HATAY - Li Hatayê ji 8 kesên bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” hatin binçavkirin, jê 4 hatin berdan.
Li Hatayê di operasoyan 25’ê Mijdarê de, bi îdîya “Propagandeya rêxistinê kirin” 8 kes hatin binçavkirin. Ji 8 kesan Şehmuz Taşan, Şiar Beştaş, Mahmut Aydıncı û kesekê navê wî nehat zanîn, piştî kar û barê îfadegirtina li Midûryeta Polîsan bi fermana dozger hatin berdan.
Hat diyar kirin ku Selahattîn Efeturk, Omer Alataş, Ahmet Ozgeyîkçî û Mehmet Hantaş ên binçavkirî dê di nava rojê de sewqî edliyê bikin.