Erdogan li gel Putîn hevdîtin pêk anî 2019-10-09 15:17:14 ENQERE – Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan têkildarî geşedanên li Sûriyê bi telefonê li gel Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn hevdîtin pêk anî.    Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan têkildarî geşedanên li Sûriyê bi telefonê li gel Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn hevdîtin pêk anî.    Serokkomariyê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek nivîskî da û Erdogan wiha gotiye: “Operasyona eskerî ya ji bo Rojhilatê Firatê tê plankirin dê piştevaniya aştî û aramiya Sûriyê bike. Wê pêşî li pêvajoya siyasî ya Sûriyê veke.   Erdogan ji Putîn re gotiye parastina berjwendî û mafê gelê Sûriyê ji bo Tirkiyeyê hêmanek esasî ye. Tirkiye di vê pêvajoyê de helwesta avaker ya Federasyona Rûsyayê pîroz dike.”