Zarrab: Piştî zêran bi bazirganiya xwariniyî ya sexte çerx hatiye zîvirandin

  • rojane
  • 23:16 1 Kanûn 2017
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN- Zerrab di roja 3’an a darazandina Cîgirê Gerînendeyê Giştî yê berê yê Halkbanê Mehmet Hakan Atîla yê li bajarê New York ê DYA’yê hatî destpêkirin de, behsa çerxa bertîl û bazirganiya AKP’ê ya sistkirin û şikandina pêkanînên navneteweyî ya li ser Îranê kir.
 
Di rûniştina dozê ku dozger hinek qeyd pêşkêş kirin de, plana bertîl û veguhestina pere ya Reza Zerrab a di bin navê bazirganiya pêdiviyên xwarinê de derdixe, kifş kir. Zarrab ji bo vê planê pêk bîne diyar kir ku bi Gerînendeyê Giştî yê Halkbankê Suleyman Arsalan re hevdîtinçê kiriye û piştî hevdtinên bi Halkbankê re dawî li vê rêbazê anîne.
 
Zarrab wiha got: “Du sîstem li gel hev kar dikirin. Dema zêr radiwestiya me dest bi sîstema pêdiviyên xwarinê dikir.” Zarrab diyar kir ku kargeha bi navê Centrîca ya li Dûbaî yê bi vê armancê weke ‘peydakirina xwarinê’ wê bihata nîşandan. Zarrab anî ziman ku kargeha bi navê Voolgam jî pêdiviyên xwarinê difirot Îranê û her du kargeh jî di bin kontrola wî de bûn. Zarrab, ji bo belgeyên sexte yên bê ka çawa bazirganiya pêdiviyên xwarinê bê amadekirin jî diyar kir ku agahî ji Hakan Atîlla wergirtiye.
 
Reza Zarrab, da xuyakirin ku kargeh bi navê Rostamenî Exchange ji bo pereyê hatî bidestxistin ji Euro veguherîni Dîrhemê bi kar dianîn. Zarab bi bîr xist ku her dema Gerînendeyê Giştî yê Halkbankê ‘lê digeriya’ neçar bû bertîlê bide. Zarrab ji bo derbaskirina vê yekê jî îdîa kir ku hinek caran bi riya bernameyên bi navê Photoshop îmzeyên Happanî li ser ewraqan dihatin bicihkirin.
 
BI ÎRANÊ RE TIM DI NAVA TÊKILIYAN DE BÛN
 
Zarrab anî ziman ku bi rêveberên Îranê re tim di nava têkiliyan de bûn û yekane tiştên rêveberên Îranê dixwestin ew bû ku ‘pere bê razandin’, bi çi rêbazê çawa bibe ji bo wan ne girîng bû. Zarrab destnîşan kir ku ji ber hinek astengiyên DYA’yê yên li ser bazirganiya zêr a Îranê, bi rêbazên mîna bazirganiya pêdiviyên xwarinê bi kar tanîn. Zarrab bal kişand ser civînên bi rêveberên Îranê re û diyar kir ku Gulana 2013’an di civîneke li Hotela Marrîott a Enqerêyê, ji bo Gerînendeyê Giştî yê Halkbankê rasterast ‘pereyan razîne’ lê hatiye jidandin. 
 
DARAZ FIKARÊN XWE ANÎBÛN ZIMAN
 
Darazê doza Zerrab Rîchard Berman, îro beriya ku rûniştina dozê dest pê bike diyar kir ku di demê pêş de dengekî ku ‘bandorê li gelek tiştan bike’ heye û beriya ku vî dengî bi dozger re parve bike ji bo ‘selametiya dozê’ daxwaz ji dozger kiriye ku rastiya vî dengî were lêpirsin. Berman got ku vî dengî naxwazin ‘sivik bigrin’ û ji bo rastkirina vê jî gelek rêbaz hene û yek ji van jî divê Zerrab bixwe bibêje. Her wiha Berman got ku ew bi xwe bifikare ku vê mijarê bîne rojevê. Diyar kir ku dozgeriyê îtirazên têkildarî piştrastkirina van dengan a parastinê jî red kiriye.
 
YÊN LI TIRKIYEYÊ NIKARIN XWE BIGIHÎNIN DENGÊN QEYDKIRÎ
 
Li aliyê din Rojamevan Adam Klasfeld dengên ku ji raya giştî re hatin eşkerekirin, parve kir. Li vir axaftina di navbera Zarrab û Rêveberê berê yê Halkbankê Hakan Atîlla ku li Dûbaî wê bazirganiya zexîreyî çawan bikin heye.
 
Klasfeld diyar kir ku yên li Tirkiyeyê nekarîne xwe bighîhînin dengên qeydkirî û got ku bi îhtimalekî mezin Soûncloûd asteng kiriye.
 
