Nexweş: 3 meh in li baxçeyê nexweşxaneyê radizê
Nexweş: Saet di 2'ê şevê de randevû dan min

  • rojane
  • 09:15 9 Cotmeh 2019
  • |
img

AMED - Li nexweşxaneyên Amedê ji ber hêjmara personel û cîhazên tibbî kêm in, nexweşên ku ji Amed û bajarên der û dora Amedê tên tedawî dibin, hin caran heta 3 mehan nikarin randewî bistînin. Nexweşa 35 salî Zeynep Erdogan a ji bo tedawiyê hat Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê, diyar kir ku mirov li pêş serwîsan dikevin dorê û got: "Saet di 2'ê şeva 12'ê Cotmehê de randevû dan min." 

Li nexweşxaneyên Amedê ji ber hêjmara personelan û cîhazên tibbî kêm in, nexweş mexdûr dibin. Her roj, bi sedan malbatên nexweşan ên ji Amed û bajarên der û dorê tên li pêş nexweşxaneyan li baxçeyên nexweşxaneyan şevên xwe derbas dikin. Welatiyên ku ji bo randevû MR bistinin li xeta 182'an digerin. Piştî çend roj an jî hefteyan dikarin randevû bigrin. Nexweşên ku piştî çend rojan mûayene dibin, vê carê ji bo kişandina MR, tomografî, ultrason û ji bo Endoskopî ya ku ji bo kontrolkirina mîdeyî di navbera 15 û 90 roj şûnde randevû didin.
 
Yek ji nexweşxaneya ku nexweş mexdûr dibin; Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ye. Rayedar, ji ber tunebûna personel û cîhazên tibbî, heta 2-3 meh şûnde randevû dide nexweşan. Hin caran jî şev nîvê şevê randevuya muayinê dide nexweşan. Nexweşa 35 salî Zeynep Erdogan ya ku ji bo tedawiyê hat Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê diyar kir ku ji derveyî Amedê hemû gelên herêmê tên vê nexweşxaneyê û got: "Em bi randevûyê tên vê derê. Li pêş serwîsa MR û rontgenê bi dehan mirov dikevin rêzê. Herî zû 2 meh şûnde randevû didin. Ev pirsgirêkeke mezin e. Mirov mexdûr dibin. Saet di 2'e şeva 12'ê Cotmehê de randevû dan min. Ezê çawa 2 mehan bisekinim. Dibêjin tenê cîhazek MR heye. Cihaz kêm in. Ji bo mirov nekevin dorê divê personel û cîhazan zêde bikin." 
 
3 MEH IN LI BAXÇEYÊ NEXWEŞXANEYÊ RADIZÊN 
 
Hadî Ceylan ê 50 salî ku xizmên xwe ji Çinarê anin Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê jî anî ziman ku 3 meh in li baxçeyê nexweşxaneyê di nava tozê de li ser pataniyan radizên û got: "3 meh in livir im. Em xwarina xwe li vir li ser tup çêdikin. Rêya me dûr e. Em nikarin biçin û bên. Rewşa me ya aboriyê nebaş e. Em nikarin li otelan razên. Ji îro û şunde hewa wê bicemide. Dîsa pirsgirêka cihê parka erebeyan jî heye. Divê ev pirsgirêk werin çareser kirin. Divê cihekî ku nexweş lê rawestin hebe." 
 
