Temellî li Nisêbînê bang kir: Divê Tirkiye destê xwe ji ser Sûriyê rake

  • rojane
  • 16:13 16 Cotmeh 2019
  • |
img

MÊRDÎN – Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li Nisêbînê axivî û got: “Pêwîste Tirkiye demildest ji Sûriyê û ji Efrînê jî derkeve. Bila li Sûriyê pêşiya çareseriya siyasî vebibe. Heke ev tune be wê ji wê maseyê çareserî dernekeve.” 

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî ji bo serdana şîna kesên li Nisêbînê di encama topên hewanê de jiyana xwe ji dest da çû navçeya Nisêbîna Mêrdînê. Parlamenterên HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglu, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Pero Dundar, Ebru Gunay, Necdet Îpekyuz, Semra Guzel û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin jî li gel Temellî bûn. 
 
Konvoya HDP’iyan di têketina Nisêbînê de hat rawestandin. Piştî lêgerîna kontrolê ji 30 wesayitan destûra 15 wesayîtan dan ku derbasî navçeyê bibin. 
 
Heyeta HDP’ê ewilî derbasî avahiya rêxistina HDP’ê ya Nisêbînê bû. Polîsan bi maşîneyên zirxî avahiyê dorpêç kirin. Temellî û yên li gel wî ji aliyê rêveberên HDP’ê ve hatin pêşwazîkirin. Temellî ewilî derbarê Maseya Krîzê ya li navçeyê hat avakirin û rewşa navçeyê de agahî wergirtin. Temellî pişt re daxuyanî da.
 
‘RÛYÊ RAST Ê ÎKTÎDARÊ XWE DI ŞER DE DIDE NÎŞANDAN’ 
 
Temellî diyar kir ku binpêkirina qanûnan êdî ketiye rewşek asayî û got: “Îktîdarek her cûre maf û hiqûqê desteser dike heye. Ev îktîdar ji şer xwe têr dike. Ev îktîdar bi şer li ser pêya xwe dihêle. Vî şerî jî dispêre xelkê Tirkiyê û herêmê. Rûyê rast ê vê desthilatdariyê bi şer derdikeve holê. Ev îktîdar dijminê kurdan e. Kesê îktîdarê birêve dibe jî dijminê kurdan e. Heke dijminiya kurdan nekin ev 5 sal in ev ax wê vê zilm û êşê bibîne? Îro jî tişta dike ev e. Li ser gelê kurd dixwazin şer birêve bibin. Li Nisêbînê ji ber polîtîkaya şerxwaz 12 însanên me yên bêguneh jiyana xwe ji dest dan. Bila malbatên wan baş dizanibin em ê ser sedemê vê mirinê lêkolîn bikin. Teqez em ê hesabê van mirinan bipirsin. Ev êş êşa me hemûyan e. Ez ji birîndaran re jî şîfa xêrê diwazim.” 
 
‘BI SED HEZARAN ÎNSAN JI WARÊ XWE BÛYE’ 
 
Bi sedan însanên sivîl ji ber vî şerî jiyana xwe ji dest dan û wiha domand: “Bi hezaran însan ji mal û warê xwe bûn. Li gorî daneyên fermî 60 hezar însan ji cihê xwe bûn. Ji dagirkirina Efrînê heta îro dema mirov lê dinêre nîv milyon însan li ser axa xwe koçber bûne. Çima gelo? Çima ev şer heye? Çimkî îktîdarek ku xwe ji şer têr dike û senaryoyan çêdike li hember me heye. Hemû kesên xwedî wîjdan û edaletxwaz divê li dijî vî şerî derkevin.” 
 
‘JI BÎR NEKIN EV ŞER WÊ ME HEMÛYAN BIŞEWÎTÎNE’
 
Temellî, bang li hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn kir û wiha pê de çû: “Gelê kurd bi tenê nehêlin. Nebin alîgirê vê nijadperestî û bêmafiyê. Dawî li vê dijminantiyê bînin. Ev yek di destê we de ye. Mil bin vê têkoşîne. Ger îro ev dijminantî bi dawî nebe, ji bîr nekin ev şer wê me hemûyan bişewitîne.”
 
