Dozger dayika pitikê 35 rojî yê li Cizîrê mir, wek 'gumanbar' nîşan da!

  • rojane
  • 09:37 2 Kanûn 2017
  • |
img

ŞIRNEX – Di lêpirsîna der barê mirina Muhammed Tahîr ê 35 rojî ku di dema qedexeya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest da hatibû vekirin de, bi sifetê "gumanbar"iyê îfadeya dayik Sosin Yaramûşê hat wergirtin. Dozgeriyê der pêş kir ku ji ber pevçûnan ekîpmanên 112'an nikaribûne mudaxileyî pitikê bikin û biryara neşopandinê da. 

Di lêpirsîna der barê mirina Muhammed Tahir Yaramûşê 35 rojî ku di dema qedexeya derketina derve ya di navbera 4-12'ê Îlona 2015'an de li Cizîra Şirnexê hat îlankirin de jiyana xwe ji dest da, Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê biryara neşopandinê da. Derket holê ku di çarçoveya lêpirsînê de bi sifetê "gumanbar" îfadeya dayika Yaramûş Sosin Yaramûşê hatiye wergirtin. Hat diyarkirin ku ji ber panîka teqîna li nêzî mala wan pêk hatiye Yaramûş ji destê diya xwe ketiye û di rapora ku ji aliyê Saziya Tiba Edlî ve hatiye amadekirin de hatiye gotin ku ji ber xwînwerivîna mêjî jiyana xwe ji dest daye. 
 
Di lêpirsîna dozgeriyê de, hat destnîşan kirin ku dayik Sosin Yaramûş ji ber dengê teqînê û çekan tirsiyaye û ji ber vê pitika di dest wê de ketiye. Dozgeriyê diyar kir ku di mirina pitikê de dayik ne qisûrdar e û wiha diyar kir: "Ev qewimîna ku ji ber tevgerîneke qisûrdar pêk hat, bi taybetî ji rewşa şexsî û malbatî ya kiryar, divê êdî ceza lê neyê birîn û cezayê ku ji ber qisûrdariyeke bizanebûnî bê dayîn jî divê ji nêvî heta ji şeşan yekê jî dikare bê daxistin." Dozgeriyê diyar kir ku ji ber mirina pitika xwe dayikê êşeke mezin kişandiye û cih da van gotinan: "Ji bo bêtir neyê mexdûrkirin, bi awayekî aşkere hatiye sererastkirin ku divê ceza li kesên wisa neyê birîn û dema ev hemû li ber çavan tên girtin divê gumanbar di asta qusûrdariyê de jî neyên îstinadkirin." Di lêpirsînê de îfadeyên gumanbar û gazinker bav Abdûllah Yaramûş jî cih girtin û dozgeriyê derpêş kir ku ji ber pevçûnan ambulans nikaribûye biçe cihê bûyerê û cih da van îfadeyan: "Li kuçe û derdora ku mala wan lê ye, ji ber di navbera endamên rêxistina terorî û hêzên ewlehiyê de pevçûnên dijwar diqewimîn ekîpmanên 112'an nikaribûne biçin cihê bûyer û mudaxileyî pitika birîndar bikin." 
 
BAV YARAMÛŞ: 112 GOT EW NIKARIN BÊN 
 
Bav Abdûllah Yaramûş wiha behsa roja bûyerê kir: "Di roja duyemîn a qedexeyê de, dema em li baxçe rûniştî bûn li nêzî mala me ji nişkave teqînek rû da û dengê pevçûnan bilind bûn. Paşê bi lez û bez me hewl da em têkevin hundur. Pitika me ya di hemêza dayika xwe de bû ket erdê. Paşê nerihet bû. Em saet li dor 21.00'ê li ekîpmanên 112'an geriyan. 112 got ew nikarin bi şev bên, ew ê ber destê sibehê bên. Dîsa em gelek caran lê geriyan. Ambulans ber destê sibehê hat, lê polîsan ew li Kuçeya Sûltanê ya li hemberî kuçeya me ya da sekinandin. Nehiştin bê. Dengê ambulansê dihat me. Lê belê nehat cihê ku em lê bûn."
 
‘BÊYÎ KU PITIKÊ WERGIRE, AMBULANS VEGERIYA' 
 
Yaramûş diyar kir ku wan xwestiye ew biçin kuçeya ku ambulans lê bûye, lê belê dema wan serê xwe derxistiye çek dihatin berdan û ev tişt gotin: "Herî dawî bêyî ku pitika me wergire ambulans vegeriya. Me jî hewl da bi ava sîrkê agirê pitikê daxînin. Car carinan pitik diverşiya. Saet li dor 15.00'an me dît ku pitik êdî bêhnê nastîne. Heke destûra hatina ambulansê bidanan, wê kurê min nemirina. Dewleta ku mafê tenduristiyê nade min, hevjîna min sûcdar dike. Heke teqîn çê nebûna, ma wê pitik ji bo çi biketana? Heke ambulans bihatana wê bitik rakirinana nexweşxaneyê." 
 
