GIRÊ SPÎ - Fermandarê QSD'ê Amed Amûdê, derbarê êrîşên Tirkiyeyê de daxuyanî da raya giştî û got: "Di nava du rojan de, 5 tankên bi palet û 6 balafirên keşfê yên Tirkiyeyê hatin îmhakirin û xistin.
Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Amed Amûdê, derbarê êrîş û operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da dest pê kirin de, daxuyanî da raya giştî. Amûdê, diyar kir ku ji duh êvarî ve 5 tankên bi palet û 6 balafirinên keşfê yên Tirkiyeyê hatine îmakirin û xistin.
Amûdê, da zanîn ku ew mafê xwe yê parastina rewa bi kar tînin û wiha got: "Hêzên me ji Dîcle heya Firatê bersiv dan êrîşên Tirkiyeyê. Heya niha 5 takên bi palet hatine îmhakirin. Li Girê Spî jî hêzên me yên bersiv dan êrîşan 5 leşker kuştin û dest danîn ser çekên wan. Em 6 balafirên keşfê yên artêja Tirk jî daxistin."