Sancili: Salekê zêde di girtîgehê de mam

  • rojane
  • 09:12 15 Cotmeh 2019
  • |
img

STENBOL –  Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Ozgur Gundemê û pêveka wê Demokratîk Ûlûs Kemal Sancili, diyar kir ku mafê wî yê berdana bikontrolî hatiye astengkirin û got: "Ji bo salekê zêde di girtîgehê de bimînim çi ji destê wan hat kirin." 

Di sala 2016'an de Rojnameya Ozgur Gundemê bi KHK'ê hatibû girtin. Xwediyê Îmtiyazê yê Ozgur Gundemê û pêveka wê Demokratîk Ûlûsê Kemal Sancili ku hatibû girtin di 10'ê Nîsanê de hatibû berdan. Ji ber xwediyê îmtiyazê yê pêveka rojnameyê Demokratîk Ûlûsê bû 3 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn û ji ber vî cezayî nehatiû berdan û careke din hatibû girtin. Sancili, di 11'ê Cotmehê de ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê derket. Sancili, bal kişand ser binpêkirina mafan. 
 
‘SALEKÊ ZÊDE MAM' 
 
Sancili, da zanîn ku ji bo sûdê ji berdana bikontrolî bigire diviya biçûna girtîgeheke vekirî, lê belê ev mafê wî hatiye binpêkirin. Sancili, got: "Ji bo biçim girtîgeha vekirî şertên min guncan bûn, lê belê îdareya girtîgehê bi zanebûnî min neşand. Gava me bi devkî ji wan re digot, digotin cezayê te yê dîsîplînê heye û heke ev ceza biqedin jî divê tu 3 mehên din jî bisekinî. Piştî 3 mehan min serî li Serdozgeriya Komarê da. Lê 2 meh şûnde îdarey girtîgehê daxwaznameya min ji min re anî û got, 'Tu nikarî niha serî lê bidî. Piştî cezayê te yê dîsîplînê biqede wê çaxê serî lê bide.' Herî dawî daxwaza min di 10'ê Cotmeha 2019'an de hat qebûlkirin. Lê belê ji min re gotin cezayê te qediyaye. Yanî ji bo salekê zêde di girtîgehê de bimînim çi ji destên wan hat kirin." 
 
‘NEHIŞTIN TEDAWÎ BIBIM' 
 
Sancili, got: "Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, pîvan, hiqûq tuneye. Di 15'ê Îlonê de min qeyrana dil derbas kir, min birin nexweşxaneyê. Bijîşk got, divê di girtîgehê de nemîne. Lê belê ez dîsa şandim girtîgehê. Bijîşk, got divê sibê teqez bêyî nexweşxaneyê, lê min nebirin. Piştî çûm cem midûrê girtîgehê ancax wê çaxê min birin nexweşxaneyê, lê min nebirin cem bijîşk. Bi helwesteke wekî ji xwe cezayê wî qediyaye, em eleqedar nake nêz dibûnn." 
 
LI GIRTÎGEHA EDÎRNEYÊ BINPÊKIRINA MAFAN
 
Sancili, destnîşan kir ku divê parêzvanên mafên mirovan ji bo Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tev bigerin û got: "Ez hatim berdan, lê gelek girtiyên nexweş hene. Guh nadin nexweşiyên wan. Ji bo vê divê partiyên siyasî, saziyên mafên mirovan, rêxistinên civaka sivîl tev bigerin. Divê rojk berî rojekê tev bigerin." 
 
‘WÊ EV PÊVAJO JÎ BIQEDE' 
 
Sancili, da zanîn ku derbarê wî de gelek doz hatine vekirin û got, derbarê min de ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî, 'propagandaya rêxistinê', 'heqareta li serokomar' gelek doz hatine vekirin. Sancili, desttnîşan kir ku êdî baweriya gel bi darazê nayê û got: "Di salên 80 û 90'î de bi pêkanînên bi vî rengî re rû bi rû mam. Wê di vê pêvajoy de mirov tehdeyê bibînin, lê divê bi sebr û bihêz bin. Wê ev pêvajo jî biqede. Bawer dikim ku wê bi liv û tevgera raya giştî ev pêkanîn ji holê bên rakirin." 

