ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2019'AN 2019-10-07 09:00:56 * Bijîşk Erdal Sayyigît ê bi hênceta lêpirsîna ewlehiyê ji karê xwe hat îxrackirin got: “Gotin OHAL qediyaye lê mixabin di bin navê lêpirsîna ewlehiyê de OHAL dewam dike.”  * Parlamentra Partiya Sosyal Demokrat a Parlamentoya Federal a Elmanyayê Kirsten Luhmann a ji bo piştevaniya HDP’ê hat Amedê diyar kir ku destnîşan kir ku pêkanînên OHAL’ê didome û tayînkirina qeyûman di rojeva Ewrûpayê de ye.    * Endama Komeleya Têkoşîna bi Şideta Zayendî re Şehlem Kaçar diyar kir ku ji ber her tim medya dîmenên şidetê bikar tîne şidet di nav civakê de belav dibe û êdî şidet hatiye halê ku wek metayekê tê firotinê.   * Navenda Jiyanê ya Jinan ku di bin banê Miduriyeta Şaredariya Rêya Armûşê de vebû dest bi xizmet dayîna ji bo jinan û zarokan kir.   * Qeyûmê Mêrdînê, Seroka Baskê Jinan a AKP’ê Seval Begdaş girtibû kar. HDP dema hat ser rêveberiya Begdaş bi hênceta “li dijî rêgezên ehlaqî tevgeriyaye” ji kar derxist. Dîmenên Begdaş û keça wê ku li kargehekê diziyê dikin derketin holê.     * Serokê Desteya Rêveberiya JMO’yê Huseyîn Alan da zanîn ku ji erdheja mezin a Marmarayê ve tedbîr nehatine girtin û got: “Pergalek rantxwir heye û talanê pêk tîne. Jiyana însana ne di xema wan de ye.”    * Welatiyên Amedê diyar kirin ku AKP di navbera dayikan de cudakariyê dike û bang li malbatên li ber HDP’ê kirin û pêwîste hemû dayik bên gel hev, li ber Meclîsê kom bibin û li wir daxwaza edaletê bikin.    * Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku fezlekeyên tên Meclîsê wek hejandina şûrê li dijî demokrasiyê ye û wê li dijî van hemû nêzîkatî û pêkanînan her gotina xwe bêjin û dest ji têkoşîna xwe ya demokrasiyê    * HDP dê li Amed, Mêrdîn û Wanê li dijî tayînkirina qeyûman Nobeta Demokrasiyê di roja 50'emîn de dewam bike. (11.00-13.00)   * Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Oluç dê têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30)   * 10 Ekîm-Der, KESK, DÎSK, TMMOB û TTB dê têkildarî bîranîna 4'emîn salvegera Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê li avahiya 10 Ekîm-Derê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.30)   * Danişîna doza Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi îdiaya li dijî qanûna hejmara 2911'an muxalefet kiriye dê li 44'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Enqereyê bê dîtin. (13.30)