Zarrab ê Adara 2016’an ku li DYA’yê hate girtin û bi ji bazirganiya neqanûnî ya bi Îranê û şelandina DYA’yê tê darezandin, piştre qebûlkiribû ku wê her tiştî dizane parve bike. Zarab ê ku wê bi dehan sal cezayê girtîgehê bigire, ev 3 roj in weke ‘Şahid’ di doza Alîkarê Midûrê Giştî yê Berê yê Halkbankê Mehmet Hakan Atîlla de îfade dide.
 
 Zarab di rûniştina roja yekem de anîbû ziman ku 45-50 milyon Euro bertîl daye Wezîrê Aboriyê yê berê yê AKP’yî Zafer Çaglayan, ji bo vekirina hesabek li Aktîf Bankê ku rojane 5-10 milyon eûro jî Wezîrê YE Egemen Bagiş alîkarî kiriye.
 
Zarrab di îfadeya xwe ya duh de jî bibîr xistibû ku bi fermana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan wezîrên Tirk ketine dewreyê û got: “Serokwezîrê Demê Erdogan û Musteşarê xizîneyê (Wezîrê Darayiyê) ji bo ev bazirganî destpê bike, bi xwe fermana vê dabûn.” Zarrab got: “Serokwezîr Erdogan û Alî Babacan ji bo alîkarîkirina bazirganiya zêr ya bi Îranê re ferman daye kesayetên Vakifbank û Zîraat Bankê.” Diyar kiribû ku çerxa bertîlê ya navneteweyî bi destûra Erdogan û bondora wî ketiye meryetê.
 

