Temellî li Nisêbînê bang kir: Divê Tirkiye destê xwe ji ser Sûriyê rake 2019-10-16 16:13:25 MÊRDÎN – Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li Nisêbînê axivî û got: “Pêwîste Tirkiye demildest ji Sûriyê û ji Efrînê jî derkeve. Bila li Sûriyê pêşiya çareseriya siyasî vebibe. Heke ev tune be wê ji wê maseyê çareserî dernekeve.”  Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî ji bo serdana şîna kesên li Nisêbînê di encama topên hewanê de jiyana xwe ji dest da çû navçeya Nisêbîna Mêrdînê. Parlamenterên HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglu, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Pero Dundar, Ebru Gunay, Necdet Îpekyuz, Semra Guzel û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin jî li gel Temellî bûn.    Konvoya HDP’iyan di têketina Nisêbînê de hat rawestandin. Piştî lêgerîna kontrolê ji 30 wesayitan destûra 15 wesayîtan dan ku derbasî navçeyê bibin.    Heyeta HDP’ê ewilî derbasî avahiya rêxistina HDP’ê ya Nisêbînê bû. Polîsan bi maşîneyên zirxî avahiyê dorpêç kirin. Temellî û yên li gel wî ji aliyê rêveberên HDP’ê ve hatin pêşwazîkirin. Temellî ewilî derbarê Maseya Krîzê ya li navçeyê hat avakirin û rewşa navçeyê de agahî wergirtin. Temellî pişt re daxuyanî da.   ‘RÛYÊ RAST Ê ÎKTÎDARÊ XWE DI ŞER DE DIDE NÎŞANDAN’    Temellî diyar kir ku binpêkirina qanûnan êdî ketiye rewşek asayî û got: “Îktîdarek her cûre maf û hiqûqê desteser dike heye. Ev îktîdar ji şer xwe têr dike. Ev îktîdar bi şer li ser pêya xwe dihêle. Vî şerî jî dispêre xelkê Tirkiyê û herêmê. Rûyê rast ê vê desthilatdariyê bi şer derdikeve holê. Ev îktîdar dijminê kurdan e. Kesê îktîdarê birêve dibe jî dijminê kurdan e. Heke dijminiya kurdan nekin ev 5 sal in ev ax wê vê zilm û êşê bibîne? Îro jî tişta dike ev e. Li ser gelê kurd dixwazin şer birêve bibin. Li Nisêbînê ji ber polîtîkaya şerxwaz 12 însanên me yên bêguneh jiyana xwe ji dest dan. Bila malbatên wan baş dizanibin em ê ser sedemê vê mirinê lêkolîn bikin. Teqez em ê hesabê van mirinan bipirsin. Ev êş êşa me hemûyan e. Ez ji birîndaran re jî şîfa xêrê diwazim.”    ‘BI SED HEZARAN ÎNSAN JI WARÊ XWE BÛYE’    Bi sedan însanên sivîl ji ber vî şerî jiyana xwe ji dest dan û wiha domand: “Bi hezaran însan ji mal û warê xwe bûn. Li gorî daneyên fermî 60 hezar însan ji cihê xwe bûn. Ji dagirkirina Efrînê heta îro dema mirov lê dinêre nîv milyon însan li ser axa xwe koçber bûne. Çima gelo? Çima ev şer heye? Çimkî îktîdarek ku xwe ji şer têr dike û senaryoyan çêdike li hember me heye. Hemû kesên xwedî wîjdan û edaletxwaz divê li dijî vî şerî derkevin.”    ‘JI BÎR NEKIN EV ŞER WÊ ME HEMÛYAN BIŞEWÎTÎNE’   Temellî, bang li hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn kir û wiha pê de çû: “Gelê kurd bi tenê nehêlin. Nebin alîgirê vê nijadperestî û bêmafiyê. Dawî li vê dijminantiyê bînin. Ev yek di destê we de ye. Mil bin vê têkoşîne. Ger îro ev dijminantî bi dawî nebe, ji bîr nekin ev şer wê me hemûyan bişewitîne.”   