CENAZEYÊ YARAMÛŞÊ BIÇÛK LI TAXÊ HATIBÛ RAWESTANDIN
 
Di dema qedexeya derketina derve ya 8 rojan a li Cizîrê de Selman Agar (10), Sait Cagdavul (19), Osman Çaglı (18), Cemile Çagirga (13), Ozgur Taşkin (20), Meryem Sune (53), Maşallah Edin (35), Zeynep Taşkin (18), Bunyamin İrci (15), Sait Nayci (17), Mehmet Erdogan (75), Eşref Erdin (60), Şahin Açik (75), Muhammed Tahir Yaramuş (35 rojî), Mehmet Emin Levent (21) û Suphi Saral (50) jiyana xwe ji dest dabûn. Di dema qedexeyê de destûra definkirina cenazeyan nehatibû dayîn. Cenazeyê Yaramûş 2 rojan li mizgefta taxê hatibû rawestandin û paşê li ser hewldanên parlementerên HDP'ê ji mizgeftê hatibû wergirtin û radestî ambulansê hatibû kirin. 
 
Her 16 cenaze piştî bidawîbûna qedexeyê ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hatibûn definkirin. 
 
MA / Cihan Ölmez
 

Sernavên din

02/12/2017
15:53 Koçyîgît: Ji hêza jinan ditirsin
15:51 Şahbaz: Desthilatdarî kal û pîran wekî nexweşî dibîne
15:40 ÎHA xwest girtiya nexweş Seyran Demîr bê berdan
15:39 Aqûbeta windayan pirsîn
15:10 ‘Werin guh bidin dengê elewiyan’
15:07 Îdiaya Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îşkenceyên dijwar lê kirin
14:34 Platforma Em Destûr Nadin Yek Tîpê ava bû
14:30 7 kes bi lêdanê binçav kirin
14:29 Dayikên Şemiyê: Ji muwekîl heta parêzerê wan dîrokek tarî heye
14:10 Serpîl Kemalbay: Pirsgirêka bingehîn ne rejîma Erdogane…
14:09 'Divê dewlet vê eybê paqij bike'
14:00 Leşkeran êrîşî dijberên HES’ê kir
13:55 23 sal şûnde ew wêne vegot
12:55 Dê li dijî OHAL’ê têkoşînê bidin
12:55 Di kontrola rê de kesek hat binçavkirin
12:46 Rojnameger dê sibê li ber Ozgur Ulkeyê bin
12:45 Erka merhbirîna miftîtiyê fermî bû
12:39 Bîlîcî: Pêkanînên li dijî cenazeyan îşkence ye
12:28 Foza Yûsif: Serkeftina Rojava dê aloziya Sûriyeyê çareser bike
12:16 Hunermendên kurd: Portala muzîkê Netd stranên kurdî sansûr dike
12:15 Kalê 70’ê salî Arslan hat berdan
12:05 Dozger ketine pey parlementerên HDP’ê û fezlekeyan amade dikin
12:02 Destûra HES'ê ya li ser Çemê Kolikê çawa hat girtin?
11:13 Şandeyên çavdêr: Rojava dibe modela demokrasiyê
11:01 Qedexeya li ser 42 gundên Amedê hat rakirin
11:00 Ji mala Nuriye Gulmen: Em kêfxweşin
10:27 Sosret: Koda ‘Şervanê Terorîst ê Biyanî’ li pidikan dikin
09:58 'Di vê jiyanê de em jî hene!’
09:40 Seyda bi berhemên xwe ket nav karwanên nemiran
09:38 'Îktîdar dixwaze profîla 'xebatkara îtaatkar' çê bike'
09:37 Dozger dayika pitikê 35 rojî yê li Cizîrê mir, wek 'gumanbar' nîşan da!
09:37 Navenda jinê kirin saziya 'ferzkirina çêkirina zarokan'
09:35 Peykertraş Dogan: Dengbêj Evdalê Zeynikê remza wêjeya devkî ye
09:34 Li ber stranên kurdî govend gerand rastî lêpirsînê hat
09:30 Ji girtîgehê giliyê Demîrtaş kir!
09:23 Jin li dijî zextan 30 roj in di çalakiyan dene
09:22 Elewiyên meletiyî: Demildest kiryaran bibînin
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNAN 2017'AN
01/12/2017
23:27 Hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê: Dengdayîn bi dawî bû
23:16 Zarrab: Piştî zêran bi bazirganiya xwariniyî ya sexte çerx hatiye zîvirandin
21:27 Mal û milkên Reza Zarrab û xizmên wî hatin desteserkirin