JI RIHA Û ÊLIHÊ HATINE VIR
 
 
Seydî Demîr ê 48 salî jî da zanîn ku ji Serêkaniya Rihayê hatiye Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û got: "28 roj in em li vir in. Li Rihayê bijîşkê beşa Hematolojî û Nefrolojî tune. Ez bi derfetên xwe li vir dijîn."
Mehmet Çelîk ê 55 salî jî diyar kir ku ji ber kemasiyên cihazan ên Êlihê hatine Amedê û wiha got: "Em çûn ji bo muayene bûnê ku dorê bigirin lê dor tune bû. Em jî mecbûr man ku biçin nexweşxaneya taybet. Wan jî randevu dan ji bo piştî 20 rojan. Tahlîl hatin çêkirin. Heke ne taybet bûya wê nexweşxaneya dewletê 4-5 mehan dorê bide. Dîsa heman demê de min neviyê xwe bir ku nîşanî bijîşkî bidim lê ji ber ku roj dan dîrokeke pêş em jî mecbûr man ku dîsa biçin nexweşxaneya taybet. Ji nexweşxaneya dewletê hemşîrekê got ku heke hûn bixwazin tahlîlên we zû derkevin herin nexweşxaneya taybet."
 
'LI GORÎ BAZIRGANIYÊ POLÎTÎKA PÊŞ DIXIN' 
 
Rêveberê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Civakî û Tenduristî (SES) a Amedê Mahfuz Karaaslan bal kişand ser pirsgirekên xizmeta tenduristiyê û wiha got: "Di encamên polîtîkayên neolîberal de di qada tenduristiyê de guhertin çêdibin. Nexweşxaneyên nû tên vekirin. Nexweşxaneyên Bajaran vekirin. Di tenduristiyê de li gor pere û bazirganiyê polîtîkayê pêş dixin. Nexweşxane, kesên ku ji bo tedaviyê tên weke muşterî dibîne. Xizmetên tenduristiyê yên parêstger, ji bo pêşî teşhîskirin, pêşî girtina nexweşiyan gave tune. Piştî ku mirov nexweş dibe û şunde mudahale tê kirin. Rewşeke ku herkesê bikin muşteriyên potansiyel heye. Dema rewş wisa be mirov mecbûr dibin ku biçin nexweşxaneyên taybet. Bi vî şiklî tedaviyeke tenduristiyê ya ku têra pere derdikeve holê. Di nexweşxaneyan de bi saetan dor çêdibin. Ev dor ji personelên tenduristiyê naqewime. Ji bê erkbûna pergalê diqewime."
 
'NEXWEŞAN ARASTAYÎ NEXWEŞXANEYÊN TAYBET DIKIN' 
 
Karaaslan, herî dawî, destnîşan kir ku li nexweşxaneyên cemaweriyê roj bi roj xizmeta bêkalîte pêşkeş dikin û berê mirovan didin nexweşxaneyên taybet û got: "Di pergala tenduristiyê de rizîbûneke heye. Dema bi hezaran nexweş berê wan dan nexweşxaneyekê vêcarê xetimînek çêdibe."
 
