Platforma Piştevaniya Sûrê: Em dorpêçê rakin 2017-11-30 16:01:18 STENBOL - Platforma Piştevaniya Sûrê têkildarî 2 salên dorpêça li ser Surê didome bang kirin û gotin: “Bila hem xwediyê malan û hem jî kîravanên li Sûrê vegerin malên xwe û têkevin bin ewlehiyê. Bila êdî ev dorpêç bên rakirin. Dawî li komkujiya çandî û dîrokî bînin."  Platforma Piştevaniya Sûrê, di 2'emîn salvegera destpêka qedexeya li Sûrê, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anîn. Parazvanên mafên jiyanê, endamên Platforma Sûrê û gelek kesên din tev li civînê bûn. Li salona civînê pankarta "Sûrîcî ya Amedê 2 salin di bin dorpêçê de ye" vekirin. Li salonê dîsa afîşên belgefîlma "Sûr: Ax û Welat" a di 3'ê Kanûnê de li Navenda Çandê ya Bajarê Hemdem a Mizgefta Şişliye pêk bê hat daliqandin. Di civînê de sînevîzyona têkildarî geşedanên li Sûrê hat pêşandan.    'KEVIR LI SER KEVIR NEHAT HIŞTIN'   Dildara Platforma Piştevaniya Sûrê Prof. Dr. Ayşe Erzan daxuyanî da û bal kişand ser rewşa Sûrê. Erzan, wiha got: "Em ji xerakirina demokratîf, aborî, çandî ya Sûrê re bêjin raweste. Pişti di 9'ê Adara 2016’an de pevçûn û operasyon bi dawî bû, di heman kêliyê de dozer û kepçe ketin Sûrê. Li taxên Cevat Paşa, Dabanoglu, Fatih Paşa, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê  li 6 taxan dest bi xerakirinê kirin. Kevir li ser kevir nehiştin. Zor li welatiyan kirin ku koç bikin. 34 hezar mirov bêyî alav û amûrên xwe ji malê bigirin xaniyê wan hatin xerakirin. Bêyî alavên xwe ji malê bigirin koç kirin. Hêj mirov nikare têkeve nava taxan û hêj dorpêç û qedexe didome."    'XERAKIRIN DIDOME'   Erzan, destnîşan kir ku polîtîkaya koçberkirin, xerakirin û bê mirov hiştinê li "Qada Bi rîsk" ku di sala 2012'an de hatibû ilankirin, di 21'ê Adara 2016'an de bi biryara Lijneya Wezîran xistin meriyetê. Lijneya Wezîran biryara îstîmlaqê da û dest bi xerakirinê kirin. Di bin navê Veguhertina Bajarvaniyê de li taxên Alipaşa ji sedî 80 mal neçar man malên xwe vala bikin û koçberî li wan ferz kirin. Niha piraniya taxa Alipaşa tev xera bûye. Serobin bûye. Xerakirina taxê hêj didome. Li Sûrê operasyona bê mulk û bê mirovbûnê pêk tê. Hemû geşedanên li Sûrê bi zorê pêk hat. Bi zorê hat valakirin. Tirkiye peyman û zagonên navneteweyî û zagonên xwe îhlal kir."    'DIVÊ DORPÊÇÊ RAKIN'   Erzan, bang li rayedaran kir û xwest bi lezdîn dorpêça li ser Sûrê rakin û wiha berdewam kir: "Divê hemû kolan û taxên Suriçî bi awayekî hemû welatî karibin dîsa vegerin û serbest bigerin bên vekirin. Divê biryara îstîmlaqkirinê bê betalkirin. Divê hemû zevî, mal û warên welatiyan dîsa paşve bidin welatiyan. Divê biryara "Veguhestina Bajarvaniyê" bê betalkirin. Divê li gorî nerîn û pêşniyarên saziyên sivîl ên civakî biryar bê girtin. Divê li gorî pîvan û biryarên navneteweyî gav bên avêtin. Ji bo welatiyên Sûrê dîsa li mal û warên xwe vegerin divê tedbîr bên girtin û derfet bên dayîn. Divê welatiyên xaniyên wan zerar dîtine alikariya maddî û manevî bi wan re bê kirin. Divê mekanîzmaya malbatên Sûrê yên mexdûr bûne karibin serî lê bidin bê vekirin. Divê hem ji bo kîravanan û hem ji bo xwediyê xaniyan rêya vegerê bê vekirin."    BI LEZGÎN PROJEYÊN VEGUHESTINA BAJARVANIYÊ RAWESTÎNIN   Erzan, destnîşan kir ku Sûr herî kêm 8 hezar dîroka wê ya çandî heye û Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê ji 2015'an û şûnde ji aliyê UNESCO ve hatiye parastin û xistine nava lîsteya Mîrateyên Çandê ya Cîhanê.  Erzan, da zanîn ku di nava warên dîrokî yên hatin xerakirin û tescîllî nêzî 90 avahiyên dîrokî û çandî jî hene. Erzan, destnîşan kir ku ji ber vê yekê şert ku dawî li projeya veguhestina bajarvaniyê bînin.  Erzan, xwest TOKÎ jî projeyên li qadê bi dawi bike û dawî li îhlala peymanên navneteweyî bînin.    'SALÊN 90'AN DUBARE DIBIN'   Hevserokê Komeleya Şopandina Koçberiyê Kiyasettin Cuheylan jî anî ziman ku tiştên niha li Sûrê pêk tên berdewama salên 1990'an e û wiha got: "Polîtîkayên koçberiyê yên salên 90'an dubare dibin. Di şexsê mirovên li Sûrê dijîn de polîtîkayên koçberiyê yên salên 1990'an dubare dibin. Ji sedî 50 avahiyên li Sûrê ji kok ve hatine xerakirin û mirov êdî nikare lê bijî. Ji sedî 25 jî zerar dîtine. Cuheylan, destnîşan kir ku Lijneya Wezîran bi lezgîn bi biryara Îstîmlakê ji sedî 60'ê Sûrê kir malê îstîmlakê û dest bi xerakirinê kirin."    'DIXWAZIN JI DÎROKA WAN QUT BIKIN'   Mîmara Platforma Şaxa Endezyarên Mîmarên HDK'ê Guzin Alpaslan jî anî ziman ku bi vê xerakirinê li Sûrê jiyana kolektif ji holê hat rakirin û wiha got: "Bi hinceta ewlehiyê mirov ji dîroka wan qut kirin. Tenê ne ranta bajarvaniyê ye. Li vir hiş, dîrok û çand tê tunekirin.  Serokê Komeleya Arkeloglaran a Stenbolê Yigit Ozar jî diyar kir ku di pêvajoya avakirinê de divê mîrateyên dirokî û çandî bên parastin.   Xebatkarê NÇM'ê Evînên Rezan, ji anî ziman ku di 2 salên dawî de îktîdar êrîşî hemû nirxên dîrokî û çandî dike û wiha got: "Xebatên şaredariyê yên çandî pişti qeyûm hat tayînkirin tev hatin asteng kirin. Dixwazin nexşeya çandê biguherînin.  Li herêmê komkujiya çandê pêk tê.