Zarrab: Piştî zêran bi bazirganiya xwariniyî ya sexte çerx hatiye zîvirandin 2017-12-01 23:16:27   NAVENDA NÛÇEYAN- Zerrab di roja 3’an a darazandina Cîgirê Gerînendeyê Giştî yê berê yê Halkbanê Mehmet Hakan Atîla yê li bajarê New York ê DYA’yê hatî destpêkirin de, behsa çerxa bertîl û bazirganiya AKP’ê ya sistkirin û şikandina pêkanînên navneteweyî ya li ser Îranê kir.   Di rûniştina dozê ku dozger hinek qeyd pêşkêş kirin de, plana bertîl û veguhestina pere ya Reza Zerrab a di bin navê bazirganiya pêdiviyên xwarinê de derdixe, kifş kir. Zarrab ji bo vê planê pêk bîne diyar kir ku bi Gerînendeyê Giştî yê Halkbankê Suleyman Arsalan re hevdîtinçê kiriye û piştî hevdtinên bi Halkbankê re dawî li vê rêbazê anîne.   Zarrab wiha got: “Du sîstem li gel hev kar dikirin. Dema zêr radiwestiya me dest bi sîstema pêdiviyên xwarinê dikir.” Zarrab diyar kir ku kargeha bi navê Centrîca ya li Dûbaî yê bi vê armancê weke ‘peydakirina xwarinê’ wê bihata nîşandan. Zarrab anî ziman ku kargeha bi navê Voolgam jî pêdiviyên xwarinê difirot Îranê û her du kargeh jî di bin kontrola wî de bûn. Zarrab, ji bo belgeyên sexte yên bê ka çawa bazirganiya pêdiviyên xwarinê bê amadekirin jî diyar kir ku agahî ji Hakan Atîlla wergirtiye.   Reza Zarrab, da xuyakirin ku kargeh bi navê Rostamenî Exchange ji bo pereyê hatî bidestxistin ji Euro veguherîni Dîrhemê bi kar dianîn. Zarab bi bîr xist ku her dema Gerînendeyê Giştî yê Halkbankê ‘lê digeriya’ neçar bû bertîlê bide. Zarrab ji bo derbaskirina vê yekê jî îdîa kir ku hinek caran bi riya bernameyên bi navê Photoshop îmzeyên Happanî li ser ewraqan dihatin bicihkirin.   BI ÎRANÊ RE TIM DI NAVA TÊKILIYAN DE BÛN   Zarrab anî ziman ku bi rêveberên Îranê re tim di nava têkiliyan de bûn û yekane tiştên rêveberên Îranê dixwestin ew bû ku ‘pere bê razandin’, bi çi rêbazê çawa bibe ji bo wan ne girîng bû. Zarrab destnîşan kir ku ji ber hinek astengiyên DYA’yê yên li ser bazirganiya zêr a Îranê, bi rêbazên mîna bazirganiya pêdiviyên xwarinê bi kar tanîn. Zarrab bal kişand ser civînên bi rêveberên Îranê re û diyar kir ku Gulana 2013’an di civîneke li Hotela Marrîott a Enqerêyê, ji bo Gerînendeyê Giştî yê Halkbankê rasterast ‘pereyan razîne’ lê hatiye jidandin.    DARAZ FIKARÊN XWE ANÎBÛN ZIMAN   Darazê doza Zerrab Rîchard Berman, îro beriya ku rûniştina dozê dest pê bike diyar kir ku di demê pêş de dengekî ku ‘bandorê li gelek tiştan bike’ heye û beriya ku vî dengî bi dozger re parve bike ji bo ‘selametiya dozê’ daxwaz ji dozger kiriye ku rastiya vî dengî were lêpirsin. Berman got ku vî dengî naxwazin ‘sivik bigrin’ û ji bo rastkirina vê jî gelek rêbaz hene û yek ji van jî divê Zerrab bixwe bibêje. Her wiha Berman got ku ew bi xwe bifikare ku vê mijarê bîne rojevê. Diyar kir ku dozgeriyê îtirazên têkildarî piştrastkirina van dengan a parastinê jî red kiriye.   YÊN LI TIRKIYEYÊ NIKARIN XWE BIGIHÎNIN DENGÊN QEYDKIRÎ   Li aliyê din Rojamevan Adam Klasfeld dengên ku ji raya giştî re hatin eşkerekirin, parve kir. Li vir axaftina di navbera Zarrab û Rêveberê berê yê Halkbankê Hakan Atîlla ku li Dûbaî wê bazirganiya zexîreyî çawan bikin heye.   Klasfeld diyar kir ku yên li Tirkiyeyê nekarîne xwe bighîhînin dengên qeydkirî û got ku bi îhtimalekî mezin Soûncloûd asteng kiriye.   Zarrab ê Adara 2016’an ku li DYA’yê hate girtin û bi ji bazirganiya neqanûnî ya bi Îranê û şelandina DYA’yê tê darezandin, piştre qebûlkiribû ku wê her tiştî dizane parve bike. Zarab ê ku wê bi dehan sal cezayê girtîgehê bigire, ev 3 roj in weke ‘Şahid’ di doza Alîkarê Midûrê Giştî yê Berê yê Halkbankê Mehmet Hakan Atîlla de îfade dide.    Zarab di rûniştina roja yekem de anîbû ziman ku 45-50 milyon Euro bertîl daye Wezîrê Aboriyê yê berê yê AKP’yî Zafer Çaglayan, ji bo vekirina hesabek li Aktîf Bankê ku rojane 5-10 milyon eûro jî Wezîrê YE Egemen Bagiş alîkarî kiriye.   Zarrab di îfadeya xwe ya duh de jî bibîr xistibû ku bi fermana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan wezîrên Tirk ketine dewreyê û got: “Serokwezîrê Demê Erdogan û Musteşarê xizîneyê (Wezîrê Darayiyê) ji bo ev bazirganî destpê bike, bi xwe fermana vê dabûn.” Zarrab got: “Serokwezîr Erdogan û Alî Babacan ji bo alîkarîkirina bazirganiya zêr ya bi Îranê re ferman daye kesayetên Vakifbank û Zîraat Bankê.” Diyar kiribû ku çerxa bertîlê ya navneteweyî bi destûra Erdogan û bondora wî ketiye meryetê.