MA - Fahrettîn Kiliç- Omer Akin
 

Sernavên din

09/10/2019
10:52 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî îlan kir
10:48 'Butçeya ji bo şer divê ji bo pêşketina welat were xerckirin’
10:46 Senator Graham: Ji bo ketina Sûriyeyê we destûr negirtiye
10:28 Rêxistinên rojnamegeran: Heta TMK neyê guhertin dê rojnameger bên girtin
10:27 HDP'iyên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:13 Divê komkujiya 10'ê Cotmehê sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin
10:04 Bozgeyîk: Divê gelên Sûriyeyê biryara siberoja Sûriyeyê bidin
09:48 Partiyên Kurdistanî li dijî şer banga yekîtiyê kirin
09:48 KCD: Li dijî şer dengê xwe bilind bikin
09:15 Nexweş: 3 meh in li baxçeyê nexweşxaneyê radizê
Nexweş: Saet di 2'ê şevê de randevû dan min
09:11 Dadgeh: TMK, sînoran datîne ber azadiya fikr û ramanê
09:10 Xwişka Mûstafa Koçakê di rojiya mirinê de: Em dixwazin bijî
09:10 Kezeba girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû xera bûye
09:09 Bi mîtînga ku beşdar nebûyê hat tawanbarkirin û paşê hat îxrackirin
09:08 'Ger wisa bidome wê ne heywan ne jî goşt bimîne'
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2019'AN
08/10/2019
23:17 Sewqiyata wesayîtên leşkerî ya ber bi binkeya leşkerî ve didome
23:09 Pentagon: Me leşkerên xwe ji qada operasyonê derxistin
16:27 23 sal cezayê girtîgehê li bersûcê îstîsmara zaroka astengdar birî
15:48 Eşîrên Hesekê li dijî plana operasyonê ya Tirkiyê seferberî ragihandin
15:46 TJA'yê banga Yekitiya Neteweyî kir
15:36 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Em ê destûrê nedin dagirkeriyê
15:18 'Alemê têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ'ê dît, lê we nedît'
15:05 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Ji şer re bêjin ‘na’
15:02 Çapemeniya DYA: Erdogan xwest berpirsiyariya DAIŞ'ê bide ser xwe
14:56 Ahmet Turk hişyar kir: Tirkiyeyê ber bi çiravê ve dibin
14:30 Ji Nobeta Demokrasiyê bangî CHP’ê kirin: Ji bo tezkereya şer bêjin na
14:27 Nerazîbûna li dijî operasyona eskerî: Operasyon li dijî destkeftiyên gelê kurd e
14:15 Li Hezoyê 70 penaber hatin girtin
14:13 Ji bo xeta ser sînor sewqiyeta eskerî
14:04 Operasyonê Mîhricana Îsotan paşde xist
13:48 Dayikên Aştiyê yên xwestin biçin Enqereyê hatin astengkirin
13:44 Ji Temellî banga navneteweyî: Li dijî polîtîkayên şer ên Erdogan derin
13:43 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:32 Barzanî têkildarî Rojava: Em pir bi fikarin
13:27 Nas: Pêdiviya wan bi şer heye
13:02 ESP: Em şoreşa Rojava biparêzin
12:37 Mazlûm Ebdî: Çav û guh lê kirina girtiyên DAIŞ'ê êdî pêşaniya me ya duyemîn e
12:17 Danişîna doza Parka Gezî dest pê kir
11:44 Pirsûsiyan: Ger operasyon çêbe, rewşa me wê ji serdema êrîşên DAIŞ’ê xerabtir bibe
11:27 8 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:26 Banga bîranîna Komkujiya 10'ê Cotmehê hat kirin
11:12 Îranê pêşniyara Mutabaqata Edeneyê li Tirkiyeyê kir
11:09 Başkaya: Heta kurdan tev li hesab nekin nikarin li Rojhilata Navîn planan çêkin
11:02 Pekoz: Operasyon wê encamên xerab bi xwe re bîne
10:57 Kesê ku di teqînê de bi giranî birîndar bû, xeteriya wî ya jiyanê didome
10:51 Di manşetên rojnameyan de şerê Sûriyeyê: neçareserî û çirav
10:45 MYK’a HDP’ê ji bo rojeva Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dicive