Sernavên din

15/10/2019
15:27 Dayikên Aştiyê: Em heta qiyametê li ber xwe bidin!
14:57 Nîzamettîn Toguç salek şûn ve hat berdan
14:57 Îngilterê jî firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand
14:55 Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: Leşkerên rûs li Minbicê ne
14:40 Li Minbicê serpelek û 2 esker hatin kuştin
14:29 Polis di serdegirtina malê de çek xist serî: Ez berdim
14:28 Buldan: Hewldana dagirkeriya Tirkiyeyê ne meşrû ye
14:22 Li Colemêrg û Geverê bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:18 Li Edeneyê ji bo demokrasiyê dicivin
14:04 Li Rihayê ambûlans qet nasekinin!
14:04 Efser Yaşar Kaya yê şerê li Girê Spî kordîne dikir birîndar bû
13:23 Topa hewanê li gundê ser sînor ket: 4 kes mirîn, 12 kes birîndar bûn
13:22 Elîaçik: Tirkiye dixwaze herêmê bê Kurd bihêle
13:21 Şaredarê AKP'ê ji bo piştgiriya êrîşê banga civîna meclisa şaredariyê kir
13:19 NY: Tirkiye li gorî hiqûqa navnetewî sûc dike
12:54 Ji Volkswagenê bo Tirkiyê biryara taloqê
12:33 Bi sedan ekolojîstan bang 'Dagirkeriyê rawestînin' kirin
12:20 Jinek li Îzmîrê hat kuştin
12:18 Li Çewlikê 3 kes hatin girtin
12:15 Karker û kedar: Em naxwazin fatureya şer bidin
12:03 Parlamentoya Kurdistanê civiya: Li dijî êrîşan banga parastina hevpar kir
11:49 Polîsan li parlamentera HDP’ê da û daxuyanî qedexe kir
11:46 Li Eyn Îsayê êrîşî wesayîta sivîl kirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:45 Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi mijara Rojava civiya
11:38 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:37 Dersimî: Di şerê hatiye destpêkirin de mirin aj dide
11:36 Şerê Suriyeyê dîsa li serî vegeriya!
11:30 Çînê bang li Tirkiyeyê kir ku şer rawestîne
11:21 DYA ji Mînbîcê vedikêşe
11:15 Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Zorê Hatin Desteserkirin: Hişyariya DAIŞ’ê kir
11:08 Dayika eskerê ku 17 sal ceza lê birîn: Em edaletê dixwazin
10:55 'Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li cem jinên Rojava cih bigirin’
10:55 70 partî û saziyên civakî: Seha hewayê li Tirkiyeyê qedexe bikin
10:28 Bûlût: Peyman dikare rengê şer biguherîne
10:21 Polisan li Bûrsa û Meletiyê bi ser malan de girt
10:14 Polîsan bav li ser gora kurê wî binçav kirin
09:17 'Em hemû şahid in ku DAIŞ'ê komkujiyên çawa pêk aniye'
09:16 Birîndarê Komkujiya Enqereyê: Tirkiye dixwaze dîsa rê li DAIŞ'ê veke
09:16 Qereqolê ji bo 'hawanên tên avêtin' got: Em ji bo cerbandinê davêjin
09:15 Bi darê zorê li wesayîtê siwar kirin û gef lê xwarin
09:12 Sancili: Salekê zêde di girtîgehê de mam
09:00 Hevşaredarên Nisêbîn, Colemêrg, Gever û Erdîşê hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2019'AN
14/10/2019
23:42 UNICEF: 4 zarok mirine, 70 hezar jî koçber bûne
20:35 Çekya firotina sîlehan a Tirkiyeyê rawestand
20:15 QSD’ê bîlançoya şer a 14’ê Cotmehê eşkere kir
19:49 Nûçegihanê ANHA'yê û 5 sivîlên jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşartin
19:35 Xebatkarê Yenî Yaşamê Aslan hat binçavkirin
18:50 Surucu: Polîsan ketina Pirsûsê li wekîlên HDP'ê qedexe kiriye
17:54 Xwendekarên Efrînê: Êrîşên li dijî Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin
17:43 Vaye hefs û kampa DAIŞ’iyên jê reviyan
17:21 HDP çû serdena Serê Kaniyê û Nisêbînê