GOTINÊN OCALAN BI BÎR XIST   Temellî, da zanîn ku ev desthilatdariya faşîst nizane raweste û wiha dom kir. Hiqûqa ku Dadgeha Bilind û serbixwetiya darazê nas nake, hiqûqa tecrîdê ye. Birêz Ocalan çi digot? Digot rêya rawestandina şer di muzakereyên demokratîk re derbas dibe û divê hemû kes ji vê dersan derxîne. Formula jiyana bi hevre, neteweya demokratîke. Wî li dû çareseriyê baz dida. Di got ‘Ger bihêlin ezê di rojekê de aştiyê bînim.’ Lê dûre  çi bû. Şer derket. Ji ber ku ev rejîm rejîma qeyûme.”    ‘EM Ê TU CARÎ BÊDENG NEBÎN Û EM LI VIRIN’   Temellî, di axaftina xwe de li ser binçavkirinên hevşaredarên Nisêbîn, Colemêrg, Gever û Erdîşê jî rawestiya û wiha got: “Ji bo dosyayên wan jî biryara veşartinê dan. Dixwazin hemû HDP’iyan ‘terorîst’ îlan bikin. Bi vê dixwazin dijminantiya li dijî HDP’ê pêş bikin û xwe li ser vê bidin jiyîn. Wisan difikirin ku wê dengê me bibirin. Lê emê tu carî bêdeng nebin û em li virin.”    'DIVÊ TIRKEYE DESTÊ XWE JI SÛRIYEYÊ BIKIŞÎNE'   Temellî, di dewama axaftina xwe de wiha pê de çû: “Em ji vê derê bang li tevahiya gelên Tirkiyeyê dikin. Îro li dijî vî şerî derkevin. Nîveka artêşê anîne ser sînor. Çekên herî giran li ser sînorin û li wê derê qiyamet radibe. Lê dîsa dibêjin ‘ev ne şere.’ Gelo em ji vê re ne bêjin şer emê ji çi re bêjin şer. Demildest divê Tirkiye ji Efrînê vekişe. Bila li Sûriyeyê pêşiya çareseriya siyasî vebe. Ger ev tune be, wê li ser wê maseyê jî çareserî dernekeve holê. Çareseriya meseleya kurd, a rastî çareseriya demokrasiyê ye. Li cihekê ku Kurd lê tunebin, li wê derê kes nikare tiştekê bike. Vaye îro rejîma Esadê bi xwe hat ser maseya çareseriyê. Divê ji Sûriyeyê re çareseriyek bê dîtin û Tirkiye jî ji bo vê nebe asteng. Divê ev desthilatdar dest xwe ji Sûriyeyê vekişîne.”   'PEYAMÊN ŞERMEZARKIRINÊ TÊR NAKIN'   Hema bibêje 12 hezar DAIŞ'î reviyane. Qala bi deh hezaran DAIŞ'iyên bi malbatê xwe re dikim. Bi hevkariyeke navdewletî dikare ji vê komê re çareserî bê dîtin. Em neçarin ku zûtirin pêşiya vê bobelatê bigirin. Ewropa peyamên şermezarkirinê dide; lê ev têr nakin. Ev peyam tenê rojên we xelas dikin. Ji bo ku Tirkiye ji vê şaşiyê vegere divê hûn danekirinên pêwîst deynin ser. Bila di vê mijarê de kes ne li du hesabê berjewendiya be. Di serî de kurd welatiyên me yên elewî bi gelek talûkeyan re rû bi rû ne. Êdî dema micid girtina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ez careke din bang, li desthilata ku em banga derketina ji Sûriyeyê lê dikin, dikim û dibêjim; Ji Sûriyeyê derin, qeyûman vekişînin û hevalên me yên binçavkirî berdin. Dawî li hiqûqa tecrîdê bînin. Demek zûtir bi Ocalan re hevdîtinan bidine destpêkirin.    'DIVÊ EM TEV BI HEV RE JI ŞER RE BIBÊJIN NA'   Em dizanin ev desthilat ji ber ku têkçûye van tiştan dike. Em bang li gel dikin ku di vê mijarê de helwesta xwe ya dijberî şer nîşan bide û têbikoşe. Em bang dikin dayikê li dijî desthilatê li cem hev bisekinin. Şer ji herkesî re êş û mirinê tîne. Ji bo em 'ji şer re bibêjin na' divê em hê bi hêztir bên gel hev. Divê 72 millet bi hev re bibêje 'ji şer re na'. Divê em pêkvejiyan û têkoşîna xwe ya aştiya bi rûmet biqîrin û desthilatê ji ser serê xwe bavêjin. Rêya vê yekê jî di têkoşîna demokrasiyê re derbas dibe."   Piştî axaftinê Temellî û kesên pê re çûn serdana malbatên kesên ku ji ber ketina guleya hewanê jiyana xwe ji dest dabûn û serxweşiyê dan wan.