GOTINÊN OCALAN BI BÎR XIST
 
Temellî, da zanîn ku ev desthilatdariya faşîst nizane raweste û wiha dom kir. Hiqûqa ku Dadgeha Bilind û serbixwetiya darazê nas nake, hiqûqa tecrîdê ye. Birêz Ocalan çi digot? Digot rêya rawestandina şer di muzakereyên demokratîk re derbas dibe û divê hemû kes ji vê dersan derxîne. Formula jiyana bi hevre, neteweya demokratîke. Wî li dû çareseriyê baz dida. Di got ‘Ger bihêlin ezê di rojekê de aştiyê bînim.’ Lê dûre  çi bû. Şer derket. Ji ber ku ev rejîm rejîma qeyûme.” 
 
‘EM Ê TU CARÎ BÊDENG NEBÎN Û EM LI VIRIN’
 
Temellî, di axaftina xwe de li ser binçavkirinên hevşaredarên Nisêbîn, Colemêrg, Gever û Erdîşê jî rawestiya û wiha got: “Ji bo dosyayên wan jî biryara veşartinê dan. Dixwazin hemû HDP’iyan ‘terorîst’ îlan bikin. Bi vê dixwazin dijminantiya li dijî HDP’ê pêş bikin û xwe li ser vê bidin jiyîn. Wisan difikirin ku wê dengê me bibirin. Lê emê tu carî bêdeng nebin û em li virin.” 
 
'DIVÊ TIRKEYE DESTÊ XWE JI SÛRIYEYÊ BIKIŞÎNE'
 
Temellî, di dewama axaftina xwe de wiha pê de çû: “Em ji vê derê bang li tevahiya gelên Tirkiyeyê dikin. Îro li dijî vî şerî derkevin. Nîveka artêşê anîne ser sînor. Çekên herî giran li ser sînorin û li wê derê qiyamet radibe. Lê dîsa dibêjin ‘ev ne şere.’ Gelo em ji vê re ne bêjin şer emê ji çi re bêjin şer. Demildest divê Tirkiye ji Efrînê vekişe. Bila li Sûriyeyê pêşiya çareseriya siyasî vebe. Ger ev tune be, wê li ser wê maseyê jî çareserî dernekeve holê. Çareseriya meseleya kurd, a rastî çareseriya demokrasiyê ye. Li cihekê ku Kurd lê tunebin, li wê derê kes nikare tiştekê bike. Vaye îro rejîma Esadê bi xwe hat ser maseya çareseriyê. Divê ji Sûriyeyê re çareseriyek bê dîtin û Tirkiye jî ji bo vê nebe asteng. Divê ev desthilatdar dest xwe ji Sûriyeyê vekişîne.”
 
'PEYAMÊN ŞERMEZARKIRINÊ TÊR NAKIN'
 
Hema bibêje 12 hezar DAIŞ'î reviyane. Qala bi deh hezaran DAIŞ'iyên bi malbatê xwe re dikim. Bi hevkariyeke navdewletî dikare ji vê komê re çareserî bê dîtin. Em neçarin ku zûtirin pêşiya vê bobelatê bigirin. Ewropa peyamên şermezarkirinê dide; lê ev têr nakin. Ev peyam tenê rojên we xelas dikin. Ji bo ku Tirkiye ji vê şaşiyê vegere divê hûn danekirinên pêwîst deynin ser. Bila di vê mijarê de kes ne li du hesabê berjewendiya be. Di serî de kurd welatiyên me yên elewî bi gelek talûkeyan re rû bi rû ne. Êdî dema micid girtina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ez careke din bang, li desthilata ku em banga derketina ji Sûriyeyê lê dikin, dikim û dibêjim; Ji Sûriyeyê derin, qeyûman vekişînin û hevalên me yên binçavkirî berdin. Dawî li hiqûqa tecrîdê bînin. Demek zûtir bi Ocalan re hevdîtinan bidine destpêkirin. 
 
'DIVÊ EM TEV BI HEV RE JI ŞER RE BIBÊJIN NA'
 
Em dizanin ev desthilat ji ber ku têkçûye van tiştan dike. Em bang li gel dikin ku di vê mijarê de helwesta xwe ya dijberî şer nîşan bide û têbikoşe. Em bang dikin dayikê li dijî desthilatê li cem hev bisekinin. Şer ji herkesî re êş û mirinê tîne. Ji bo em 'ji şer re bibêjin na' divê em hê bi hêztir bên gel hev. Divê 72 millet bi hev re bibêje 'ji şer re na'. Divê em pêkvejiyan û têkoşîna xwe ya aştiya bi rûmet biqîrin û desthilatê ji ser serê xwe bavêjin. Rêya vê yekê jî di têkoşîna demokrasiyê re derbas dibe."
 
