Sancili: Salekê zêde di girtîgehê de mam 2019-10-15 09:12:58 STENBOL –  Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Ozgur Gundemê û pêveka wê Demokratîk Ûlûs Kemal Sancili, diyar kir ku mafê wî yê berdana bikontrolî hatiye astengkirin û got: "Ji bo salekê zêde di girtîgehê de bimînim çi ji destê wan hat kirin."  Di sala 2016'an de Rojnameya Ozgur Gundemê bi KHK'ê hatibû girtin. Xwediyê Îmtiyazê yê Ozgur Gundemê û pêveka wê Demokratîk Ûlûsê Kemal Sancili ku hatibû girtin di 10'ê Nîsanê de hatibû berdan. Ji ber xwediyê îmtiyazê yê pêveka rojnameyê Demokratîk Ûlûsê bû 3 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn û ji ber vî cezayî nehatiû berdan û careke din hatibû girtin. Sancili, di 11'ê Cotmehê de ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê derket. Sancili, bal kişand ser binpêkirina mafan.    ‘SALEKÊ ZÊDE MAM'    Sancili, da zanîn ku ji bo sûdê ji berdana bikontrolî bigire diviya biçûna girtîgeheke vekirî, lê belê ev mafê wî hatiye binpêkirin. Sancili, got: "Ji bo biçim girtîgeha vekirî şertên min guncan bûn, lê belê îdareya girtîgehê bi zanebûnî min neşand. Gava me bi devkî ji wan re digot, digotin cezayê te yê dîsîplînê heye û heke ev ceza biqedin jî divê tu 3 mehên din jî bisekinî. Piştî 3 mehan min serî li Serdozgeriya Komarê da. Lê 2 meh şûnde îdarey girtîgehê daxwaznameya min ji min re anî û got, 'Tu nikarî niha serî lê bidî. Piştî cezayê te yê dîsîplînê biqede wê çaxê serî lê bide.' Herî dawî daxwaza min di 10'ê Cotmeha 2019'an de hat qebûlkirin. Lê belê ji min re gotin cezayê te qediyaye. Yanî ji bo salekê zêde di girtîgehê de bimînim çi ji destên wan hat kirin."    ‘NEHIŞTIN TEDAWÎ BIBIM'    Sancili, got: "Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, pîvan, hiqûq tuneye. Di 15'ê Îlonê de min qeyrana dil derbas kir, min birin nexweşxaneyê. Bijîşk got, divê di girtîgehê de nemîne. Lê belê ez dîsa şandim girtîgehê. Bijîşk, got divê sibê teqez bêyî nexweşxaneyê, lê min nebirin. Piştî çûm cem midûrê girtîgehê ancax wê çaxê min birin nexweşxaneyê, lê min nebirin cem bijîşk. Bi helwesteke wekî ji xwe cezayê wî qediyaye, em eleqedar nake nêz dibûnn."    LI GIRTÎGEHA EDÎRNEYÊ BINPÊKIRINA MAFAN   Sancili, destnîşan kir ku divê parêzvanên mafên mirovan ji bo Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tev bigerin û got: "Ez hatim berdan, lê gelek girtiyên nexweş hene. Guh nadin nexweşiyên wan. Ji bo vê divê partiyên siyasî, saziyên mafên mirovan, rêxistinên civaka sivîl tev bigerin. Divê rojk berî rojekê tev bigerin."    ‘WÊ EV PÊVAJO JÎ BIQEDE'    Sancili, da zanîn ku derbarê wî de gelek doz hatine vekirin û got, derbarê min de ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî, 'propagandaya rêxistinê', 'heqareta li serokomar' gelek doz hatine vekirin. Sancili, desttnîşan kir ku êdî baweriya gel bi darazê nayê û got: "Di salên 80 û 90'î de bi pêkanînên bi vî rengî re rû bi rû mam. Wê di vê pêvajoy de mirov tehdeyê bibînin, lê divê bi sebr û bihêz bin. Wê ev pêvajo jî biqede. Bawer dikim ku wê bi liv û tevgera raya giştî ev pêkanîn ji holê bên rakirin."