Platforma Piştevaniya Sûrê: Em dorpêçê rakin

  • rojane
  • 16:01 30 Mijdar 2017
  • |
img

STENBOL - Platforma Piştevaniya Sûrê têkildarî 2 salên dorpêça li ser Surê didome bang kirin û gotin: “Bila hem xwediyê malan û hem jî kîravanên li Sûrê vegerin malên xwe û têkevin bin ewlehiyê. Bila êdî ev dorpêç bên rakirin. Dawî li komkujiya çandî û dîrokî bînin." 

Platforma Piştevaniya Sûrê, di 2'emîn salvegera destpêka qedexeya li Sûrê, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anîn. Parazvanên mafên jiyanê, endamên Platforma Sûrê û gelek kesên din tev li civînê bûn. Li salona civînê pankarta "Sûrîcî ya Amedê 2 salin di bin dorpêçê de ye" vekirin. Li salonê dîsa afîşên belgefîlma "Sûr: Ax û Welat" a di 3'ê Kanûnê de li Navenda Çandê ya Bajarê Hemdem a Mizgefta Şişliye pêk bê hat daliqandin. Di civînê de sînevîzyona têkildarî geşedanên li Sûrê hat pêşandan. 
 
'KEVIR LI SER KEVIR NEHAT HIŞTIN'
 
Dildara Platforma Piştevaniya Sûrê Prof. Dr. Ayşe Erzan daxuyanî da û bal kişand ser rewşa Sûrê. Erzan, wiha got: "Em ji xerakirina demokratîf, aborî, çandî ya Sûrê re bêjin raweste. Pişti di 9'ê Adara 2016’an de pevçûn û operasyon bi dawî bû, di heman kêliyê de dozer û kepçe ketin Sûrê. Li taxên Cevat Paşa, Dabanoglu, Fatih Paşa, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê  li 6 taxan dest bi xerakirinê kirin. Kevir li ser kevir nehiştin. Zor li welatiyan kirin ku koç bikin. 34 hezar mirov bêyî alav û amûrên xwe ji malê bigirin xaniyê wan hatin xerakirin. Bêyî alavên xwe ji malê bigirin koç kirin. Hêj mirov nikare têkeve nava taxan û hêj dorpêç û qedexe didome." 
 
'XERAKIRIN DIDOME'
 
Erzan, destnîşan kir ku polîtîkaya koçberkirin, xerakirin û bê mirov hiştinê li "Qada Bi rîsk" ku di sala 2012'an de hatibû ilankirin, di 21'ê Adara 2016'an de bi biryara Lijneya Wezîran xistin meriyetê. Lijneya Wezîran biryara îstîmlaqê da û dest bi xerakirinê kirin. Di bin navê Veguhertina Bajarvaniyê de li taxên Alipaşa ji sedî 80 mal neçar man malên xwe vala bikin û koçberî li wan ferz kirin. Niha piraniya taxa Alipaşa tev xera bûye. Serobin bûye. Xerakirina taxê hêj didome. Li Sûrê operasyona bê mulk û bê mirovbûnê pêk tê. Hemû geşedanên li Sûrê bi zorê pêk hat. Bi zorê hat valakirin. Tirkiye peyman û zagonên navneteweyî û zagonên xwe îhlal kir." 
 
'DIVÊ DORPÊÇÊ RAKIN'
 
Erzan, bang li rayedaran kir û xwest bi lezdîn dorpêça li ser Sûrê rakin û wiha berdewam kir: "Divê hemû kolan û taxên Suriçî bi awayekî hemû welatî karibin dîsa vegerin û serbest bigerin bên vekirin. Divê biryara îstîmlaqkirinê bê betalkirin. Divê hemû zevî, mal û warên welatiyan dîsa paşve bidin welatiyan. Divê biryara "Veguhestina Bajarvaniyê" bê betalkirin. Divê li gorî nerîn û pêşniyarên saziyên sivîl ên civakî biryar bê girtin. Divê li gorî pîvan û biryarên navneteweyî gav bên avêtin. Ji bo welatiyên Sûrê dîsa li mal û warên xwe vegerin divê tedbîr bên girtin û derfet bên dayîn. Divê welatiyên xaniyên wan zerar dîtine alikariya maddî û manevî bi wan re bê kirin. Divê mekanîzmaya malbatên Sûrê yên mexdûr bûne karibin serî lê bidin bê vekirin. Divê hem ji bo kîravanan û hem ji bo xwediyê xaniyan rêya vegerê bê vekirin." 
 
BI LEZGÎN PROJEYÊN VEGUHESTINA BAJARVANIYÊ RAWESTÎNIN
 
Erzan, destnîşan kir ku Sûr herî kêm 8 hezar dîroka wê ya çandî heye û Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê ji 2015'an û şûnde ji aliyê UNESCO ve hatiye parastin û xistine nava lîsteya Mîrateyên Çandê ya Cîhanê.  Erzan, da zanîn ku di nava warên dîrokî yên hatin xerakirin û tescîllî nêzî 90 avahiyên dîrokî û çandî jî hene. Erzan, destnîşan kir ku ji ber vê yekê şert ku dawî li projeya veguhestina bajarvaniyê bînin. 
Erzan, xwest TOKÎ jî projeyên li qadê bi dawi bike û dawî li îhlala peymanên navneteweyî bînin. 
 
