Bûlût: Peyman dikare rengê şer biguherîne

  • rojane
  • 10:28 15 Cotmeh 2019
  • |
img

STENBOL - Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bulut, bal kişand ser peymana di navbera Rêveberiya Xweser a Demokratik a Bakur û Rojhilat a Sûriyeyê û Hikumeta Sûriyeyê de û wiha got: "Ev peymana hat îmzekirin dikare reng û rûyê şer biguherîne." 

Şerê ku eskerên TSK'ê û OSO ya girêdayî TSK'ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9'ê Cotmehê de dest pê kir, di roja 7'an de berdewam dike. Di 13'ê Cotmehê de Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û Hikûmeta Sûriyeyê, li ser geşedanên dawî û rewşa pêşeroja Sûriyeyê peyman îmze kirin. Di çarçoveya peymanê de artêşa Sûriyeyê derbasî Girê Spî û Eyn Îsa bûn. Artêşa Sûriyeyê li ser Rêya Bejayî ya M4 a Navneteweyî bi cih bûn. Dîsa li gelek bajarên li ser sînor û Minbicê bi cih bûn. Lê êrîşên TSK û OSO yên li dijî Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê didomin. Têkildarî geşedanên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dikevin û peymana di navbera Rêvebeiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Sûriyeyê de Pisporê Rojhilatê Navîn Faîk Bûlût nirxand. 
 
‘DIXWAZIN HERÊMA TAMPON AVA BIKIN'
 
Bûlût, anî ziman ku sedema ewil a operasyona ku Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin avakirina herêma tampon e û dixwaze rêveberiya xweser ji holê rake. Bûlût, bi gotina “Gefan li ewlehiya min a mîllî dixwe" vê operasyonê rewa dike û wiha axivî: "Armanca duyemîn a Tirkiyeyê dixwaze demografiya herêmê biguherîne. Dixwaze penaberan li wir bi cih bike. Ev proje ji Efrînê dest pê dike heta Şengalê dirêj dibe. Bêtir Rojhilatê Firatê tîne ziman. Lê di rastiyê de Rojavayê Firatê jî di nava vê projeyê de ye. Tirkiye dixwaze ji bo xwe herêma tampon li vir ava bike."  
 
‘DIXWAZE DEST3E XWE XURT BIKE
 
Bûlût, da zanîn ku sedema sêyemîn jî Tirkiye di peymanek navneteweyî de dema bi hêzên navneteweyî re li ser masayê rûnişt, dixwaze destê xwe bi hêz bike û wiha got: "Tirkiye dixwaze li dijî Artêşa Sûriyeyê Artêşek alternatîf ava bike. Ev nîşan dide ku naxwaze ji wê herêmê xwe vekişîne. Komên bi navê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) niha di bin navê Artêşa Sûriyeya Neteweyî de kom dike. Tiriye heta dikare bila bêje 'Em hurmetê nîşanî yekîtiya axa Sûriyeyê didin' Lê di rastiyê de artêşa ku tê avakirin li dijî yekîtiya axa Sûriyeyê ye. Li dijî artêşa sûriyeyê artêyek alternatif tê avakirin. Ev bi xwe nakokî ye. Tirkiye ji ber van sê sedeman operasyonê li dar dixe."  
 
‘TÊKOŞÎNA BI DAIŞ'Ê RE ZERAR DÎT 
 
Bûlût, anî ziman ku Tirkiye bi vê operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zerar da têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û wiha berdewam kir: “Rêxistina DAIŞ'ê ji xwe dema di kampê de bû jî dîsa ji derve çek dixist hundir. Li Kampa Holê jınên DAIŞ'ê li hundir jinek darve kiribûn. Heta carekê êrîşî hêzên QSD'ê kiribûn. Ev nîşan dide ku têkiliya wan bi derve re heye. Ev ji operasyona Tirkiyeyê sûd digirin û li 2 nokteyan bombe teqandin. Serbestiya DAIŞ'ê wê kêrî kê bê? Wê kêrî Tirkiyeyê bê. Ji ber ku ev wê li dijî QSD'ê şer bikin. Dîsa wê kêrî komên OSO bê. Berê jî têkiliya Tirkiye û DAIŞ'ê derket holê. Tirkiye dikare wan wekî eskerên xwe bikar bîne. Dikarin bêjin tobe kirin û ketin bin siya OSO. Lê tu ferqa DAIŞ û El Kaide ji hev tune ye." 
 
