Rojnameger Aydogan: Ev çand dê bidome

  • rojane
  • 09:34 1 Kanûn 2017
  • |
img

STENBOL – Di ser bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê de 23 sal derbas bûn. Xebatkara rojnameyê Nûrdogan Aydogan ku ji êrîşa bombeyî bi saxî filitî wiha got: “Heta ku têkoşîna gelê kurd hebe, wê bi awayekî rêça Ozgur Gundemê bidome. Bila şik û gumanên tu kesî ji vê yekê tune bin.” 

Di 3’yê Kanûna 1994’an de li dijî Rojnameya Ozgur Ulkeyê êrîşeke bombeyi pêk hatibû. Di vê êrîşa bomeyî ku biryara wê di civîna MGK’ê ya 23 sal berê hatibû dayîn de peywirdarê gihaniyê yê rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest dabû. Xebatkara rojnameyê Nûrdogan Aydogan ku ji êrîşa bombeyî ya li dijî avahiya navendî ya rojnameyê ya li Cagaloglûyê bi saxî filitî û wê demê piştî bombekirinê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û paşê hatibû berdan behsa wê demê û rewşa ku niha çapemenî pê re rû bi rûye kir. 
 
'OZGUR ULKE RAGIHANDINA RASTIYAN JI XWE RE KIR BAR’ 
 
Aydogan, bi bîr xist ku Rojnameya Ozgur Ulkeyê di serdemek ku dewletê hemû çapemenî bêdeng kiribû de dest bi weşana xwe kiriye û tevî hemû zext, zorî, çewisandin, sansur, qedexe û cezayên pereyî yên gelekî zêde jî peywira ragihandiya rastiyê ji xwe re kiribû bar. 
 
 ‘EM BI KINDIRÊ DAKETIN JÊR’ 
 
Aydogan wê roja ku êrîş pêk hat wiha vegot: “Xebatên me yên asayî dewam dikirin. Çapên wê yên Enqere û Îzmîrê bê pirsgirêk temam bûn. Saet di 24.00’an de çapa Stenbolê jî temam bû. Paşê Ersîn hevalên bi şev dixebitîn birin malên wan û hat. Tevî hevalên bi şev dixebitîn li dor 20 heval li rojnameyê hebûn. 6 heval li qata têketinê bûn û yên din jî li qata jorê diman. Ber destê sibehê saet di navbera 03.00-04.00’an de teqîneke dijwar çê bû. Em ên jorê hemû li şaneşîna rojnameyê kom bûn. Me xwest em di nêrdewanan de dakevin, lê hem li nêv avahiyê şewateke mezin derketibû hem jî ji ber rûxandinê me nikaribû di nêrdevanê de dakeve. Ji ber teqîn li jêrê çê bûbû, me rewşa 6 hevalên li jêr meraq dikir. Hem îtfaiye hem jî qereqol nêzî me bûn, lê ji bo rizgarkirinê nehatin. Piştî 45 deqîqe an jî saetekê şûnde dema çapemenî û gel hat ber rojnameyê îtfaiye hat û kindirek avêt cem me. Em bi wê kindirê daketin jêr. Em hînbûn ku rewşa hevalên li jêr giran e û wan rakirine nexweşxaneyê.” 
 
‘DEMA ME BIHÎST WÊ ROJNAME JI NÛ VE DERKEVE…’ 
 
Aydogan, diyar kir ku ji ber hevalên li jor bi kindirê daketin destê wan jê bûbû û wiha domand: “Lê bêyî ku bihêlin em tedawî bibin polîsan got we rojname bombe kiriye û em binçav kirin û birin Amîrtiya Polîsan a Emînonuyê. Wek ku me rojname bombe kiribe, nimûne ji destên me yên ji ber kindirê jê bûbûn girtin û ji bo lêkolînê şandin. Lê me herî zêde miraqa hevalên xwe yên din dikir. Em bi riya parêzeran hînbûn ku heval Ersîn şehîd ketiye û yên din jî bi giranî birîndar bûne. Wê kêliyê huzn û bêdnegiyek xwe da der. Paşê ji bo lêpirsînê em yeko yeko birin. Parêzer hatin û gotin wê sibê rojname derkeve. Ev yek heycan û kêfxweşiyeke mezin li me peyda kir. Êdî em bihatanan girtin û bi salan girtî bimanan jî ne xema me bû. Çimkî tevî vê êrîşê jî wê rojname weşana xwe bidomandana.” 
 