Sernavên din

02/12/2017
15:53 Koçyîgît: Ji hêza jinan ditirsin
15:51 Şahbaz: Desthilatdarî kal û pîran wekî nexweşî dibîne
15:40 ÎHA xwest girtiya nexweş Seyran Demîr bê berdan
15:39 Aqûbeta windayan pirsîn
15:10 ‘Werin guh bidin dengê elewiyan’
15:07 Îdiaya Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îşkenceyên dijwar lê kirin
14:34 Platforma Em Destûr Nadin Yek Tîpê ava bû
14:30 7 kes bi lêdanê binçav kirin
14:29 Dayikên Şemiyê: Ji muwekîl heta parêzerê wan dîrokek tarî heye
14:10 Serpîl Kemalbay: Pirsgirêka bingehîn ne rejîma Erdogane…
14:09 'Divê dewlet vê eybê paqij bike'
14:00 Leşkeran êrîşî dijberên HES’ê kir
13:55 23 sal şûnde ew wêne vegot
12:55 Dê li dijî OHAL’ê têkoşînê bidin
12:55 Di kontrola rê de kesek hat binçavkirin
12:46 Rojnameger dê sibê li ber Ozgur Ulkeyê bin
12:45 Erka merhbirîna miftîtiyê fermî bû
12:39 Bîlîcî: Pêkanînên li dijî cenazeyan îşkence ye
12:28 Foza Yûsif: Serkeftina Rojava dê aloziya Sûriyeyê çareser bike
12:16 Hunermendên kurd: Portala muzîkê Netd stranên kurdî sansûr dike
12:15 Kalê 70’ê salî Arslan hat berdan
12:05 Dozger ketine pey parlementerên HDP’ê û fezlekeyan amade dikin
12:02 Destûra HES'ê ya li ser Çemê Kolikê çawa hat girtin?
11:13 Şandeyên çavdêr: Rojava dibe modela demokrasiyê
11:01 Qedexeya li ser 42 gundên Amedê hat rakirin
11:00 Ji mala Nuriye Gulmen: Em kêfxweşin
10:27 Sosret: Koda ‘Şervanê Terorîst ê Biyanî’ li pidikan dikin
09:58 'Di vê jiyanê de em jî hene!’
09:40 Seyda bi berhemên xwe ket nav karwanên nemiran
09:38 'Îktîdar dixwaze profîla 'xebatkara îtaatkar' çê bike'
09:37 Dozger dayika pitikê 35 rojî yê li Cizîrê mir, wek 'gumanbar' nîşan da!
09:37 Navenda jinê kirin saziya 'ferzkirina çêkirina zarokan'
09:35 Peykertraş Dogan: Dengbêj Evdalê Zeynikê remza wêjeya devkî ye
09:34 Li ber stranên kurdî govend gerand rastî lêpirsînê hat
09:30 Ji girtîgehê giliyê Demîrtaş kir!
09:23 Jin li dijî zextan 30 roj in di çalakiyan dene
09:22 Elewiyên meletiyî: Demildest kiryaran bibînin
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNAN 2017'AN
01/12/2017
23:27 Hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê: Dengdayîn bi dawî bû
23:16 Zarrab: Piştî zêran bi bazirganiya xwariniyî ya sexte çerx hatiye zîvirandin
21:27 Mal û milkên Reza Zarrab û xizmên wî hatin desteserkirin
21:12 Nûriye Gulmen hat tehliyekirin
18:34 3 kes li Enqereyê hatin girtin
17:57 Serlêdana malbatan hat redkirin
16:23 Li heremên ereb beşdariya hilbijartinan zêde ye
15:51 Seydî Firat hat berdan
15:45 Hevserokê PYD’ê dengê xwe avêt
15:44 Civîna Asta Bilin a Jinan: AKP ji jina bi hêz ditirse
15:41 Wekîla berê ya DSP’ê Saray: HDP bû rûyê jinê yê dîtinbarî
15:29 Abdurrahman Şen li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
15:19 Xelîl: Coşa hilbijartinên federasyonê bersivê dide Erdogan
14:59 8 sal û 10 meh cazayê girtîgehê li 5 kesan birîn
14:56 Ji Berberoglu re cezayê heta hetayê xwestin
14:55 Walî 30 navendên Dersimê 15 rojan qedexe kir
14:37 Li 3 navçeyên cuda 5 caran heman îxbar kirin!
14:35 Çerkesan jî deng dan
14:30 3 çalakgerên Kolana Yukselê hatin binçavkirin
14:23 4 kes li Hatayê hatin berdan
13:57 Polîsan nehişt belgefîlmê Sûrê bê pêşandan
13:56 Ji ber medya civakî 21 meh û 25 roj ceza lê birîn
13:24 Kalê 70 salî binçav kirin kîsê arvan rijandin
13:13 Kesek li Giyadinê hat girtin
12:56 Li Stenbolê jî malek elewiyan îşaret kirin
12:42 4'emîn Sempozyuma Bajêr a Stenbolê: Sûrê dikin qurbana rantê
12:41 DMME ji bo Amedspor û Nakî parastin ji Tirkiye xwest
12:40 Nehiştin rêxistinên jinan tev li doza Emanî bibin
12:13 Malbata Ocalan ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan
11:48 ‘Bi milyonan betalin, lê bac ji bo berjewendiyên qirêj xerç kirin e'
11:48 Dadgeh ji bo cezakirina Keskîn dixebite: 355 hezar û 920 TL ceza birîn
11:30 Şandeyên çavdêr hilbijartinan dişopînin
11:27 Rûniştina doza Berberoglu dê bi girtî bê dîtin
11:09 Gelo dê karibin bi Êrîşa li dijî Efrînê îtirafên Zarrab binixumîne?
10:41 Muxtarên bê tax Sûr vegotin
10:40 Muxtarê wêne parve kir rastî lêpirsînê hat
10:12 Bav û birayê girtiyan: Zilma Kenan Evren derbas kirin
09:45 ÎDO ji ber bahozê seferên li Deryaya Marmarayê betal kir
09:36 Qirîza aborî kûr dibe û esnafên Wanê zerar dikin
09:35 20 jinên xwestin tev li weşanê TRT'ê bibin hatin cezakirin
09:34 Rojnameger Aydogan: Ev çand dê bidome
09:33 Hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê dest pê kirin
09:15 Polîsan û leşkeran di serdema OHAL’ê de 64 kes kuştin
09:12 ‘Divê Ewropa der barê tecrîda li Îmraliyê de biryara mueyîdeyê bide’
09:12 Rêyên Cizîrê kun kunî bûne
09:11 Ji ber bihabûna kayê, pincarê garis didin sewalên xwe
09:10 'Kesê îro şibekê bişkîne dê sibê mirovan bikuje'
09:00 ROJEVA 01'Ê KANÛNA 2017'AN
30/11/2017
22:09 Hunermendên NÇM’ê hatin berdan
17:26 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
16:57 Roboskiyan: Bi Elçî re aştî û edalet jî qetil kirin
16:54 Piştî berteka bêsîvanan gotin ku 'Ev der cihê we ye'
16:34 Piştî 7 rojan girtî ma, bi hinceta îfadeya wî heye birin TEM’ê
16:09 Demîrtaş beraat kir
16:02 Heyeta HDP’ê çû Rojava
16:01 Platforma Piştevaniya Sûrê: Em dorpêçê rakin
16:00 Di Nobeda Edaletê de Tahîr Elçî hat bibîranîn
15:53 Ji Dîlokê daxwaza ‘Ne OHAL demokrasî'
15:06 Zaroka piyê wê di nava bariyerên polîsan de asê ma birîndar bû
14:57 Lûtkeya Jinê: Wekheviya jinê wekheviya civakê ye
14:57 3 çalakgerên Yukselê hatin binçavkirin
14:25 Li 3 bajaran 18 kes hatin binçavkirin