MÊRDÎN - Navê kesên ku di teqîna îro ya danê êvarî li Nisêbînê qewimî de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn.
Îro danê êvarî fîşek û topên hewanê li Nisêbîna Mêrdînê ketibûn û 8 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Navê kesên jiyana xwe ji dest dan diyar bû: Hasan Demir, Huseyin Çakir, Ahmet Delen, Naif Sincar, Mehmet Şirin Demir, Orhan Dogan, Dara Ali û Hasan Muhammed.
Her wiha kesên birîndar bûbûn jî li nexweşxaneyên li Mêrdîn, Êlih û Amedê tên tedawîkirin.