* Weşanxaneya Lîsê, portreya Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl "Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî" çap kir. Pirtûk ji aliyê Nîhat Gultekîn ve hatiye amadekirin û ji hevpeyvînên ku di 30 salên dawî de bi Celîlê Celîl re hatine çêkirin pêk tê.
* Parêzer Tûgay Bek, diyar kir ku li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa L a Turkoglû ay Mereşê ji ber ku girtiyan jimariya li ser piyan qebûl nekiriye hatine derbkirin.
* Welatiyên ku nerazîbûnên xwe yên ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dan, bilêv kirin ku bersiva herî mezin Yekîtiya Neteweyî ya Kurd e.
* Endamên Platforma Koçberiyê ku çûn Nisêbînê û lêkolîn kirin, destnîşan kirin ku ji bo gel koç bike bombebaran tê kirin û gotin, koçberiya li navçeyê koêberiyeke demborî ye.
* Piştî careke din qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, xebatkarên şaredariyê bi hinceta "Kesên ji bo HDP'iyan devliken bûn" hatin fîşkirin û ji bo îstifa bikin bi mobbîngê re rû bi rû man.
* Hazera Olçay ku ji ber Bendava Ilisûyê ji bêgavî ji Heskîfê koç kir, got: "Bîranînên min di baxçeyê mala min de man. Bi zorê me dişînin."
* Piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li navenda Şirnex û navçeyên wê dawetên bisaz tên betalkirin û li şûna wan mewlûd tê dayîn.
* Gelek malbatên Nisêbînê, piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bêgavî berê xwe dan navçeya Cizîrê. Malbatan, xwest şer bê rawestandin û gotin: "Em dîsa tên kuştin û dîsa koçber dibin."
* Sekreterê Şaxa ÇHD'ê ya Îzmîr Erdogan Akdogdû, ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, got: "Gava em li artêş û rêbazên ku Tirkiye bi kar tîne dinerin, aşkere ye ku li vira sûcekî şerî tê kirin û li hemberî gelên Rojavayê hewldaneke ji bo komkujiyê heye."
* Komeleya ANYAKAY-DER, dê têkildarî êrîşa Tirkiye ku li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin li Unkapani daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)
* Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB'a Îzmirê dê li Şaxa Odeya Endezyaran a Îzmirê têkildarî Roja Zexîreyan a Cîhanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, dê li Navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê lêkolîn bike û welatiyan ziyaret bike. (12.00)
* Şaxa Goç-Der'ê ya Amedê wê têkildarî lêkolîna ku li Navçeya Nisêbînê kirin raporê aşkere bikin. (14,00)