QSD'ê derbarê şerê du rojan de agahî da: 6 balafirên keşfê hatin xistin, 5 tang hatin rûxandin 2019-10-10 17:59:40 GIRÊ SPÎ - Fermandarê QSD'ê Amed Amûdê, derbarê êrîşên Tirkiyeyê de daxuyanî da raya giştî û got: "Di nava du rojan de, 5 tankên bi palet û 6 balafirên keşfê yên Tirkiyeyê hatin îmhakirin û xistin. Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Amed Amûdê, derbarê êrîş û operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da dest pê kirin de, daxuyanî da raya giştî. Amûdê, diyar kir ku ji duh êvarî ve 5 tankên bi palet û 6 balafirinên keşfê yên Tirkiyeyê hatine îmakirin û xistin.    Amûdê, da zanîn ku ew mafê xwe yê parastina rewa bi kar tînin  û wiha got: "Hêzên me ji Dîcle heya Firatê bersiv dan êrîşên Tirkiyeyê. Heya niha 5 takên bi palet hatine îmhakirin. Li Girê Spî jî hêzên me yên bersiv dan êrîşan 5 leşker kuştin û dest danîn ser çekên wan. Em 6 balafirên keşfê yên artêja Tirk jî daxistin."