RIHA - Ambûlans û wesayîtên cenazeyan ji rojhilatê Serêkaniyê ku pevçûn lê didomin birîndar û cenazeyan dibin Serêkaniyê û Wêranşarê.
Li rojhilatê Serêkaniyê ku di hedefa êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye pevçûnên dijwar didomin. Dîsa li heman cihê cih cih dengê teqîn û çekên giran tê. Sewqiyata leşkerî ya ber bi rojhilatê bajar jî didome. Ji heman herêmê Ambûlans û wesayîtên cenazeyan birîndar û cenazeyan dibin Serêkaniyê û Wêranşarê.