4 kes li Hatayê hatin berdan 2017-12-01 14:23:24 HATAY - Li  Hatayê ji 8 kesên bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” hatin binçavkirin, jê 4 hatin berdan.   Li Hatayê di operasoyan 25’ê Mijdarê de, bi îdîya “Propagandeya rêxistinê kirin” 8 kes hatin binçavkirin. Ji 8 kesan Şehmuz Taşan, Şiar Beştaş, Mahmut Aydıncı û kesekê navê wî nehat zanîn, piştî kar û barê îfadegirtina li Midûryeta Polîsan bi fermana dozger hatin berdan.      Hat diyar kirin ku Selahattîn Efeturk, Omer Alataş, Ahmet Ozgeyîkçî û Mehmet Hantaş ên binçavkirî dê di nava rojê de sewqî edliyê bikin.