10:11 Thornberry: Daxuyaniya Koşka Spî xiyaneta li dijî fedakariya kurdan e
09:58 'Ajokar û plakeya maşîna zirxî ya Efe kuşt hêj diyar nebûye'
09:48 KCD'ê xwest hemû rêxistin û partî li dijî operasyona dersînor li qadan bertekên xwe bînin ziman
09:43 Polisan li Edeneyê 6 kesan binçav kir
09:42 Dolar teqil li xwe xist: 5.85 TL
09:23 Di bin navê 'bexş'ê de bi zorê pereyan ji ajovanan distînin!
09:22 Nobeta Av û Wijdanê di roja 75'an de ye: Têkoşîna ji bo jiyanê
09:20 Dayika Gûrbetellî Ersoz: Li tevahiya axa welatê xwe li wan digerim
09:19 'Erdogan ji bo qoltixa xwe êrîşî Sûriyeyê dike'
09:18 Li mehserên Licê duxan bi sîtilan ket
09:16 Karkerên Sînboyê: Hêj meaşê me tev nedane
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2019'AN
07/10/2019
19:21 Waliyê Rihayê ji şêniyên li 4 taxên Serêkaniyê xwest malan vala bikin
16:53 Hîllary Clînton: Biryara Trump îxaneteke dil xelandinê ye
16:40 Ji bo bîranîna GAR'a ya 10'ê Cotmehê bang
16:21 ÎHD: Divê mirina Nadîra Kadîrova bê ronîkirin
16:15 Ji ber kurdbûna xwe hatibû derpkirin rapora derbkirinê negirt
15:16 Olûç: Îktîdara wan ku diheje dixwazin bi Sûriyê qehîm bikin
15:06 Ji bo Demîrtaş salek û 3 meh cezayê girtîgehê birîn
15:00 Sarisaç: Tişta DAIŞ'ê nekarîbû bike Erdogan dixwaze bike
14:56 Dildarên Çiyayên Kazê wê di 10'ê Cotmehê de meşa xwe berdewam bikin
14:45 Nobeta Demokrasiyê 50 rojin dewam dike
14:00 Dundar: Vê îktîdarê aqilê xwe xwariye
13:42 QSD: Piştî vekişîna hêzên Koalîsyonê, rejîm bi piştgiriya Rûsyayê berê xwe da Minbicê
13:37 TJA’yê li Êlihê bernameya xwe ya meha Cotmehê aşkere kir
13:08 McGurk: Trump şaşiyên kambax dubare dike
12:46 MKGP: Em rojnamegerên jin ên Kurd rêwitiya heqîqetê didomînin
12:45 NY: Em nizanin wê çi bibe
12:27 Gelê Cizîrê ber bi Serêkaniyê ve dimeş e
12:18 KNK'ê banga seferberiyê kir
12:18 Pitika 3 mehî binçav kirin
12:16 Di çapemeniya cîhanê de bertekên li dijî vekişîna DYA'yê
11:57 Hêzên Koalîsyonê baregehên xwe yên Serêkaniyê vale kirin
11:43 Li Çinarê qezaya trafîkê: 2 kes mirin û 4 kes birîndar bûn
11:41 Rayedarên Tirkiyeyê sînyala operasyonê dan
11:40 Koçalî: DAIŞ'ê li herêma Kurdan bicih nekin
11:22 Li Rihayê perwerdekaran 5'ê Cotmehê bi konsera Bajar pîroz kir
11:13 Duh ceyran û xaz, îro pir û rê zem kirin
11:12 Meclîsa Leşkeri ya Girê Spî: Ger Tirkiye peymanê binpê bike, em ê gelê xwe biparêzin
10:42 QSD: Êrîşên Tirkiyeyê wê bandorek mezin li îstikrar û şerê li dijî DAIŞ`ê bike
10:30 Di sedsala 21'emîn de nêzîkatiya li hemberî Ocalan û encamên wê -3
Bayrak: Ji bo komplo bê famkirin divê mirov li dîroka Kurdan binere
09:43 Der barê wekilê HDP’ê de fezekeya ‘moral û motivasyonê’
09:43 Serokê Baroya Mêrdînê yê nû hat hilbijartin
09:42 Mem Ararat konserek bêhempa li dar xist
09:42 Li Panosê zilamekî hevjîn û keça xwe kuşt
09:19 Welatiyên Amedê: Li şûna HDP’ê divê hemû dayik li ber Meclîsê kom bibin
09:15 Serokê JMO’yê Alan: Tedbîra jiyana însanan ne di xema pergalê de ye
09:15 Karkerên qeyûm dê û keça xwe dizek derketin
09:13 Navenda Jiyanê ya Jinan dest bi xizmetê kir
09:10 ‘Medya her dîmenê şidetê bikar tîne şidet zêde dibe’
09:09 Wekîla Elman Luhman: Qeyûm di rojeva Ewrûpayê de ne
09:08 Bijîşk Sayyigît ê hat îxrackirin: OHAL neqediyaye didome