şer de israr dikin ev bûyer pêk tên.Dema gotinên nijadperest zêde dibin êrîşên bi vî awayî diqewimin. Tenê ne êrîşkar berpirsiyar e, di heman demê de yên welat birêve dibin jî berpirsiyar in.”    ‘DIXWAZIN SER SÛC BIGIRIN’    Yalçin da zanîn ku rêveberiya nexweşxaneyê, polîs û wezîfedarên ewlekariyê ji bo Ekrem Yaşli derbarê êrîşkar de gilî neke çi ji destê wan hatiye kirine û got: “Kesê êrîşkar ne mimkin e kesek kêm endam be. Dixwazin ser sûcê hatiye kirin bigirin.”