'SALÊN 90'AN DUBARE DIBIN'
 
Hevserokê Komeleya Şopandina Koçberiyê Kiyasettin Cuheylan jî anî ziman ku tiştên niha li Sûrê pêk tên berdewama salên 1990'an e û wiha got: "Polîtîkayên koçberiyê yên salên 90'an dubare dibin. Di şexsê mirovên li Sûrê dijîn de polîtîkayên koçberiyê yên salên 1990'an dubare dibin. Ji sedî 50 avahiyên li Sûrê ji kok ve hatine xerakirin û mirov êdî nikare lê bijî. Ji sedî 25 jî zerar dîtine. Cuheylan, destnîşan kir ku Lijneya Wezîran bi lezgîn bi biryara Îstîmlakê ji sedî 60'ê Sûrê kir malê îstîmlakê û dest bi xerakirinê kirin." 
 
'DIXWAZIN JI DÎROKA WAN QUT BIKIN'
 
Mîmara Platforma Şaxa Endezyarên Mîmarên HDK'ê Guzin Alpaslan jî anî ziman ku bi vê xerakirinê li Sûrê jiyana kolektif ji holê hat rakirin û wiha got: "Bi hinceta ewlehiyê mirov ji dîroka wan qut kirin. Tenê ne ranta bajarvaniyê ye. Li vir hiş, dîrok û çand tê tunekirin. 
Serokê Komeleya Arkeloglaran a Stenbolê Yigit Ozar jî diyar kir ku di pêvajoya avakirinê de divê mîrateyên dirokî û çandî bên parastin.
 
Xebatkarê NÇM'ê Evînên Rezan, ji anî ziman ku di 2 salên dawî de îktîdar êrîşî hemû nirxên dîrokî û çandî dike û wiha got: "Xebatên şaredariyê yên çandî pişti qeyûm hat tayînkirin tev hatin asteng kirin. Dixwazin nexşeya çandê biguherînin. 
Li herêmê komkujiya çandê pêk tê. 
 
 
 