PEYMAN DIKARE RENGÊ ŞER BIGUHERÎNE
 
Bulut, bal kişand ser peymana di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Sûriyeyê û da zanîn ku ev peyman dikare reng û rêçûna şer biguherîne. Berê jî Hêsên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dixwest gavek bi vî rengî bavêje. Lê Hikûmeta Sûriyeyê nêzîk nedibû. Li vir li ser yekîtiya hêzê peyman îmze kirin. Di vê yekîtiya hêzê de kê çi da kê çi girt em niha nizanin. Ev peyman dikare rêçûna şer û rengê şer biguherîne. Rayedarên QSD'ê diyar kirin ku DYA piştna xwe dan wan û xêr ji wan tune. Wê helwesta DYA çi be emê binerin. DYA ji niha û şûnde pêşiya Tirkiye veke veneke em nizanin. Ger ku peyman bi Rûsyayê re hatibe kirin, Divê Rûsya seha hewayî li derve bigire. Hêzên kurd dikarin kozikên hevpar ava bikin. Ev jî wê rûyê şer biguhere."  
 
‘QSD REWA KIR' 
 
Bûlût, herî dawî anî ziman ku peymana di navbera du aliyan de bêtir QSD rewa kir û got: "Peymana ku bi Sûriye, Rûsya û îranê re hat kirin, bêtir QSD rewa kir. Bi qasî em dibînin Tirkiye bi biryare ku plana der barê Sûriyeyê de têxe meriyetê. Ger ku Sûriye têkeve nava şer, Rûsya bi her awayî wê piştgiriyê bidin Sûriyeyê." 
 
MA / Ferhat Çelik 
 
 

