* Bijîşk Erdal Sayyigît ê bi hênceta lêpirsîna ewlehiyê ji karê xwe hat îxrackirin got: “Gotin OHAL qediyaye lê mixabin di bin navê lêpirsîna ewlehiyê de OHAL dewam dike.”
* Parlamentra Partiya Sosyal Demokrat a Parlamentoya Federal a Elmanyayê Kirsten Luhmann a ji bo piştevaniya HDP’ê hat Amedê diyar kir ku destnîşan kir ku pêkanînên OHAL’ê didome û tayînkirina qeyûman di rojeva Ewrûpayê de ye.
* Endama Komeleya Têkoşîna bi Şideta Zayendî re Şehlem Kaçar diyar kir ku ji ber her tim medya dîmenên şidetê bikar tîne şidet di nav civakê de belav dibe û êdî şidet hatiye halê ku wek metayekê tê firotinê.
* Navenda Jiyanê ya Jinan ku di bin banê Miduriyeta Şaredariya Rêya Armûşê de vebû dest bi xizmet dayîna ji bo jinan û zarokan kir.
* Qeyûmê Mêrdînê, Seroka Baskê Jinan a AKP’ê Seval Begdaş girtibû kar. HDP dema hat ser rêveberiya Begdaş bi hênceta “li dijî rêgezên ehlaqî tevgeriyaye” ji kar derxist. Dîmenên Begdaş û keça wê ku li kargehekê diziyê dikin derketin holê.
* Serokê Desteya Rêveberiya JMO’yê Huseyîn Alan da zanîn ku ji erdheja mezin a Marmarayê ve tedbîr nehatine girtin û got: “Pergalek rantxwir heye û talanê pêk tîne. Jiyana însana ne di xema wan de ye.”
* Welatiyên Amedê diyar kirin ku AKP di navbera dayikan de cudakariyê dike û bang li malbatên li ber HDP’ê kirin û pêwîste hemû dayik bên gel hev, li ber Meclîsê kom bibin û li wir daxwaza edaletê bikin.
* Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku fezlekeyên tên Meclîsê wek hejandina şûrê li dijî demokrasiyê ye û wê li dijî van hemû nêzîkatî û pêkanînan her gotina xwe bêjin û dest ji têkoşîna xwe ya demokrasiyê
* HDP dê li Amed, Mêrdîn û Wanê li dijî tayînkirina qeyûman Nobeta Demokrasiyê di roja 50'emîn de dewam bike. (11.00-13.00)
* Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Oluç dê têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30)
* 10 Ekîm-Der, KESK, DÎSK, TMMOB û TTB dê têkildarî bîranîna 4'emîn salvegera Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê li avahiya 10 Ekîm-Derê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.30)
* Danişîna doza Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi îdiaya li dijî qanûna hejmara 2911'an muxalefet kiriye dê li 44'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Enqereyê bê dîtin. (13.30)