Dozger dayika pitikê 35 rojî yê li Cizîrê mir, wek 'gumanbar' nîşan da! 2017-12-02 09:37:58 ŞIRNEX – Di lêpirsîna der barê mirina Muhammed Tahîr ê 35 rojî ku di dema qedexeya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest da hatibû vekirin de, bi sifetê "gumanbar"iyê îfadeya dayik Sosin Yaramûşê hat wergirtin. Dozgeriyê der pêş kir ku ji ber pevçûnan ekîpmanên 112'an nikaribûne mudaxileyî pitikê bikin û biryara neşopandinê da.  Di lêpirsîna der barê mirina Muhammed Tahir Yaramûşê 35 rojî ku di dema qedexeya derketina derve ya di navbera 4-12'ê Îlona 2015'an de li Cizîra Şirnexê hat îlankirin de jiyana xwe ji dest da, Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê biryara neşopandinê da. Derket holê ku di çarçoveya lêpirsînê de bi sifetê "gumanbar" îfadeya dayika Yaramûş Sosin Yaramûşê hatiye wergirtin. Hat diyarkirin ku ji ber panîka teqîna li nêzî mala wan pêk hatiye Yaramûş ji destê diya xwe ketiye û di rapora ku ji aliyê Saziya Tiba Edlî ve hatiye amadekirin de hatiye gotin ku ji ber xwînwerivîna mêjî jiyana xwe ji dest daye.    Di lêpirsîna dozgeriyê de, hat destnîşan kirin ku dayik Sosin Yaramûş ji ber dengê teqînê û çekan tirsiyaye û ji ber vê pitika di dest wê de ketiye. Dozgeriyê diyar kir ku di mirina pitikê de dayik ne qisûrdar e û wiha diyar kir: "Ev qewimîna ku ji ber tevgerîneke qisûrdar pêk hat, bi taybetî ji rewşa şexsî û malbatî ya kiryar, divê êdî ceza lê neyê birîn û cezayê ku ji ber qisûrdariyeke bizanebûnî bê dayîn jî divê ji nêvî heta ji şeşan yekê jî dikare bê daxistin." Dozgeriyê diyar kir ku ji ber mirina pitika xwe dayikê êşeke mezin kişandiye û cih da van gotinan: "Ji bo bêtir neyê mexdûrkirin, bi awayekî aşkere hatiye sererastkirin ku divê ceza li kesên wisa neyê birîn û dema ev hemû li ber çavan tên girtin divê gumanbar di asta qusûrdariyê de jî neyên îstinadkirin." Di lêpirsînê de îfadeyên gumanbar û gazinker bav Abdûllah Yaramûş jî cih girtin û dozgeriyê derpêş kir ku ji ber pevçûnan ambulans nikaribûye biçe cihê bûyerê û cih da van îfadeyan: "Li kuçe û derdora ku mala wan lê ye, ji ber di navbera endamên rêxistina terorî û hêzên ewlehiyê de pevçûnên dijwar diqewimîn ekîpmanên 112'an nikaribûne biçin cihê bûyer û mudaxileyî pitika birîndar bikin."    BAV YARAMÛŞ: 112 GOT EW NIKARIN BÊN    Bav Abdûllah Yaramûş wiha behsa roja bûyerê kir: "Di roja duyemîn a qedexeyê de, dema em li baxçe rûniştî bûn li nêzî mala me ji nişkave teqînek rû da û dengê pevçûnan bilind bûn. Paşê bi lez û bez me hewl da em têkevin hundur. Pitika me ya di hemêza dayika xwe de bû ket erdê. Paşê nerihet bû. Em saet li dor 21.00'ê li ekîpmanên 112'an geriyan. 112 got ew nikarin bi şev bên, ew ê ber destê sibehê bên. Dîsa em gelek caran lê geriyan. Ambulans ber destê sibehê hat, lê polîsan ew li Kuçeya Sûltanê ya li hemberî kuçeya me ya da sekinandin. Nehiştin bê. Dengê ambulansê dihat me. Lê belê nehat cihê ku em lê bûn."   ‘BÊYÎ KU PITIKÊ WERGIRE, AMBULANS VEGERIYA'    Yaramûş diyar kir ku wan xwestiye ew biçin kuçeya ku ambulans lê bûye, lê belê dema wan serê xwe derxistiye çek dihatin berdan û ev tişt gotin: "Herî dawî bêyî ku pitika me wergire ambulans vegeriya. Me jî hewl da bi ava sîrkê agirê pitikê daxînin. Car carinan pitik diverşiya. Saet li dor 15.00'an me dît ku pitik êdî bêhnê nastîne. Heke destûra hatina ambulansê bidanan, wê kurê min nemirina. Dewleta ku mafê tenduristiyê nade min, hevjîna min sûcdar dike. Heke teqîn çê nebûna, ma wê pitik ji bo çi biketana? Heke ambulans bihatana wê bitik rakirinana nexweşxaneyê."    CENAZEYÊ YARAMÛŞÊ BIÇÛK LI TAXÊ HATIBÛ RAWESTANDIN   Di dema qedexeya derketina derve ya 8 rojan a li Cizîrê de Selman Agar (10), Sait Cagdavul (19), Osman Çaglı (18), Cemile Çagirga (13), Ozgur Taşkin (20), Meryem Sune (53), Maşallah Edin (35), Zeynep Taşkin (18), Bunyamin İrci (15), Sait Nayci (17), Mehmet Erdogan (75), Eşref Erdin (60), Şahin Açik (75), Muhammed Tahir Yaramuş (35 rojî), Mehmet Emin Levent (21) û Suphi Saral (50) jiyana xwe ji dest dabûn. Di dema qedexeyê de destûra definkirina cenazeyan nehatibû dayîn. Cenazeyê Yaramûş 2 rojan li mizgefta taxê hatibû rawestandin û paşê li ser hewldanên parlementerên HDP'ê ji mizgeftê hatibû wergirtin û radestî ambulansê hatibû kirin.    Her 16 cenaze piştî bidawîbûna qedexeyê ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hatibûn definkirin.    MA / Cihan Ölmez