Nexweş: 3 meh in li baxçeyê nexweşxaneyê radizêNexweş: Saet di 2'ê şevê de randevû dan min 2019-10-09 09:15:11 AMED - Li nexweşxaneyên Amedê ji ber hêjmara personel û cîhazên tibbî kêm in, nexweşên ku ji Amed û bajarên der û dora Amedê tên tedawî dibin, hin caran heta 3 mehan nikarin randewî bistînin. Nexweşa 35 salî Zeynep Erdogan a ji bo tedawiyê hat Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê, diyar kir ku mirov li pêş serwîsan dikevin dorê û got: "Saet di 2'ê şeva 12'ê Cotmehê de randevû dan min."  Li nexweşxaneyên Amedê ji ber hêjmara personelan û cîhazên tibbî kêm in, nexweş mexdûr dibin. Her roj, bi sedan malbatên nexweşan ên ji Amed û bajarên der û dorê tên li pêş nexweşxaneyan li baxçeyên nexweşxaneyan şevên xwe derbas dikin. Welatiyên ku ji bo randevû MR bistinin li xeta 182'an digerin. Piştî çend roj an jî hefteyan dikarin randevû bigrin. Nexweşên ku piştî çend rojan mûayene dibin, vê carê ji bo kişandina MR, tomografî, ultrason û ji bo Endoskopî ya ku ji bo kontrolkirina mîdeyî di navbera 15 û 90 roj şûnde randevû didin.   Yek ji nexweşxaneya ku nexweş mexdûr dibin; Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ye. Rayedar, ji ber tunebûna personel û cîhazên tibbî, heta 2-3 meh şûnde randevû dide nexweşan. Hin caran jî şev nîvê şevê randevuya muayinê dide nexweşan. Nexweşa 35 salî Zeynep Erdogan ya ku ji bo tedawiyê hat Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê diyar kir ku ji derveyî Amedê hemû gelên herêmê tên vê nexweşxaneyê û got: "Em bi randevûyê tên vê derê. Li pêş serwîsa MR û rontgenê bi dehan mirov dikevin rêzê. Herî zû 2 meh şûnde randevû didin. Ev pirsgirêkeke mezin e. Mirov mexdûr dibin. Saet di 2'e şeva 12'ê Cotmehê de randevû dan min. Ezê çawa 2 mehan bisekinim. Dibêjin tenê cîhazek MR heye. Cihaz kêm in. Ji bo mirov nekevin dorê divê personel û cîhazan zêde bikin."    3 MEH IN LI BAXÇEYÊ NEXWEŞXANEYÊ RADIZÊN    Hadî Ceylan ê 50 salî ku xizmên xwe ji Çinarê anin Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê jî anî ziman ku 3 meh in li baxçeyê nexweşxaneyê di nava tozê de li ser pataniyan radizên û got: "3 meh in livir im. Em xwarina xwe li vir li ser tup çêdikin. Rêya me dûr e. Em nikarin biçin û bên. Rewşa me ya aboriyê nebaş e. Em nikarin li otelan razên. Ji îro û şunde hewa wê bicemide. Dîsa pirsgirêka cihê parka erebeyan jî heye. Divê ev pirsgirêk werin çareser kirin. Divê cihekî ku nexweş lê rawestin hebe."    JI RIHA Û ÊLIHÊ HATINE VIR     Seydî Demîr ê 48 salî jî da zanîn ku ji Serêkaniya Rihayê hatiye Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û got: "28 roj in em li vir in. Li Rihayê bijîşkê beşa Hematolojî û Nefrolojî tune. Ez bi derfetên xwe li vir dijîn." Mehmet Çelîk ê 55 salî jî diyar kir ku ji ber kemasiyên cihazan ên Êlihê hatine Amedê û wiha got: "Em çûn ji bo muayene bûnê ku dorê bigirin lê dor tune bû. Em jî mecbûr man ku biçin nexweşxaneya taybet. Wan jî randevu dan ji bo piştî 20 rojan. Tahlîl hatin çêkirin. Heke ne taybet bûya wê nexweşxaneya dewletê 4-5 mehan dorê bide. Dîsa heman demê de min neviyê xwe bir ku nîşanî bijîşkî bidim lê ji ber ku roj dan dîrokeke pêş em jî mecbûr man ku dîsa biçin nexweşxaneya taybet. Ji nexweşxaneya dewletê hemşîrekê got ku heke hûn bixwazin tahlîlên we zû derkevin herin nexweşxaneya taybet."   'LI GORÎ BAZIRGANIYÊ POLÎTÎKA PÊŞ DIXIN'    Rêveberê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Civakî û Tenduristî (SES) a Amedê Mahfuz Karaaslan bal kişand ser pirsgirekên xizmeta tenduristiyê û wiha got: "Di encamên polîtîkayên neolîberal de di qada tenduristiyê de guhertin çêdibin. Nexweşxaneyên nû tên vekirin. Nexweşxaneyên Bajaran vekirin. Di tenduristiyê de li gor pere û bazirganiyê polîtîkayê pêş dixin. Nexweşxane, kesên ku ji bo tedaviyê tên weke muşterî dibîne. Xizmetên tenduristiyê yên parêstger, ji bo pêşî teşhîskirin, pêşî girtina nexweşiyan gave tune. Piştî ku mirov nexweş dibe û şunde mudahale tê kirin. Rewşeke ku herkesê bikin muşteriyên potansiyel heye. Dema rewş wisa be mirov mecbûr dibin ku biçin nexweşxaneyên taybet. Bi vî şiklî tedaviyeke tenduristiyê ya ku têra pere derdikeve holê. Di nexweşxaneyan de bi saetan dor çêdibin. Ev dor ji personelên tenduristiyê naqewime. Ji bê erkbûna pergalê diqewime."   'NEXWEŞAN ARASTAYÎ NEXWEŞXANEYÊN TAYBET DIKIN'    Karaaslan, herî dawî, destnîşan kir ku li nexweşxaneyên cemaweriyê roj bi roj xizmeta bêkalîte pêşkeş dikin û berê mirovan didin nexweşxaneyên taybet û got: "Di pergala tenduristiyê de rizîbûneke heye. Dema bi hezaran nexweş berê wan dan nexweşxaneyekê vêcarê xetimînek çêdibe."   MA - Fahrettîn Kiliç- Omer Akin