ENQERE – Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan têkildarî geşedanên li Sûriyê bi telefonê li gel Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn hevdîtin pêk anî.
Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan têkildarî geşedanên li Sûriyê bi telefonê li gel Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn hevdîtin pêk anî.
Serokkomariyê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek nivîskî da û Erdogan wiha gotiye: “Operasyona eskerî ya ji bo Rojhilatê Firatê tê plankirin dê piştevaniya aştî û aramiya Sûriyê bike. Wê pêşî li pêvajoya siyasî ya Sûriyê veke.
Erdogan ji Putîn re gotiye parastina berjwendî û mafê gelê Sûriyê ji bo Tirkiyeyê hêmanek esasî ye. Tirkiye di vê pêvajoyê de helwesta avaker ya Federasyona Rûsyayê pîroz dike.”