‘JI BO DESTEKÊ HINGULÎSKA XWE YA ZEWACÊ DAN’ 
 
Aydogan, diyar kir ku piştî teqînê destek û piştevaniyeke mezin çê bû û ev yek tenê ne di warê rewşenbîr û nivîskaran de, hemû derdorên civakê destek û alîkarî daye rojnameyê. Aydogan, anî ziman ku mirov dikare kampanyaya hat destpêkirin wek “eniya demokrasiyê” ya li dijî êrîşan pênase bike û ev tişt gotin: “Karker, karmend, firoşkarên seyyar hemû hem madî hem manevî destek dan. Kesekî tirk hat rojnameyê got ‘Ez we nas nakim û nizanim hûn çi dinivîsin jî, heke evqas êrîş hebin, nexwe hûn tiştên rast dikin.’ Du kesên nû zewicî bûn û rewşa wan a borî tune bû gotin, tenê hungulîska di dest wan de heye. Me hungulîska wan qebûl nekir, lê dîsa jî hungulîsk danîn û çûn. Yanî destek û piştevaniyeke wisa mezin hebû. Helbet êrîş jî ranewestiyan, dewam kirin. 3 çapên rojnameyê dihatin kirin, der barê her sêyan de jî biryara komkirinê hat dayîn. Ne nûçe tenê, qedexe danîn ser wêne û sernavan jî. Lê tevî van tiştan hemûyan jî me her hewl da ku em rastiyê ragihînin gel. Di her êrîş û qedexeyan de em mezintir bûn, bi griseyeke mezintirîn me bersiv dida.” 
 
‘ENIYA BERXWEDANÊ BÛ’ 
 
Aydogan, dest nîşan kir ku rojnameya Ozgur Ulkeyê di serî de ya kurdan û bi giştî ya hemû gelan, bindestan, hêzên çepgir û demokrasiyê bû û tevî hemû êrîşan jî tu carî ji rastiyê tawîz neda û eniyeke berxwedanê bû. 
 
‘WÊ EV RÊÇ BI AWAYEKÎ BIDOME’ 
 
Aydogan, mohrkirina deriyê Rojnameya Ozgur Gundemê jî nirxand û ev tişt gotin: “Nexwe çapemeniya azad karên rast dike. Divê mirov wisa lê binere. A girîng ew e ku çapemeniya azad bi layiqî peywira xwe bi cih bîne. Heta ku têkoşîna gelê kurd hebe, wê bi awayekî rêça Ozgur Gundemê bidome. Bila şik û gumanên tu kesî ji vê yeke tune bin. A girîng mirov hêvîdar be û li pêyî rastiyê bitêkoşe.” 
 
‘ZEXTÊN LI DIJÎ ÇAPEMENIYÊ PERÇEYEK JI ŞER IN’ 
 
Aydogan, dest nîşan kir ku zext û zoriyên li ser çapemeniyê perçeyek ji şerê heyî ne û ev tişt gotin: “Dixwazin bitepisînin, radest bigirin. Wek ku min li jorê jî got, wê nikaribin encamê wergirin. Tevî ewqas girtinan jî, bala we dikêşim tu xebatkarekî çapemeniya azad jî bi paş ve gav neavêt. Li hundur û derve tevde têdikoşin. Ev bi xwe jî bersivdayînek e. Helbet divê em piştevaniya xwe ya ji bo hevalên xwe yên rojnameger xurtir bikin.” 
 