17:07 'Ên li dijî êrîşan deng dernexin şîrikê sûc in’
17:06 Parêzerên Hewlêrê: Êrîşên Tirkiyeyê sûcê şer e
17:01 Barzanî: Eger Tirkiye Rojava dagir bike, dê berê xwe bide Başûr
16:54 Gefên kuştinê li siyasetmedarên kurd ên binçavan de tê xwarin
16:43 Rojnameger Bagdu li ser gora wî bibîr anîn
16:43 CPJ êrîşa Tirkiyê ya li ser rojnamegeran şermezar kir
16:23 Aldar Xelîl: Ev ne tifaqe, tenê li dijî parçebûn û dagirkirina sînorê Sûriyê peyman e
15:38 Hunermendan li dijî şer kampanya da destpêkirin: Şer bidin rawestandin!
15:38 Kurtulan: Ev dagirkerî ye
15:28 ÎHD, TÎHV, SES, MTO û Baroya Amedê li Nisêbînê ne: Divê şer demildest rawest e
15:20 Tê xwestin gundên li ser sînorê Kobanê bên valakirin
15:02 Dolar li hemberî TL zêde bû: Ji 5.89'an derket 5.93'an
14:49 Li Amedê qeza çêbû: 2 kes mirin û 4 kes birîndar bûn
14:34 Berdevkê Kremlîn: Em naxwazin li îhtîmala pevçûnê jî bifikirin
14:30 Parêzerên li Hewlêrê: Êrîşên Tirkiyeyê sûcê şer e
14:10 Hevserokên jin: Jin ji dagirkerî û şer re dibêjin na
14:09 Kesê jina ciwan tacîz kir hat binçavkirin
13:51 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya li Cizîrê kir: Lêdan û binçavkirin
13:46 Eskerên artêşa Sûriyê li rêya M4 hatin bicihkirin
13:18 Rojnamevan Hesen Reşo yê li Serêkaniyê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
13:15 Şêniyên li sînorê Kobanê: Tehdîtek û êrîşek ji Rojava nehatiye
12:39 Ciwanê ji kar hat avêtin xwest întîxar bike
12:35 Rewşenbirên Firansî ji hikûmeta Firansayê xwestin bibe înîsiyatif
12:19 Polîsan deriyê Avahiya HDP’ê ya Bajêr girtin
12:14 Dr. Îpekyuz: Şer ji bo tenduristiya gel pirsgirêk e
12:06 Welatiyên Serê Kaniyê yên koç kirin: Li dijî şer derketin sûc e!
12:01 Ekolojist Barka: Şer sûcê li dijî mirovahî û xwezayê ye
11:55 Cenazeyê Bayhan ê cîsmek teqemenî di destê wî de teqiya hat veşartin
11:40 Çalakiyên protestoyî yên li dijî êrişên Tirkiye li gelek welatên cîhanê didomin
11:39 Çiyayê Cûdî yê li sîvîlan hat qedexekirin di şewit e
10:47 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
10:16 Jinên Îzmîrî: Bi israr em ê bêjin aştî
09:55 ‘Beyî ku kuştin zêdebibe bila operasyon rawestin'
09:35 Tank û topan sewqî sînorê Cizîrê dikin
09:19 Aborînas Sonmez: Gefa Amerîkayê jî bandorê li aboriyê kir
09:19 Dayikên Aştiyê: Ji mirina zarokan re bêdeng nemînin
09:18 Ji Antalyayê berteka êrîşa: Erdogan ji kurdan çi dixwaze?
09:18 Keskîn ê di êrîşa DAIŞ'ê de birîndar bû: Feraseta Hêzên Navdewletî wê DAÎŞ'ê ji nûve zindî bike
09:18 Berteka li dijî êrîşê: Heke wiha bidome dê DAIŞ dîsa zindî bibe
09:17 Hevseroka Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Etem: Bedela vî şerî wê giran be
09:13 Siyasetmedarên bertek nîşanî êrîşê dan: Êrîş dagirkerî ye
09:12 Nisêbînî li dijî Erdogan bi bertek in: Bila ev şer bi dawî bibe
09:11 Banga ‘maseya krîzê’ li Nisêbîniyan hat kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2019'AN
13/10/2019
23:38 Tirkiyeyê tang û qomando sewqî sînor kir
23:02 Rûsya: Em bang li hemû aliyan dikin kudawî li bobelata bakurê Sûriyeyê bînin
22:47 Li Kaniya Xezalan 'Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê' tûr davêje
22:46 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Me bi rêveberiya Şamê re li hev kir