Sernavên din

15/10/2019
15:27 Dayikên Aştiyê: Em heta qiyametê li ber xwe bidin!
14:57 Nîzamettîn Toguç salek şûn ve hat berdan
14:57 Îngilterê jî firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand
14:55 Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: Leşkerên rûs li Minbicê ne
14:40 Li Minbicê serpelek û 2 esker hatin kuştin
14:29 Polis di serdegirtina malê de çek xist serî: Ez berdim
14:28 Buldan: Hewldana dagirkeriya Tirkiyeyê ne meşrû ye
14:22 Li Colemêrg û Geverê bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:18 Li Edeneyê ji bo demokrasiyê dicivin
14:04 Li Rihayê ambûlans qet nasekinin!
14:04 Efser Yaşar Kaya yê şerê li Girê Spî kordîne dikir birîndar bû
13:23 Topa hewanê li gundê ser sînor ket: 4 kes mirîn, 12 kes birîndar bûn
13:22 Elîaçik: Tirkiye dixwaze herêmê bê Kurd bihêle
13:21 Şaredarê AKP'ê ji bo piştgiriya êrîşê banga civîna meclisa şaredariyê kir
13:19 NY: Tirkiye li gorî hiqûqa navnetewî sûc dike
12:54 Ji Volkswagenê bo Tirkiyê biryara taloqê
12:33 Bi sedan ekolojîstan bang 'Dagirkeriyê rawestînin' kirin
12:20 Jinek li Îzmîrê hat kuştin
12:18 Li Çewlikê 3 kes hatin girtin
12:15 Karker û kedar: Em naxwazin fatureya şer bidin
12:03 Parlamentoya Kurdistanê civiya: Li dijî êrîşan banga parastina hevpar kir
11:49 Polîsan li parlamentera HDP’ê da û daxuyanî qedexe kir
11:46 Li Eyn Îsayê êrîşî wesayîta sivîl kirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:45 Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi mijara Rojava civiya
11:38 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:37 Dersimî: Di şerê hatiye destpêkirin de mirin aj dide
11:36 Şerê Suriyeyê dîsa li serî vegeriya!
11:30 Çînê bang li Tirkiyeyê kir ku şer rawestîne
11:21 DYA ji Mînbîcê vedikêşe
11:15 Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Zorê Hatin Desteserkirin: Hişyariya DAIŞ’ê kir
11:08 Dayika eskerê ku 17 sal ceza lê birîn: Em edaletê dixwazin
10:55 'Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li cem jinên Rojava cih bigirin’
10:55 70 partî û saziyên civakî: Seha hewayê li Tirkiyeyê qedexe bikin
10:28 Bûlût: Peyman dikare rengê şer biguherîne
10:21 Polisan li Bûrsa û Meletiyê bi ser malan de girt
10:14 Polîsan bav li ser gora kurê wî binçav kirin
09:17 'Em hemû şahid in ku DAIŞ'ê komkujiyên çawa pêk aniye'
09:16 Birîndarê Komkujiya Enqereyê: Tirkiye dixwaze dîsa rê li DAIŞ'ê veke
09:16 Qereqolê ji bo 'hawanên tên avêtin' got: Em ji bo cerbandinê davêjin
09:15 Bi darê zorê li wesayîtê siwar kirin û gef lê xwarin
09:12 Sancili: Salekê zêde di girtîgehê de mam
09:00 Hevşaredarên Nisêbîn, Colemêrg, Gever û Erdîşê hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2019'AN
14/10/2019
23:42 UNICEF: 4 zarok mirine, 70 hezar jî koçber bûne
20:35 Çekya firotina sîlehan a Tirkiyeyê rawestand
20:15 QSD’ê bîlançoya şer a 14’ê Cotmehê eşkere kir
19:49 Nûçegihanê ANHA'yê û 5 sivîlên jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşartin
19:35 Xebatkarê Yenî Yaşamê Aslan hat binçavkirin
18:50 Surucu: Polîsan ketina Pirsûsê li wekîlên HDP'ê qedexe kiriye
17:54 Xwendekarên Efrînê: Êrîşên li dijî Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin
17:43 Vaye hefs û kampa DAIŞ’iyên jê reviyan
17:21 HDP çû serdena Serê Kaniyê û Nisêbînê
17:07 'Ên li dijî êrîşan deng dernexin şîrikê sûc in’
17:06 Parêzerên Hewlêrê: Êrîşên Tirkiyeyê sûcê şer e
17:01 Barzanî: Eger Tirkiye Rojava dagir bike, dê berê xwe bide Başûr
16:54 Gefên kuştinê li siyasetmedarên kurd ên binçavan de tê xwarin
16:43 Rojnameger Bagdu li ser gora wî bibîr anîn
16:43 CPJ êrîşa Tirkiyê ya li ser rojnamegeran şermezar kir
16:23 Aldar Xelîl: Ev ne tifaqe, tenê li dijî parçebûn û dagirkirina sînorê Sûriyê peyman e
15:38 Hunermendan li dijî şer kampanya da destpêkirin: Şer bidin rawestandin!
15:38 Kurtulan: Ev dagirkerî ye
15:28 ÎHD, TÎHV, SES, MTO û Baroya Amedê li Nisêbînê ne: Divê şer demildest rawest e
15:20 Tê xwestin gundên li ser sînorê Kobanê bên valakirin
15:02 Dolar li hemberî TL zêde bû: Ji 5.89'an derket 5.93'an
14:49 Li Amedê qeza çêbû: 2 kes mirin û 4 kes birîndar bûn
14:34 Berdevkê Kremlîn: Em naxwazin li îhtîmala pevçûnê jî bifikirin
14:30 Parêzerên li Hewlêrê: Êrîşên Tirkiyeyê sûcê şer e
14:10 Hevserokên jin: Jin ji dagirkerî û şer re dibêjin na
14:09 Kesê jina ciwan tacîz kir hat binçavkirin
13:51 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya li Cizîrê kir: Lêdan û binçavkirin
13:46 Eskerên artêşa Sûriyê li rêya M4 hatin bicihkirin
13:18 Rojnamevan Hesen Reşo yê li Serêkaniyê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
13:15 Şêniyên li sînorê Kobanê: Tehdîtek û êrîşek ji Rojava nehatiye
12:39 Ciwanê ji kar hat avêtin xwest întîxar bike
12:35 Rewşenbirên Firansî ji hikûmeta Firansayê xwestin bibe înîsiyatif
12:19 Polîsan deriyê Avahiya HDP’ê ya Bajêr girtin
12:14 Dr. Îpekyuz: Şer ji bo tenduristiya gel pirsgirêk e
12:06 Welatiyên Serê Kaniyê yên koç kirin: Li dijî şer derketin sûc e!
12:01 Ekolojist Barka: Şer sûcê li dijî mirovahî û xwezayê ye
11:55 Cenazeyê Bayhan ê cîsmek teqemenî di destê wî de teqiya hat veşartin
11:40 Çalakiyên protestoyî yên li dijî êrişên Tirkiye li gelek welatên cîhanê didomin
11:39 Çiyayê Cûdî yê li sîvîlan hat qedexekirin di şewit e
10:47 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
10:16 Jinên Îzmîrî: Bi israr em ê bêjin aştî
09:55 ‘Beyî ku kuştin zêdebibe bila operasyon rawestin'
09:35 Tank û topan sewqî sînorê Cizîrê dikin
09:19 Aborînas Sonmez: Gefa Amerîkayê jî bandorê li aboriyê kir
09:19 Dayikên Aştiyê: Ji mirina zarokan re bêdeng nemînin
09:18 Ji Antalyayê berteka êrîşa: Erdogan ji kurdan çi dixwaze?
09:18 Keskîn ê di êrîşa DAIŞ'ê de birîndar bû: Feraseta Hêzên Navdewletî wê DAÎŞ'ê ji nûve zindî bike
09:18 Berteka li dijî êrîşê: Heke wiha bidome dê DAIŞ dîsa zindî bibe
09:17 Hevseroka Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Etem: Bedela vî şerî wê giran be
09:13 Siyasetmedarên bertek nîşanî êrîşê dan: Êrîş dagirkerî ye
09:12 Nisêbînî li dijî Erdogan bi bertek in: Bila ev şer bi dawî bibe
09:11 Banga ‘maseya krîzê’ li Nisêbîniyan hat kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2019'AN
13/10/2019
23:38 Tirkiyeyê tang û qomando sewqî sînor kir
23:02 Rûsya: Em bang li hemû aliyan dikin kudawî li bobelata bakurê Sûriyeyê bînin
22:47 Li Kaniya Xezalan 'Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê' tûr davêje
22:46 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Me bi rêveberiya Şamê re li hev kir