21:12 Nûriye Gulmen hat tehliyekirin
18:34 3 kes li Enqereyê hatin girtin
17:57 Serlêdana malbatan hat redkirin
16:23 Li heremên ereb beşdariya hilbijartinan zêde ye
15:51 Seydî Firat hat berdan
15:45 Hevserokê PYD’ê dengê xwe avêt
15:44 Civîna Asta Bilin a Jinan: AKP ji jina bi hêz ditirse
15:41 Wekîla berê ya DSP’ê Saray: HDP bû rûyê jinê yê dîtinbarî
15:29 Abdurrahman Şen li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
15:19 Xelîl: Coşa hilbijartinên federasyonê bersivê dide Erdogan
14:59 8 sal û 10 meh cazayê girtîgehê li 5 kesan birîn
14:56 Ji Berberoglu re cezayê heta hetayê xwestin
14:55 Walî 30 navendên Dersimê 15 rojan qedexe kir
14:37 Li 3 navçeyên cuda 5 caran heman îxbar kirin!
14:35 Çerkesan jî deng dan
14:30 3 çalakgerên Kolana Yukselê hatin binçavkirin
14:23 4 kes li Hatayê hatin berdan
13:57 Polîsan nehişt belgefîlmê Sûrê bê pêşandan
13:56 Ji ber medya civakî 21 meh û 25 roj ceza lê birîn
13:24 Kalê 70 salî binçav kirin kîsê arvan rijandin
13:13 Kesek li Giyadinê hat girtin
12:56 Li Stenbolê jî malek elewiyan îşaret kirin
12:42 4'emîn Sempozyuma Bajêr a Stenbolê: Sûrê dikin qurbana rantê
12:41 DMME ji bo Amedspor û Nakî parastin ji Tirkiye xwest
12:40 Nehiştin rêxistinên jinan tev li doza Emanî bibin
12:13 Malbata Ocalan ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan
11:48 ‘Bi milyonan betalin, lê bac ji bo berjewendiyên qirêj xerç kirin e'
11:48 Dadgeh ji bo cezakirina Keskîn dixebite: 355 hezar û 920 TL ceza birîn
11:30 Şandeyên çavdêr hilbijartinan dişopînin
11:27 Rûniştina doza Berberoglu dê bi girtî bê dîtin
11:09 Gelo dê karibin bi Êrîşa li dijî Efrînê îtirafên Zarrab binixumîne?
10:41 Muxtarên bê tax Sûr vegotin
10:40 Muxtarê wêne parve kir rastî lêpirsînê hat
10:12 Bav û birayê girtiyan: Zilma Kenan Evren derbas kirin
09:45 ÎDO ji ber bahozê seferên li Deryaya Marmarayê betal kir
09:36 Qirîza aborî kûr dibe û esnafên Wanê zerar dikin
09:35 20 jinên xwestin tev li weşanê TRT'ê bibin hatin cezakirin
09:34 Rojnameger Aydogan: Ev çand dê bidome
09:33 Hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê dest pê kirin
09:15 Polîsan û leşkeran di serdema OHAL’ê de 64 kes kuştin
09:12 ‘Divê Ewropa der barê tecrîda li Îmraliyê de biryara mueyîdeyê bide’
09:12 Rêyên Cizîrê kun kunî bûne
09:11 Ji ber bihabûna kayê, pincarê garis didin sewalên xwe
09:10 'Kesê îro şibekê bişkîne dê sibê mirovan bikuje'
09:00 ROJEVA 01'Ê KANÛNA 2017'AN
30/11/2017
22:09 Hunermendên NÇM’ê hatin berdan
17:26 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
16:57 Roboskiyan: Bi Elçî re aştî û edalet jî qetil kirin
16:54 Piştî berteka bêsîvanan gotin ku 'Ev der cihê we ye'
16:34 Piştî 7 rojan girtî ma, bi hinceta îfadeya wî heye birin TEM’ê
16:09 Demîrtaş beraat kir
16:02 Heyeta HDP’ê çû Rojava
16:01 Platforma Piştevaniya Sûrê: Em dorpêçê rakin
16:00 Di Nobeda Edaletê de Tahîr Elçî hat bibîranîn
15:53 Ji Dîlokê daxwaza ‘Ne OHAL demokrasî'
15:06 Zaroka piyê wê di nava bariyerên polîsan de asê ma birîndar bû
14:57 Lûtkeya Jinê: Wekheviya jinê wekheviya civakê ye
14:57 3 çalakgerên Yukselê hatin binçavkirin
14:25 Li 3 bajaran 18 kes hatin binçavkirin