Keskîn ê di êrîşa DAIŞ'ê de birîndar bû: Feraseta Hêzên Navdewletî wê DAÎŞ'ê ji nûve zindî bike

  • rojane
  • 09:18 14 Cotmeh 2019
  • |
img

AMED – Erkan Keskîn ê di komkujiya li Pirsûsê di êrişa DAIŞ'ê de birîndar bû, helwest û polîtîkayên welatên Ewropa û cîhanê ya li dijî DAIŞ'ê rexne kir û diyar kir ku hêzên navdewletî li dijî DAIŞ'ê dirû tev digerin. Keskîn, da zanîn ku ev polîtika wê DAIŞ'ê ji nûve zindî bikin.  

Tirkiye di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlêbûna hezaran endamên OSO û eskerên TSK'ê, tang, top û balafirên şer, dest bi êrîşan kir. Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 6'an de didome. Heta niha zêdeyî sed welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Rojnamegerekî jiyana xwe ji dest dan û 4 rojnameger birîndar bûn. Karwanên sivîl ên bûn mertalên şer rastî êrîşên hewayî hatin û komkujî pêk hat. Endamên DAIŞ`ê ku di girtîgeha li hundirê Eyn Îsayê de ne, isyan kirin û agir bi girtîgehê xistin. Li gorî agahiyan 895 DAIŞ`î reviyan. Piştî TSK û OSO bi tagn û topan êrîşî kampa Eyn Îsayê ya girêdayî Girê Spî ku penaber û malbatên DAIŞ`ê têde hene kirin, endamên DAIŞ'ê li girtîgehê îsyan derxistin û reviyan. 
 
Heta niha endamên DAIŞ'ê li Qamişlo, Tel Abyad û gelek cihên din dîsa ketin nava tevgerê û dest bi komkujiyan kirin. Piştî Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan bi Serokdewletê DYA'yê Trump re bazari kir, DAIŞ ji nuve ket nava liv û tevgerê. 
 
Endamên DAIŞ'ê di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Navçeya Pirsûsê li dijî ciwanên şoreşger çalakiya xwekujiyê li dar xist û 33 ciwanên şoreşker hatin kuştin. Zedeyî 100 ciwan jî birîndar bûn. Yek ji ciwanên birîndar bû Erkan Keskîn bû. Erkan Keskîn, bal kişand ser DAIŞ'a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nûve zindî dibe û wiha got: "Piştî vê êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê DAİŞ bi hêsanî derbasî Tirkiyeyê bibin. Hev hov û barbar in. Bi awayekî hovîti mirovan qetil dikin û vê yekê ji bo xwe wekî kar dibînin. Dema serbest bên berdan û werin Tirkiyeyê wê çi bikin? Wê dîsa berê xwe bidin rewşenbir û demokratan. Bê berê xwe bidin elewî û baweriyên cuda. Wê dîsa dest bi komkujiyê bikin. Li Pirsûsê komkujî kirin. Di 10'ê Cotmehê de li Enqereyê, di 5'ê Hezîranê de li Amedê, di 16'ê Tebaşê de li Dîlokê komkujî kirin. Gelê Tirkiye ji niha de di bin gefên DAIŞ'ê de ye. Divê tu kes teqez destûr nedin wan." 
 
ŞER DÎSA HÊZ DA WAN
 
Keskîn, anî ziman ku piştî şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîsa DAIŞ'ê hez girt û wiha axivî: "DAIŞ li Rojhilata Navîn têk çû. Lê piştî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê DAIŞ'ê xwe ji nûve bi hêz kir. Ev şer li dijî kesên DAIŞ têk birine tê kirin. Ev tê wateya ku DAIŞ ji nûve xwe komî ser hev bike û xwe bi rêxistin bike.  Di êrîşa li Pirsûsê de kesên li pişt kujeran nehatin cezakirin. Berpirsiyarên esil nehatin cezakirin. Niha DAIŞ'ê dîsa test bi komkujiyan kiriye. Di demên pêş de DAIŞ wê dîsa komkujiyan bike. Hêzên Navdewletî li dijî DAIŞ'ê dirû tev digerin. Li aliyekî li dijî DAIŞ'ê ne, li aliyê din hêzê didin wê. Em vê êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî hewldana Dakirgeriya Rojava pênase dikin. Heta ku ev dagirkerî hebe, gel wê di bin êrîş û gefan de be. Pergala li Rojava ya ji bo xwişk û biratiyê, ji bo yekitiya gelan, baweriyan, rengan tê avakirin dibe hedef. Azadiya jinê, pergala jiyana wekhev dibe hedef. Ji ber vê yekê ev êrîşa li dijî Bakur û Rojhilata Sûriyeyê wê DAIŞ'ê ji nûve zindî bike." 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel
 