Piştî axaftinê Temellî û kesên pê re çûn serdana malbatên kesên ku ji ber ketina guleya hewanê jiyana xwe ji dest dabûn û serxweşiyê dan wan. 

Sernavên din

17/10/2019
13:01 Riha veguherî qada eskerî
12:52 Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî: Bi vî şerî re mirovahî dimire
12:27 KKP: Em ê ji tundiyan re serê xwe netewînin
12:17 Di doza Medenî Yildirim de tu pêşketin tune ye
12:03 Yaşli ê ji ber bi kurmancî axivî û rastî êrîşê hat behsa bûyerê kir
11:51 Rojnamegerên li Serêkaniyê: Heta serê sibê bajar bombe kirin
11:37 Şaredariya Îzmirê heqê rê ji sedî 13 zem kir
11:31 Jinên Rihayî: Armanc, gelê kurd ji cih û warê wê kirin e
11:29 Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê: 300 hezar kesî malên xwe terk kirine
11:25 Bi hezaran gelê Silêmanî ji bo Serêkaniyê daket qadan
11:19 Piştî 4 mehan cenazeyê Davût Ecer dan
11:00 Hevşaredarên di bin çavan de derxistin dozgeriyê
10:56 Paylan: Şer li ser pişta xizanan fînanse dikin
10:55 Ji Hevşaredarên Nisêbînê şermezarkirina qeyûm pirsîne
10:54 ‘Me bi tilîliyan bi wan re şer kir’
10:37 Tê payîn Serokê KKP’ê Çîftyurek derxin dadgehê
10:28 Polisan li Edeneyê 13 kes binçav kirin
10:22 Sekretera Jinan a Egîtîm Senê: Em neçarin ku li şûna şer aştiyê hînê zarokên xwe bikin
10:04 Corbyn: Pêwiste NY li dijî dagirkirina Rojava têkeve tevgerê
10:03 Zarokan bi çîrok û xêzkirinê mafên xwe vegotin
09:59 Altan: DAIŞ, bi navê cuda bi destê Tirkiyeyê dikeve Rojava
09:14 'Kevokên me jî çûn, lê em ê neçin'
09:14 Amedî: Em ne şer, aştiyê dixwazin
09:13 Li Heskîfê rûxandin û kolandinêna arkelojîk bi hev re tên kirin
09:13 Saziyên Civaka Sivîl ên Wanê: Vî şerî rawestînin
09:12 Rojnamevanên xwedî tecrûbe: Dawiya dawî wê her derew îflas bike
09:11 'Şer giyaneweran û qadên jiyanê tune dike'
09:10 Erdogmûş: Tirkiye ancax bi diyalog û lihevkirinê dikare ji vê çiravê derkeve
09:01 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2019'AN
00:46 Nameya ku Trûmp ji Erdogan re şand derket holê
16/10/2019
22:22 Li 53 gundên Şirnexê 2 roj navber dan perwerdehiye
20:04 Xelîl: Tirkiye bi çekên fosfor û napalmê êrîşî Serêkaniyê dikin
19:50 Xwendekarên zanîngehên li Silemaniyê piştgirî dan Rojava
19:37 Kampa DAIŞ'ê ya li Eyn Îsa şewitandin
17:48 Swêdê jî firotina çekan a ji bo Tirkiyê sekinand
17:06 'Mirov bê parastin hatine hiştin'
16:49 Pompeo: Divê Erdogan vê dagirkeriya Sûriye rawestîne
16:42 TSK’ê gundê ereban bombebaran kir: Gelek mirî û birîndar hene
16:41 Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Pîrcan hat binçavkirin
16:41 Li Wêranşar û Rihayê tevgera ambulans û maşîneyên cenazeyan zêde bû
16:24 Topa hewanê li gundê ser sînorê Cizîrê ket: 3 kes birîndar bûn
16:17 TBB ji bo kongreyê pêk bîne hêjmara tê xwestin bi dest xist
16:13 Temellî li Nisêbînê bang kir: Divê Tirkiye destê xwe ji ser Sûriyê rake
16:06 Neteweyên Yekbûyî ji Tirkiyeyê xwest şer rawestîne
15:34 Rojnamegerên li Serêkaniyê dîmenê şer bi dijwarî didome parve kirin
15:11 Hevserokê HDP'ê yê berê yê Erzînganê binçav kirin
14:56 Nexweşê penceşêrê 8 roj in di bin çavan de ye
14:54 QSD’ê li qereqola sînorê Bêrecûkê da
14:38 'Desthilat dixwaze bi şer krîzê bi civakê bide jibîrkirin'
14:37 QSD’ê bi fuzeyên katyûşa bersiv da
