Bûlût: Peyman dikare rengê şer biguherîne 2019-10-15 10:28:31 STENBOL - Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bulut, bal kişand ser peymana di navbera Rêveberiya Xweser a Demokratik a Bakur û Rojhilat a Sûriyeyê û Hikumeta Sûriyeyê de û wiha got: "Ev peymana hat îmzekirin dikare reng û rûyê şer biguherîne."  Şerê ku eskerên TSK'ê û OSO ya girêdayî TSK'ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9'ê Cotmehê de dest pê kir, di roja 7'an de berdewam dike. Di 13'ê Cotmehê de Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û Hikûmeta Sûriyeyê, li ser geşedanên dawî û rewşa pêşeroja Sûriyeyê peyman îmze kirin. Di çarçoveya peymanê de artêşa Sûriyeyê derbasî Girê Spî û Eyn Îsa bûn. Artêşa Sûriyeyê li ser Rêya Bejayî ya M4 a Navneteweyî bi cih bûn. Dîsa li gelek bajarên li ser sînor û Minbicê bi cih bûn. Lê êrîşên TSK û OSO yên li dijî Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê didomin. Têkildarî geşedanên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dikevin û peymana di navbera Rêvebeiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Sûriyeyê de Pisporê Rojhilatê Navîn Faîk Bûlût nirxand.    ‘DIXWAZIN HERÊMA TAMPON AVA BIKIN'   Bûlût, anî ziman ku sedema ewil a operasyona ku Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin avakirina herêma tampon e û dixwaze rêveberiya xweser ji holê rake. Bûlût, bi gotina “Gefan li ewlehiya min a mîllî dixwe" vê operasyonê rewa dike û wiha axivî: "Armanca duyemîn a Tirkiyeyê dixwaze demografiya herêmê biguherîne. Dixwaze penaberan li wir bi cih bike. Ev proje ji Efrînê dest pê dike heta Şengalê dirêj dibe. Bêtir Rojhilatê Firatê tîne ziman. Lê di rastiyê de Rojavayê Firatê jî di nava vê projeyê de ye. Tirkiye dixwaze ji bo xwe herêma tampon li vir ava bike."     ‘DIXWAZE DEST3E XWE XURT BIKE   Bûlût, da zanîn ku sedema sêyemîn jî Tirkiye di peymanek navneteweyî de dema bi hêzên navneteweyî re li ser masayê rûnişt, dixwaze destê xwe bi hêz bike û wiha got: "Tirkiye dixwaze li dijî Artêşa Sûriyeyê Artêşek alternatîf ava bike. Ev nîşan dide ku naxwaze ji wê herêmê xwe vekişîne. Komên bi navê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) niha di bin navê Artêşa Sûriyeya Neteweyî de kom dike. Tiriye heta dikare bila bêje 'Em hurmetê nîşanî yekîtiya axa Sûriyeyê didin' Lê di rastiyê de artêşa ku tê avakirin li dijî yekîtiya axa Sûriyeyê ye. Li dijî artêşa sûriyeyê artêyek alternatif tê avakirin. Ev bi xwe nakokî ye. Tirkiye ji ber van sê sedeman operasyonê li dar dixe."     ‘TÊKOŞÎNA BI DAIŞ'Ê RE ZERAR DÎT    Bûlût, anî ziman ku Tirkiye bi vê operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zerar da têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û wiha berdewam kir: “Rêxistina DAIŞ'ê ji xwe dema di kampê de bû jî dîsa ji derve çek dixist hundir. Li Kampa Holê jınên DAIŞ'ê li hundir jinek darve kiribûn. Heta carekê êrîşî hêzên QSD'ê kiribûn. Ev nîşan dide ku têkiliya wan bi derve re heye. Ev ji operasyona Tirkiyeyê sûd digirin û li 2 nokteyan bombe teqandin. Serbestiya DAIŞ'ê wê kêrî kê bê? Wê kêrî Tirkiyeyê bê. Ji ber ku ev wê li dijî QSD'ê şer bikin. Dîsa wê kêrî komên OSO bê. Berê jî têkiliya Tirkiye û DAIŞ'ê derket holê. Tirkiye dikare wan wekî eskerên xwe bikar bîne. Dikarin bêjin tobe kirin û ketin bin siya OSO. Lê tu ferqa DAIŞ û El Kaide ji hev tune ye."    PEYMAN DIKARE RENGÊ ŞER BIGUHERÎNE   Bulut, bal kişand ser peymana di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Sûriyeyê û da zanîn ku ev peyman dikare reng û rêçûna şer biguherîne. Berê jî Hêsên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dixwest gavek bi vî rengî bavêje. Lê Hikûmeta Sûriyeyê nêzîk nedibû. Li vir li ser yekîtiya hêzê peyman îmze kirin. Di vê yekîtiya hêzê de kê çi da kê çi girt em niha nizanin. Ev peyman dikare rêçûna şer û rengê şer biguherîne. Rayedarên QSD'ê diyar kirin ku DYA piştna xwe dan wan û xêr ji wan tune. Wê helwesta DYA çi be emê binerin. DYA ji niha û şûnde pêşiya Tirkiye veke veneke em nizanin. Ger ku peyman bi Rûsyayê re hatibe kirin, Divê Rûsya seha hewayî li derve bigire. Hêzên kurd dikarin kozikên hevpar ava bikin. Ev jî wê rûyê şer biguhere."     ‘QSD REWA KIR'    Bûlût, herî dawî anî ziman ku peymana di navbera du aliyan de bêtir QSD rewa kir û got: "Peymana ku bi Sûriye, Rûsya û îranê re hat kirin, bêtir QSD rewa kir. Bi qasî em dibînin Tirkiye bi biryare ku plana der barê Sûriyeyê de têxe meriyetê. Ger ku Sûriye têkeve nava şer, Rûsya bi her awayî wê piştgiriyê bidin Sûriyeyê."    MA / Ferhat Çelik