Li Serêkaniyê û Wêranşarê liv û tevgera ambûlansa zêde bû 2019-10-12 17:51:21   RIHA - Ambûlans û wesayîtên cenazeyan ji rojhilatê Serêkaniyê ku pevçûn lê didomin birîndar û cenazeyan dibin Serêkaniyê û Wêranşarê.    Li rojhilatê Serêkaniyê ku di hedefa êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye pevçûnên dijwar didomin. Dîsa li heman cihê cih cih dengê teqîn û çekên giran tê. Sewqiyata leşkerî ya ber bi rojhilatê bajar jî didome. Ji heman herêmê Ambûlans û wesayîtên cenazeyan birîndar û cenazeyan dibin Serêkaniyê û Wêranşarê.