13:59 Xebatkarên nexweşxaneyê hişyar kirin: Agahî nedin, parve nekin!
13:46 Tosûn: Hemû êrîşên li dijî vîna gel neheq in
Ocalan: Li 4 navçe û 40 gundan şer heye
13:44 Baroya Rihayê banga civîna awarte li TBB'ê kir
13:29 Li Hezexê polisan êrîşê HDP'iyan kir: Çalakger xeriqîn
13:26 Hevserokên Giştî yên HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina Çîftyurek dan
13:10 Koalîsyona navneteweyî baregeha xwe ya Kobanê îmha kir
13:04 'Ji bo em stranên azadiyê bêjin em ji şer re bêjin na'
12:53 Li Ahmet Turk lêpirsîna ‘Newrozê’ vekirin
12:47 Mêrê ku mamoste Şengul Karaca kuşt beraet kir
12:44 Lavrov: Em ê navbeynkariya xwe ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de bidomînin
12:22 Meclisa Jinan a HDP'ê: Em ê têkoşîna xwe bilind bikin
11:37 Surucu: Ji kaniya aştiyê xwîn diherike
11:36 Biryara nepeniyê danîn ser dosyayê hevşaredaran
11:23 'Polîs çek xist serê min'
11:13 Rojnameger Canozer beraet kir
11:06 Serokê KKP'ê Sînan Çiftyurek hat binçavkirin
10:18 Ciwanên endamên Dev-Guç'ê bînaya CHP'ê ya navçeyê Şîşliyê desteser kirin
10:00 ‘Hem şer dikin hem navê wê dikin Kaniya Aştiyê'
09:56 Prof. Dr. Jongerden: Sûcê Amerîka û YE'yê pir mezin e
09:24 ‘Tirkiye sûcê şer dike'
09:24 Malbatên ji Nisêbînê hatin Cizîrê: Em dîsa tên kuştin û koçber dibin
09:23 Li Şirnexê nerazîbûna ji bo 'operasyonê': Dawetên bisaz tên betalkirin
09:23 Olçay a Heskîfî ku ji bêgavî koç kir: Bîranên min di baxçeyê min de man
09:22 Bi hinceta 'Ji bo HDP'iyan devliken bûn' hatin fîşkirin
09:21 Paltforma Koçberiyê: Koçberiya li Nisêbînê koçberiyeke demborî ye
09:20 'Li dijî êrîşan bersiva mezin Yekîtiya Neteweyî ya Kurd e'
09:20 Li Girtîgeha Turkoglûyê girtî hatin derbkirin
09:19 Portreya Prof. Celîlê Celîl 'Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî' derket
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2019'AN
15/10/2019
23:13 Wê heyeta agirbestê ya DYA'yê biçe Tirkiyeyê
22:39 Kanadayê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand
22:23 Li Cizîrê avêtin ser malan
22:16 Ji ber bi kurdî axivî êrîşî kalê 74 salî kirin
20:50 Leşkerên DYA'yê binkeyeke din jî hêlan û çûn
20:40 Hoşyar Zêbarî: Tirkiye 'qirkirineke etnîkî' dike
19:33 'Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê' li Kobanê sivîl revandin
18:53 Parlementoya Herêmê 12 xal ji bo piştgiriya Rojava erê kir
18:03 Balafirên şer taxên Serêkaniyê bombe dikin
17:51 Ji ber ku cenaze bir 9 sal ceza li hat birîn
17:47 Zagros Kobanê yê di parastina Girê Spî de: Hemû cîhan wê şahidiya berxwedana me dike
17:31 262 cenazeyên Goristana Xerzanê li goristana bêkesan hatin veşartin
17:25 Koalîsyona navneteweyî: Em ji Minbicê derketin
17:03 Li Dara Hênê7 herêm hatin qedexekirin
17:00 Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Esper: Fermana Erdogan rê li ber hilweşandinê vekir
16:43 Ji Meclisên Ciwanan a HDP'ê banga 'mezinkirina berxwedanê'
16:43 Kontrola bi tedbîr a li ser Rojnameger Dogru rakirin
16:18 Di hoparlorên şaredariyê de ‘Sirûda Mehter’ lê didin
16:12 20 endamên SMO û 9 esker birîndar bûn
16:01 'Ma dijderketina şer sûc e?'
15:35 Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Rûsya: Me di navbera Şam û kurdan de navbeynkarî kir