Seydî Firat hat berdan 2017-12-01 15:51:57 ENQERE – Siyasetmedarê kurd Seydî Firat û 7 kesên din serbest hatin berdan.  Di 27’ê mijdarê de li Enqereyê li dijî siyasetmedarên kurd operasyon pêk hatibû û 10 siyasetmedar hatibûn binçavkirin. Siyasetmedarê kurd Seydî Firat jî di nav de 10 kesên din derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeyên dozgeriyê Firat û 6 kesên din hatin berdan.    Piştî îfadeyên dozgeriyê Sînan Çîftçî, Fatma Kinali û Zekî Karavîş bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.