MA / Yasin Kobulan

Sernavên din

02/12/2017
15:53 Koçyîgît: Ji hêza jinan ditirsin
15:51 Şahbaz: Desthilatdarî kal û pîran wekî nexweşî dibîne
15:40 ÎHA xwest girtiya nexweş Seyran Demîr bê berdan
15:39 Aqûbeta windayan pirsîn
15:10 ‘Werin guh bidin dengê elewiyan’
15:07 Îdiaya Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îşkenceyên dijwar lê kirin
14:34 Platforma Em Destûr Nadin Yek Tîpê ava bû
14:30 7 kes bi lêdanê binçav kirin
14:29 Dayikên Şemiyê: Ji muwekîl heta parêzerê wan dîrokek tarî heye
14:10 Serpîl Kemalbay: Pirsgirêka bingehîn ne rejîma Erdogane…
14:09 'Divê dewlet vê eybê paqij bike'
14:00 Leşkeran êrîşî dijberên HES’ê kir
13:55 23 sal şûnde ew wêne vegot
12:55 Dê li dijî OHAL’ê têkoşînê bidin
12:55 Di kontrola rê de kesek hat binçavkirin
12:46 Rojnameger dê sibê li ber Ozgur Ulkeyê bin
12:45 Erka merhbirîna miftîtiyê fermî bû
12:39 Bîlîcî: Pêkanînên li dijî cenazeyan îşkence ye
12:28 Foza Yûsif: Serkeftina Rojava dê aloziya Sûriyeyê çareser bike
12:16 Hunermendên kurd: Portala muzîkê Netd stranên kurdî sansûr dike
12:15 Kalê 70’ê salî Arslan hat berdan
12:05 Dozger ketine pey parlementerên HDP’ê û fezlekeyan amade dikin
12:02 Destûra HES'ê ya li ser Çemê Kolikê çawa hat girtin?
11:13 Şandeyên çavdêr: Rojava dibe modela demokrasiyê
11:01 Qedexeya li ser 42 gundên Amedê hat rakirin
11:00 Ji mala Nuriye Gulmen: Em kêfxweşin
10:27 Sosret: Koda ‘Şervanê Terorîst ê Biyanî’ li pidikan dikin
09:58 'Di vê jiyanê de em jî hene!’
09:40 Seyda bi berhemên xwe ket nav karwanên nemiran
09:38 'Îktîdar dixwaze profîla 'xebatkara îtaatkar' çê bike'
09:37 Dozger dayika pitikê 35 rojî yê li Cizîrê mir, wek 'gumanbar' nîşan da!
09:37 Navenda jinê kirin saziya 'ferzkirina çêkirina zarokan'
09:35 Peykertraş Dogan: Dengbêj Evdalê Zeynikê remza wêjeya devkî ye
09:34 Li ber stranên kurdî govend gerand rastî lêpirsînê hat
09:30 Ji girtîgehê giliyê Demîrtaş kir!
09:23 Jin li dijî zextan 30 roj in di çalakiyan dene
09:22 Elewiyên meletiyî: Demildest kiryaran bibînin
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNAN 2017'AN
01/12/2017
23:27 Hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê: Dengdayîn bi dawî bû
23:16 Zarrab: Piştî zêran bi bazirganiya xwariniyî ya sexte çerx hatiye zîvirandin
21:27 Mal û milkên Reza Zarrab û xizmên wî hatin desteserkirin
21:12 Nûriye Gulmen hat tehliyekirin
18:34 3 kes li Enqereyê hatin girtin
17:57 Serlêdana malbatan hat redkirin
16:23 Li heremên ereb beşdariya hilbijartinan zêde ye
15:51 Seydî Firat hat berdan
15:45 Hevserokê PYD’ê dengê xwe avêt
15:44 Civîna Asta Bilin a Jinan: AKP ji jina bi hêz ditirse
15:41 Wekîla berê ya DSP’ê Saray: HDP bû rûyê jinê yê dîtinbarî
15:29 Abdurrahman Şen li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
