ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2019'AN 2019-10-16 09:00:39 * Weşanxaneya Lîsê, portreya Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl "Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî" çap kir. Pirtûk ji aliyê Nîhat Gultekîn ve hatiye amadekirin û ji hevpeyvînên ku di 30 salên dawî de bi Celîlê Celîl re hatine çêkirin pêk tê. * Parêzer Tûgay Bek, diyar kir ku li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa L a Turkoglû ay Mereşê ji ber ku girtiyan jimariya li ser piyan qebûl nekiriye hatine derbkirin.    * Welatiyên ku nerazîbûnên xwe yên ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dan, bilêv kirin ku bersiva herî mezin Yekîtiya Neteweyî ya Kurd e.    * Endamên Platforma Koçberiyê ku çûn Nisêbînê û lêkolîn kirin, destnîşan kirin ku ji bo gel koç bike bombebaran tê kirin û gotin, koçberiya li navçeyê koêberiyeke demborî ye.    * Piştî careke din qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, xebatkarên şaredariyê bi hinceta "Kesên ji bo HDP'iyan devliken bûn" hatin fîşkirin û ji bo îstifa bikin bi mobbîngê re rû bi rû man.    * Hazera Olçay ku ji ber Bendava Ilisûyê ji bêgavî ji Heskîfê koç kir, got: "Bîranînên min di baxçeyê mala min de man. Bi zorê me dişînin."    * Piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li navenda Şirnex û navçeyên wê dawetên bisaz tên betalkirin û li şûna wan mewlûd tê dayîn.    * Gelek malbatên Nisêbînê, piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bêgavî berê xwe dan navçeya Cizîrê. Malbatan, xwest şer bê rawestandin û gotin: "Em dîsa tên kuştin û dîsa koçber dibin."   * Sekreterê Şaxa ÇHD'ê ya Îzmîr Erdogan Akdogdû, ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, got: "Gava em li artêş û rêbazên ku Tirkiye bi kar tîne dinerin, aşkere ye ku li vira sûcekî şerî tê kirin û li hemberî gelên Rojavayê hewldaneke ji bo komkujiyê heye."    * Komeleya ANYAKAY-DER, dê têkildarî êrîşa Tirkiye ku li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin li Unkapani daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB'a Îzmirê dê li Şaxa Odeya Endezyaran a Îzmirê têkildarî Roja Zexîreyan a Cîhanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, dê li Navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê lêkolîn bike û welatiyan ziyaret bike. (12.00)   * Şaxa Goç-Der'ê ya Amedê wê têkildarî lêkolîna ku li Navçeya Nisêbînê kirin raporê aşkere bikin. (14,00)