Rojnameger Aydogan: Ev çand dê bidome 2017-12-01 09:34:01 STENBOL – Di ser bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê de 23 sal derbas bûn. Xebatkara rojnameyê Nûrdogan Aydogan ku ji êrîşa bombeyî bi saxî filitî wiha got: “Heta ku têkoşîna gelê kurd hebe, wê bi awayekî rêça Ozgur Gundemê bidome. Bila şik û gumanên tu kesî ji vê yekê tune bin.”  Di 3’yê Kanûna 1994’an de li dijî Rojnameya Ozgur Ulkeyê êrîşeke bombeyi pêk hatibû. Di vê êrîşa bomeyî ku biryara wê di civîna MGK’ê ya 23 sal berê hatibû dayîn de peywirdarê gihaniyê yê rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest dabû. Xebatkara rojnameyê Nûrdogan Aydogan ku ji êrîşa bombeyî ya li dijî avahiya navendî ya rojnameyê ya li Cagaloglûyê bi saxî filitî û wê demê piştî bombekirinê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û paşê hatibû berdan behsa wê demê û rewşa ku niha çapemenî pê re rû bi rûye kir.    'OZGUR ULKE RAGIHANDINA RASTIYAN JI XWE RE KIR BAR’    Aydogan, bi bîr xist ku Rojnameya Ozgur Ulkeyê di serdemek ku dewletê hemû çapemenî bêdeng kiribû de dest bi weşana xwe kiriye û tevî hemû zext, zorî, çewisandin, sansur, qedexe û cezayên pereyî yên gelekî zêde jî peywira ragihandiya rastiyê ji xwe re kiribû bar.     ‘EM BI KINDIRÊ DAKETIN JÊR’    Aydogan wê roja ku êrîş pêk hat wiha vegot: “Xebatên me yên asayî dewam dikirin. Çapên wê yên Enqere û Îzmîrê bê pirsgirêk temam bûn. Saet di 24.00’an de çapa Stenbolê jî temam bû. Paşê Ersîn hevalên bi şev dixebitîn birin malên wan û hat. Tevî hevalên bi şev dixebitîn li dor 20 heval li rojnameyê hebûn. 6 heval li qata têketinê bûn û yên din jî li qata jorê diman. Ber destê sibehê saet di navbera 03.00-04.00’an de teqîneke dijwar çê bû. Em ên jorê hemû li şaneşîna rojnameyê kom bûn. Me xwest em di nêrdewanan de dakevin, lê hem li nêv avahiyê şewateke mezin derketibû hem jî ji ber rûxandinê me nikaribû di nêrdevanê de dakeve. Ji ber teqîn li jêrê çê bûbû, me rewşa 6 hevalên li jêr meraq dikir. Hem îtfaiye hem jî qereqol nêzî me bûn, lê ji bo rizgarkirinê nehatin. Piştî 45 deqîqe an jî saetekê şûnde dema çapemenî û gel hat ber rojnameyê îtfaiye hat û kindirek avêt cem me. Em bi wê kindirê daketin jêr. Em hînbûn ku rewşa hevalên li jêr giran e û wan rakirine nexweşxaneyê.”    ‘DEMA ME BIHÎST WÊ ROJNAME JI NÛ VE DERKEVE…’    Aydogan, diyar kir ku ji ber hevalên li jor bi kindirê daketin destê wan jê bûbû û wiha domand: “Lê bêyî ku bihêlin em tedawî bibin polîsan got we rojname bombe kiriye û em binçav kirin û birin Amîrtiya Polîsan a Emînonuyê. Wek ku me rojname bombe kiribe, nimûne ji destên me yên ji ber kindirê jê bûbûn girtin û ji bo lêkolînê şandin. Lê me herî zêde miraqa hevalên xwe yên din dikir. Em bi riya parêzeran hînbûn ku heval Ersîn şehîd ketiye û yên din jî bi giranî birîndar bûne. Wê kêliyê huzn û bêdnegiyek xwe da der. Paşê ji bo lêpirsînê em yeko yeko birin. Parêzer hatin û gotin wê sibê rojname derkeve. Ev yek heycan û kêfxweşiyeke mezin li me peyda kir. Êdî em bihatanan girtin û bi salan girtî bimanan jî ne xema me bû. Çimkî tevî vê êrîşê jî wê rojname weşana xwe bidomandana.”    ‘JI BO DESTEKÊ HINGULÎSKA XWE YA ZEWACÊ DAN’    Aydogan, diyar kir ku piştî teqînê destek û piştevaniyeke mezin çê bû û ev yek tenê ne di warê rewşenbîr û nivîskaran de, hemû derdorên civakê destek û alîkarî daye rojnameyê. Aydogan, anî ziman ku mirov dikare kampanyaya hat destpêkirin wek “eniya demokrasiyê” ya li dijî êrîşan pênase bike û ev tişt gotin: “Karker, karmend, firoşkarên seyyar hemû hem madî hem manevî destek dan. Kesekî tirk hat rojnameyê got ‘Ez we nas nakim û nizanim hûn çi dinivîsin jî, heke evqas êrîş hebin, nexwe hûn tiştên rast dikin.’ Du kesên nû zewicî bûn û rewşa wan a borî tune bû gotin, tenê hungulîska di dest wan de heye. Me hungulîska wan qebûl nekir, lê dîsa jî hungulîsk danîn û çûn. Yanî destek û piştevaniyeke wisa mezin hebû. Helbet êrîş jî ranewestiyan, dewam kirin. 3 çapên rojnameyê dihatin kirin, der barê her sêyan de jî biryara komkirinê hat dayîn. Ne nûçe tenê, qedexe danîn ser wêne û sernavan jî. Lê tevî van tiştan hemûyan jî me her hewl da ku em rastiyê ragihînin gel. Di her êrîş û qedexeyan de em mezintir bûn, bi griseyeke mezintirîn me bersiv dida.”    ‘ENIYA BERXWEDANÊ BÛ’    Aydogan, dest nîşan kir ku rojnameya Ozgur Ulkeyê di serî de ya kurdan û bi giştî ya hemû gelan, bindestan, hêzên çepgir û demokrasiyê bû û tevî hemû êrîşan jî tu carî ji rastiyê tawîz neda û eniyeke berxwedanê bû.    ‘WÊ EV RÊÇ BI AWAYEKÎ BIDOME’    Aydogan, mohrkirina deriyê Rojnameya Ozgur Gundemê jî nirxand û ev tişt gotin: “Nexwe çapemeniya azad karên rast dike. Divê mirov wisa lê binere. A girîng ew e ku çapemeniya azad bi layiqî peywira xwe bi cih bîne. Heta ku têkoşîna gelê kurd hebe, wê bi awayekî rêça Ozgur Gundemê bidome. Bila şik û gumanên tu kesî ji vê yeke tune bin. A girîng mirov hêvîdar be û li pêyî rastiyê bitêkoşe.”    ‘ZEXTÊN LI DIJÎ ÇAPEMENIYÊ PERÇEYEK JI ŞER IN’    Aydogan, dest nîşan kir ku zext û zoriyên li ser çapemeniyê perçeyek ji şerê heyî ne û ev tişt gotin: “Dixwazin bitepisînin, radest bigirin. Wek ku min li jorê jî got, wê nikaribin encamê wergirin. Tevî ewqas girtinan jî, bala we dikêşim tu xebatkarekî çapemeniya azad jî bi paş ve gav neavêt. Li hundur û derve tevde têdikoşin. Ev bi xwe jî bersivdayînek e. Helbet divê em piştevaniya xwe ya ji bo hevalên xwe yên rojnameger xurtir bikin.”    MA / Yasin Kobulan