ENQERE – Siyasetmedarê kurd Seydî Firat û 7 kesên din serbest hatin berdan.
Di 27’ê mijdarê de li Enqereyê li dijî siyasetmedarên kurd operasyon pêk hatibû û 10 siyasetmedar hatibûn binçavkirin. Siyasetmedarê kurd Seydî Firat jî di nav de 10 kesên din derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeyên dozgeriyê Firat û 6 kesên din hatin berdan.
Piştî îfadeyên dozgeriyê Sînan Çîftçî, Fatma Kinali û Zekî Karavîş bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.