15:19 Xelîl: Coşa hilbijartinên federasyonê bersivê dide Erdogan
14:59 8 sal û 10 meh cazayê girtîgehê li 5 kesan birîn
14:56 Ji Berberoglu re cezayê heta hetayê xwestin
14:55 Walî 30 navendên Dersimê 15 rojan qedexe kir
14:37 Li 3 navçeyên cuda 5 caran heman îxbar kirin!
14:35 Çerkesan jî deng dan
14:30 3 çalakgerên Kolana Yukselê hatin binçavkirin
14:23 4 kes li Hatayê hatin berdan
13:57 Polîsan nehişt belgefîlmê Sûrê bê pêşandan
13:56 Ji ber medya civakî 21 meh û 25 roj ceza lê birîn
13:24 Kalê 70 salî binçav kirin kîsê arvan rijandin
13:13 Kesek li Giyadinê hat girtin
12:56 Li Stenbolê jî malek elewiyan îşaret kirin
12:42 4'emîn Sempozyuma Bajêr a Stenbolê: Sûrê dikin qurbana rantê
12:41 DMME ji bo Amedspor û Nakî parastin ji Tirkiye xwest
12:40 Nehiştin rêxistinên jinan tev li doza Emanî bibin
12:13 Malbata Ocalan ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan
11:48 ‘Bi milyonan betalin, lê bac ji bo berjewendiyên qirêj xerç kirin e'
11:48 Dadgeh ji bo cezakirina Keskîn dixebite: 355 hezar û 920 TL ceza birîn
11:30 Şandeyên çavdêr hilbijartinan dişopînin
11:27 Rûniştina doza Berberoglu dê bi girtî bê dîtin
11:09 Gelo dê karibin bi Êrîşa li dijî Efrînê îtirafên Zarrab binixumîne?
10:41 Muxtarên bê tax Sûr vegotin
10:40 Muxtarê wêne parve kir rastî lêpirsînê hat
10:12 Bav û birayê girtiyan: Zilma Kenan Evren derbas kirin
09:45 ÎDO ji ber bahozê seferên li Deryaya Marmarayê betal kir
09:36 Qirîza aborî kûr dibe û esnafên Wanê zerar dikin
09:35 20 jinên xwestin tev li weşanê TRT'ê bibin hatin cezakirin
09:34 Rojnameger Aydogan: Ev çand dê bidome
09:33 Hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê dest pê kirin
09:15 Polîsan û leşkeran di serdema OHAL’ê de 64 kes kuştin
09:12 ‘Divê Ewropa der barê tecrîda li Îmraliyê de biryara mueyîdeyê bide’
09:12 Rêyên Cizîrê kun kunî bûne
09:11 Ji ber bihabûna kayê, pincarê garis didin sewalên xwe
09:10 'Kesê îro şibekê bişkîne dê sibê mirovan bikuje'
09:00 ROJEVA 01'Ê KANÛNA 2017'AN
30/11/2017
22:09 Hunermendên NÇM’ê hatin berdan
17:26 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
16:57 Roboskiyan: Bi Elçî re aştî û edalet jî qetil kirin
16:54 Piştî berteka bêsîvanan gotin ku 'Ev der cihê we ye'
16:34 Piştî 7 rojan girtî ma, bi hinceta îfadeya wî heye birin TEM’ê
16:09 Demîrtaş beraat kir
16:02 Heyeta HDP’ê çû Rojava
16:01 Platforma Piştevaniya Sûrê: Em dorpêçê rakin
16:00 Di Nobeda Edaletê de Tahîr Elçî hat bibîranîn
15:53 Ji Dîlokê daxwaza ‘Ne OHAL demokrasî'
15:06 Zaroka piyê wê di nava bariyerên polîsan de asê ma birîndar bû
14:57 Lûtkeya Jinê: Wekheviya jinê wekheviya civakê ye
14:57 3 çalakgerên Yukselê hatin binçavkirin
14:25 Li 3 bajaran 18 kes hatin binçavkirin