Sernavên din

02/12/2017
15:53 Koçyîgît: Ji hêza jinan ditirsin
15:51 Şahbaz: Desthilatdarî kal û pîran wekî nexweşî dibîne
15:40 ÎHA xwest girtiya nexweş Seyran Demîr bê berdan
15:39 Aqûbeta windayan pirsîn
15:10 ‘Werin guh bidin dengê elewiyan’
15:07 Îdiaya Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îşkenceyên dijwar lê kirin
14:34 Platforma Em Destûr Nadin Yek Tîpê ava bû
14:30 7 kes bi lêdanê binçav kirin
14:29 Dayikên Şemiyê: Ji muwekîl heta parêzerê wan dîrokek tarî heye
14:10 Serpîl Kemalbay: Pirsgirêka bingehîn ne rejîma Erdogane…
14:09 'Divê dewlet vê eybê paqij bike'
14:00 Leşkeran êrîşî dijberên HES’ê kir
13:55 23 sal şûnde ew wêne vegot
12:55 Dê li dijî OHAL’ê têkoşînê bidin
12:55 Di kontrola rê de kesek hat binçavkirin
12:46 Rojnameger dê sibê li ber Ozgur Ulkeyê bin
12:45 Erka merhbirîna miftîtiyê fermî bû
12:39 Bîlîcî: Pêkanînên li dijî cenazeyan îşkence ye
12:28 Foza Yûsif: Serkeftina Rojava dê aloziya Sûriyeyê çareser bike
12:16 Hunermendên kurd: Portala muzîkê Netd stranên kurdî sansûr dike
12:15 Kalê 70’ê salî Arslan hat berdan
12:05 Dozger ketine pey parlementerên HDP’ê û fezlekeyan amade dikin
12:02 Destûra HES'ê ya li ser Çemê Kolikê çawa hat girtin?
11:13 Şandeyên çavdêr: Rojava dibe modela demokrasiyê
11:01 Qedexeya li ser 42 gundên Amedê hat rakirin
11:00 Ji mala Nuriye Gulmen: Em kêfxweşin
10:27 Sosret: Koda ‘Şervanê Terorîst ê Biyanî’ li pidikan dikin
09:58 'Di vê jiyanê de em jî hene!’
09:40 Seyda bi berhemên xwe ket nav karwanên nemiran
09:38 'Îktîdar dixwaze profîla 'xebatkara îtaatkar' çê bike'
09:37 Dozger dayika pitikê 35 rojî yê li Cizîrê mir, wek 'gumanbar' nîşan da!
09:37 Navenda jinê kirin saziya 'ferzkirina çêkirina zarokan'
09:35 Peykertraş Dogan: Dengbêj Evdalê Zeynikê remza wêjeya devkî ye
09:34 Li ber stranên kurdî govend gerand rastî lêpirsînê hat
09:30 Ji girtîgehê giliyê Demîrtaş kir!
09:23 Jin li dijî zextan 30 roj in di çalakiyan dene
09:22 Elewiyên meletiyî: Demildest kiryaran bibînin
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNAN 2017'AN
01/12/2017
23:27 Hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê: Dengdayîn bi dawî bû
23:16 Zarrab: Piştî zêran bi bazirganiya xwariniyî ya sexte çerx hatiye zîvirandin
21:27 Mal û milkên Reza Zarrab û xizmên wî hatin desteserkirin
21:12 Nûriye Gulmen hat tehliyekirin
18:34 3 kes li Enqereyê hatin girtin
17:57 Serlêdana malbatan hat redkirin
16:23 Li heremên ereb beşdariya hilbijartinan zêde ye
15:51 Seydî Firat hat berdan
15:45 Hevserokê PYD’ê dengê xwe avêt
15:44 Civîna Asta Bilin a Jinan: AKP ji jina bi hêz ditirse
15:41 Wekîla berê ya DSP’ê Saray: HDP bû rûyê jinê yê dîtinbarî
15:29 Abdurrahman Şen li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
15:19 Xelîl: Coşa hilbijartinên federasyonê bersivê dide Erdogan
14:59 8 sal û 10 meh cazayê girtîgehê li 5 kesan birîn
14:56 Ji Berberoglu re cezayê heta hetayê xwestin
14:55 Walî 30 navendên Dersimê 15 rojan qedexe kir
14:37 Li 3 navçeyên cuda 5 caran heman îxbar kirin!
14:35 Çerkesan jî deng dan
14:30 3 çalakgerên Kolana Yukselê hatin binçavkirin
14:23 4 kes li Hatayê hatin berdan
13:57 Polîsan nehişt belgefîlmê Sûrê bê pêşandan
13:56 Ji ber medya civakî 21 meh û 25 roj ceza lê birîn
13:24 Kalê 70 salî binçav kirin kîsê arvan rijandin
13:13 Kesek li Giyadinê hat girtin
12:56 Li Stenbolê jî malek elewiyan îşaret kirin
12:42 4'emîn Sempozyuma Bajêr a Stenbolê: Sûrê dikin qurbana rantê
12:41 DMME ji bo Amedspor û Nakî parastin ji Tirkiye xwest
12:40 Nehiştin rêxistinên jinan tev li doza Emanî bibin
12:13 Malbata Ocalan ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan
11:48 ‘Bi milyonan betalin, lê bac ji bo berjewendiyên qirêj xerç kirin e'
11:48 Dadgeh ji bo cezakirina Keskîn dixebite: 355 hezar û 920 TL ceza birîn
11:30 Şandeyên çavdêr hilbijartinan dişopînin
11:27 Rûniştina doza Berberoglu dê bi girtî bê dîtin
11:09 Gelo dê karibin bi Êrîşa li dijî Efrînê îtirafên Zarrab binixumîne?
10:41 Muxtarên bê tax Sûr vegotin
10:40 Muxtarê wêne parve kir rastî lêpirsînê hat
10:12 Bav û birayê girtiyan: Zilma Kenan Evren derbas kirin
09:45 ÎDO ji ber bahozê seferên li Deryaya Marmarayê betal kir
09:36 Qirîza aborî kûr dibe û esnafên Wanê zerar dikin
09:35 20 jinên xwestin tev li weşanê TRT'ê bibin hatin cezakirin
09:34 Rojnameger Aydogan: Ev çand dê bidome
09:33 Hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê dest pê kirin
09:15 Polîsan û leşkeran di serdema OHAL’ê de 64 kes kuştin
09:12 ‘Divê Ewropa der barê tecrîda li Îmraliyê de biryara mueyîdeyê bide’
09:12 Rêyên Cizîrê kun kunî bûne
09:11 Ji ber bihabûna kayê, pincarê garis didin sewalên xwe
09:10 'Kesê îro şibekê bişkîne dê sibê mirovan bikuje'
09:00 ROJEVA 01'Ê KANÛNA 2017'AN
30/11/2017
22:09 Hunermendên NÇM’ê hatin berdan
17:26 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
16:57 Roboskiyan: Bi Elçî re aştî û edalet jî qetil kirin
16:54 Piştî berteka bêsîvanan gotin ku 'Ev der cihê we ye'
16:34 Piştî 7 rojan girtî ma, bi hinceta îfadeya wî heye birin TEM’ê
16:09 Demîrtaş beraat kir
16:02 Heyeta HDP’ê çû Rojava
16:01 Platforma Piştevaniya Sûrê: Em dorpêçê rakin
16:00 Di Nobeda Edaletê de Tahîr Elçî hat bibîranîn
15:53 Ji Dîlokê daxwaza ‘Ne OHAL demokrasî'
15:06 Zaroka piyê wê di nava bariyerên polîsan de asê ma birîndar bû
14:57 Lûtkeya Jinê: Wekheviya jinê wekheviya civakê ye
14:57 3 çalakgerên Yukselê hatin binçavkirin
14:25 Li 3 bajaran 18 kes hatin binçavkirin