Keskîn ê di êrîşa DAIŞ'ê de birîndar bû: Feraseta Hêzên Navdewletî wê DAÎŞ'ê ji nûve zindî bike 2019-10-14 09:18:29   AMED – Erkan Keskîn ê di komkujiya li Pirsûsê di êrişa DAIŞ'ê de birîndar bû, helwest û polîtîkayên welatên Ewropa û cîhanê ya li dijî DAIŞ'ê rexne kir û diyar kir ku hêzên navdewletî li dijî DAIŞ'ê dirû tev digerin. Keskîn, da zanîn ku ev polîtika wê DAIŞ'ê ji nûve zindî bikin.   Tirkiye di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlêbûna hezaran endamên OSO û eskerên TSK'ê, tang, top û balafirên şer, dest bi êrîşan kir. Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 6'an de didome. Heta niha zêdeyî sed welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Rojnamegerekî jiyana xwe ji dest dan û 4 rojnameger birîndar bûn. Karwanên sivîl ên bûn mertalên şer rastî êrîşên hewayî hatin û komkujî pêk hat. Endamên DAIŞ`ê ku di girtîgeha li hundirê Eyn Îsayê de ne, isyan kirin û agir bi girtîgehê xistin. Li gorî agahiyan 895 DAIŞ`î reviyan. Piştî TSK û OSO bi tagn û topan êrîşî kampa Eyn Îsayê ya girêdayî Girê Spî ku penaber û malbatên DAIŞ`ê têde hene kirin, endamên DAIŞ'ê li girtîgehê îsyan derxistin û reviyan.    Heta niha endamên DAIŞ'ê li Qamişlo, Tel Abyad û gelek cihên din dîsa ketin nava tevgerê û dest bi komkujiyan kirin. Piştî Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan bi Serokdewletê DYA'yê Trump re bazari kir, DAIŞ ji nuve ket nava liv û tevgerê.    Endamên DAIŞ'ê di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Navçeya Pirsûsê li dijî ciwanên şoreşger çalakiya xwekujiyê li dar xist û 33 ciwanên şoreşker hatin kuştin. Zedeyî 100 ciwan jî birîndar bûn. Yek ji ciwanên birîndar bû Erkan Keskîn bû. Erkan Keskîn, bal kişand ser DAIŞ'a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nûve zindî dibe û wiha got: "Piştî vê êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê DAİŞ bi hêsanî derbasî Tirkiyeyê bibin. Hev hov û barbar in. Bi awayekî hovîti mirovan qetil dikin û vê yekê ji bo xwe wekî kar dibînin. Dema serbest bên berdan û werin Tirkiyeyê wê çi bikin? Wê dîsa berê xwe bidin rewşenbir û demokratan. Bê berê xwe bidin elewî û baweriyên cuda. Wê dîsa dest bi komkujiyê bikin. Li Pirsûsê komkujî kirin. Di 10'ê Cotmehê de li Enqereyê, di 5'ê Hezîranê de li Amedê, di 16'ê Tebaşê de li Dîlokê komkujî kirin. Gelê Tirkiye ji niha de di bin gefên DAIŞ'ê de ye. Divê tu kes teqez destûr nedin wan."    ŞER DÎSA HÊZ DA WAN   Keskîn, anî ziman ku piştî şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîsa DAIŞ'ê hez girt û wiha axivî: "DAIŞ li Rojhilata Navîn têk çû. Lê piştî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê DAIŞ'ê xwe ji nûve bi hêz kir. Ev şer li dijî kesên DAIŞ têk birine tê kirin. Ev tê wateya ku DAIŞ ji nûve xwe komî ser hev bike û xwe bi rêxistin bike.  Di êrîşa li Pirsûsê de kesên li pişt kujeran nehatin cezakirin. Berpirsiyarên esil nehatin cezakirin. Niha DAIŞ'ê dîsa test bi komkujiyan kiriye. Di demên pêş de DAIŞ wê dîsa komkujiyan bike. Hêzên Navdewletî li dijî DAIŞ'ê dirû tev digerin. Li aliyekî li dijî DAIŞ'ê ne, li aliyê din hêzê didin wê. Em vê êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî hewldana Dakirgeriya Rojava pênase dikin. Heta ku ev dagirkerî hebe, gel wê di bin êrîş û gefan de be. Pergala li Rojava ya ji bo xwişk û biratiyê, ji bo yekitiya gelan, baweriyan, rengan tê avakirin dibe hedef. Azadiya jinê, pergala jiyana wekhev dibe hedef. Ji ber vê yekê ev êrîşa li dijî Bakur û Rojhilata Sûriyeyê wê DAIŞ'ê ji nûve zindî bike."    MA / Arjîn Dîlek Oncel