 
 

Sernavên din

15/10/2019
15:27 Dayikên Aştiyê: Em heta qiyametê li ber xwe bidin!
14:57 Nîzamettîn Toguç salek şûn ve hat berdan
14:57 Îngilterê jî firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand
14:55 Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: Leşkerên rûs li Minbicê ne
14:40 Li Minbicê serpelek û 2 esker hatin kuştin
14:29 Polis di serdegirtina malê de çek xist serî: Ez berdim
14:28 Buldan: Hewldana dagirkeriya Tirkiyeyê ne meşrû ye
14:22 Li Colemêrg û Geverê bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:18 Li Edeneyê ji bo demokrasiyê dicivin
14:04 Li Rihayê ambûlans qet nasekinin!
14:04 Efser Yaşar Kaya yê şerê li Girê Spî kordîne dikir birîndar bû
13:23 Topa hewanê li gundê ser sînor ket: 4 kes mirîn, 12 kes birîndar bûn
13:22 Elîaçik: Tirkiye dixwaze herêmê bê Kurd bihêle
13:21 Şaredarê AKP'ê ji bo piştgiriya êrîşê banga civîna meclisa şaredariyê kir
13:19 NY: Tirkiye li gorî hiqûqa navnetewî sûc dike
12:54 Ji Volkswagenê bo Tirkiyê biryara taloqê
12:33 Bi sedan ekolojîstan bang 'Dagirkeriyê rawestînin' kirin
12:20 Jinek li Îzmîrê hat kuştin
12:18 Li Çewlikê 3 kes hatin girtin
12:15 Karker û kedar: Em naxwazin fatureya şer bidin
12:03 Parlamentoya Kurdistanê civiya: Li dijî êrîşan banga parastina hevpar kir
11:49 Polîsan li parlamentera HDP’ê da û daxuyanî qedexe kir
11:46 Li Eyn Îsayê êrîşî wesayîta sivîl kirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:45 Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi mijara Rojava civiya
11:38 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:37 Dersimî: Di şerê hatiye destpêkirin de mirin aj dide
11:36 Şerê Suriyeyê dîsa li serî vegeriya!
11:30 Çînê bang li Tirkiyeyê kir ku şer rawestîne
11:21 DYA ji Mînbîcê vedikêşe
11:15 Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Zorê Hatin Desteserkirin: Hişyariya DAIŞ’ê kir
11:08 Dayika eskerê ku 17 sal ceza lê birîn: Em edaletê dixwazin
10:55 'Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li cem jinên Rojava cih bigirin’
10:55 70 partî û saziyên civakî: Seha hewayê li Tirkiyeyê qedexe bikin
10:28 Bûlût: Peyman dikare rengê şer biguherîne
10:21 Polisan li Bûrsa û Meletiyê bi ser malan de girt
10:14 Polîsan bav li ser gora kurê wî binçav kirin
09:17 'Em hemû şahid in ku DAIŞ'ê komkujiyên çawa pêk aniye'
09:16 Birîndarê Komkujiya Enqereyê: Tirkiye dixwaze dîsa rê li DAIŞ'ê veke
09:16 Qereqolê ji bo 'hawanên tên avêtin' got: Em ji bo cerbandinê davêjin
09:15 Bi darê zorê li wesayîtê siwar kirin û gef lê xwarin
09:12 Sancili: Salekê zêde di girtîgehê de mam
09:00 Hevşaredarên Nisêbîn, Colemêrg, Gever û Erdîşê hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2019'AN
14/10/2019
23:42 UNICEF: 4 zarok mirine, 70 hezar jî koçber bûne
20:35 Çekya firotina sîlehan a Tirkiyeyê rawestand
20:15 QSD’ê bîlançoya şer a 14’ê Cotmehê eşkere kir
19:49 Nûçegihanê ANHA'yê û 5 sivîlên jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşartin
19:35 Xebatkarê Yenî Yaşamê Aslan hat binçavkirin
18:50 Surucu: Polîsan ketina Pirsûsê li wekîlên HDP'ê qedexe kiriye
17:54 Xwendekarên Efrînê: Êrîşên li dijî Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin
17:43 Vaye hefs û kampa DAIŞ’iyên jê reviyan
