Navên kesên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn 2019-10-11 23:16:15   MÊRDÎN - Navê kesên ku di teqîna îro ya danê êvarî li Nisêbînê qewimî de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn.   Îro danê êvarî fîşek û topên hewanê li Nisêbîna Mêrdînê ketibûn û 8 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Navê kesên jiyana xwe ji dest dan diyar bû: Hasan Demir, Huseyin Çakir, Ahmet Delen, Naif Sincar, Mehmet Şirin Demir, Orhan Dogan, Dara Ali û Hasan Muhammed.   Her wiha kesên birîndar bûbûn jî li nexweşxaneyên li Mêrdîn, Êlih û Amedê tên tedawîkirin.