17:21 HDP çû serdena Serê Kaniyê û Nisêbînê
17:07 'Ên li dijî êrîşan deng dernexin şîrikê sûc in’
17:06 Parêzerên Hewlêrê: Êrîşên Tirkiyeyê sûcê şer e
17:01 Barzanî: Eger Tirkiye Rojava dagir bike, dê berê xwe bide Başûr
16:54 Gefên kuştinê li siyasetmedarên kurd ên binçavan de tê xwarin
16:43 Rojnameger Bagdu li ser gora wî bibîr anîn
16:43 CPJ êrîşa Tirkiyê ya li ser rojnamegeran şermezar kir
16:23 Aldar Xelîl: Ev ne tifaqe, tenê li dijî parçebûn û dagirkirina sînorê Sûriyê peyman e
15:38 Hunermendan li dijî şer kampanya da destpêkirin: Şer bidin rawestandin!
15:38 Kurtulan: Ev dagirkerî ye
15:28 ÎHD, TÎHV, SES, MTO û Baroya Amedê li Nisêbînê ne: Divê şer demildest rawest e
15:20 Tê xwestin gundên li ser sînorê Kobanê bên valakirin
15:02 Dolar li hemberî TL zêde bû: Ji 5.89'an derket 5.93'an
14:49 Li Amedê qeza çêbû: 2 kes mirin û 4 kes birîndar bûn
14:34 Berdevkê Kremlîn: Em naxwazin li îhtîmala pevçûnê jî bifikirin
14:30 Parêzerên li Hewlêrê: Êrîşên Tirkiyeyê sûcê şer e
14:10 Hevserokên jin: Jin ji dagirkerî û şer re dibêjin na
14:09 Kesê jina ciwan tacîz kir hat binçavkirin
13:51 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya li Cizîrê kir: Lêdan û binçavkirin
13:46 Eskerên artêşa Sûriyê li rêya M4 hatin bicihkirin
13:18 Rojnamevan Hesen Reşo yê li Serêkaniyê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
13:15 Şêniyên li sînorê Kobanê: Tehdîtek û êrîşek ji Rojava nehatiye
12:39 Ciwanê ji kar hat avêtin xwest întîxar bike
12:35 Rewşenbirên Firansî ji hikûmeta Firansayê xwestin bibe înîsiyatif
12:19 Polîsan deriyê Avahiya HDP’ê ya Bajêr girtin
12:14 Dr. Îpekyuz: Şer ji bo tenduristiya gel pirsgirêk e
12:06 Welatiyên Serê Kaniyê yên koç kirin: Li dijî şer derketin sûc e!
12:01 Ekolojist Barka: Şer sûcê li dijî mirovahî û xwezayê ye
11:55 Cenazeyê Bayhan ê cîsmek teqemenî di destê wî de teqiya hat veşartin
11:40 Çalakiyên protestoyî yên li dijî êrişên Tirkiye li gelek welatên cîhanê didomin
11:39 Çiyayê Cûdî yê li sîvîlan hat qedexekirin di şewit e
10:47 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
10:16 Jinên Îzmîrî: Bi israr em ê bêjin aştî
09:55 ‘Beyî ku kuştin zêdebibe bila operasyon rawestin'
09:35 Tank û topan sewqî sînorê Cizîrê dikin
09:19 Aborînas Sonmez: Gefa Amerîkayê jî bandorê li aboriyê kir
09:19 Dayikên Aştiyê: Ji mirina zarokan re bêdeng nemînin
09:18 Ji Antalyayê berteka êrîşa: Erdogan ji kurdan çi dixwaze?
09:18 Keskîn ê di êrîşa DAIŞ'ê de birîndar bû: Feraseta Hêzên Navdewletî wê DAÎŞ'ê ji nûve zindî bike
09:18 Berteka li dijî êrîşê: Heke wiha bidome dê DAIŞ dîsa zindî bibe
09:17 Hevseroka Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Etem: Bedela vî şerî wê giran be
09:13 Siyasetmedarên bertek nîşanî êrîşê dan: Êrîş dagirkerî ye
09:12 Nisêbînî li dijî Erdogan bi bertek in: Bila ev şer bi dawî bibe
09:11 Banga ‘maseya krîzê’ li Nisêbîniyan hat kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2019'AN
13/10/2019
23:38 Tirkiyeyê tang û qomando sewqî sînor kir
23:02 Rûsya: Em bang li hemû aliyan dikin kudawî li bobelata bakurê Sûriyeyê bînin
22:47 Li Kaniya Xezalan 'Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê' tûr davêje
22:46 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Me bi rêveberiya Şamê re li hev kir