Ji Gurbetellî heta îro lêgerîna jinan a heqîqetê didome

  • rojane
  • 10:16 6 Cotmeh 2019
  • |
img

STENBOL – Rojnamegerên Jin ên Kurd, diyar kirin ku ew li Tirkiye ji Yekem Gerînendeya Weşanê ya Jin Gurbetellî Ersoz heta îro têkoşîna heqîqetê didomînin û wiha gotin: “Meşaleya ku me ji Gurbetellî dewir girt emê bêtir hildin jor" 

Li Tirkiye dema di salên 1990'an de li ser çapemeniya Kurd zext û tundî zêde dibûn, yekemîn Gerînendeya Giştî ya Weşanê ya Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz, li gel darizandinê û cezayê li wê hat birîn jî li dijî zimanê mêr yê medyayê, pêşengiya nûçegîhanî û rojnamegiriya ku zimanê jinê serdeste kir. Ersoz, li gel hemû tundî, zext û zoriyên li ser çapemeniya azad, hemû astengî derbas kirin û di rojnamegeriya rast de israr kir û têkoşiya. Ersoz, li pey xwe kevneşopiya çapemeniya azad ava kir. Mîrateya ku Gurbetellî Ersoz li pey xwe hişt, îro Rojnamegerên Jin ên Kurd didomînin. Rojnamegerên Jin ên ku 7'ê Cotmehê wekî roja Rojnamegerên Jin ên Kurd îlan kirine, têkildarî girîngî û wateya vê rojê axivîn. Rojnamegeran anîn ziman ku wan mîrate û meşaleya ji Gurbetellî Ersoz dewir girtine û didomînin. 
 
‘NIVÎSANDINA HEQÎQETÊ KARÊ ME YE' 
 
Edîtora Rojnameya Yenî Yaşamê Hîcran Urun, diyar kir ku li Tirkiye rojnamegerî karekî pir zor û zahmet e û wiha got: "Ji bo Rojnamegerên Kurd ev pîşe mîrate ye. Mîrateya Musa Anter (Apê Musa) û Gurbtellî Ersoz e. Di nava şertên dijwar de rojnamegerî cesaretê dixwaze. Ronîkirina heqîqeta Kurd wekî ku mirov êlekê ji agir li xwe bike ye. Li aliyekî cîhanek ku mêr ava kiriye heye, li aliyê din li aliyê din mirov rojnamegerê ên din be zahmet e. Rêwîtiya Rojnamegeriya Jin di salên 90’î de dest pê kir. Rêyek li pêş rojnamegerên jin vekir. Di kevneşopiya çapemeniyê ya cîhanê de mînakê wê kêm in. Gurbetelli Ersoz, ji bo me model û mînak e. Îro gelek hevamên me yên jin ku bi wêrekî di vê rêyê de dimeşin hene. Bê guman zahmetî zêde ne, lê karekî pir bi rûmet e. Li kîdera cîhanê dema mirov qala rojnamegeriya jinê bike, divê teqez mirov rojnamegeriya Jina Kurd jî tîne kêleka wê."  
 
JINA KURD 2 CARAN TÊ ECIQANDIN
 
Urun, destnîşan kir ku jin tenê ji ber zayenda xwe rastî tundî û zextan tên û wiha lê zêde kir: “Lê dema ku neteweya me bindest be, wê demê hem bi nasnameya jin û hem jî bi nasnameya netew du caran tên eciqandin. Ji bo vê yekê pêwiste têkoşîn jî duqat zêde bibe. Em tên binçavkirin, cezakirin û girtin. Lê jina kurd hêza xwe ji mîrateya dewir girtiye distîne. Îro ajansek jinan a pir mezin heye. Rûpelên wan ên jinan ku jibo xwe cuda kirine hene. Di çapemeniya Kurd de herî zêde jin zêde ne. Di televîzyonên Kurd, ajansên Kurd, rojnameyên Kurd û hemû weşanên ku ji kevneşopiya çapemeniya azad tên de jin cihê xwe digirin. 
 
LÊGERÎNA HEQÎQETÊ QET BI DAWÎ NEBÛ
 
Nûçegîhana Jinnewsê Safiye Alagaş  jî anî ziman ku ji salên 90’an heta niha rojnamegerên jin ên kurd gelek pêş ketine û wiha got: "Jinên kurd xwe di rojnamegeriye de pêş xistin. Lê zext û tundiya dewletê nehat guhertin. Zext û tundiya li dijî rojnamegerên jin ên Kurd qet kêm nebû. Lê li aliyê din lêgerîn û tekoşina rojnamegerên jin a heqîqetê jî qet bi dawî nebû. Di berê dihatin qetilkirin, niha tên binçavkirin û girtin û rastî cezayan tên. Niha Çapemeniya Kurd a di xeta Gurbetellî Ersoz de dimeşe û têdikşe heye. Rojnamegerên jin di şopa Gurbetelli Ersoz de dimeşin. Bi soza ku pênûsa Gurbetellî Ersoz li erdê nehêlin ketin rê. Jinan ajansa xwe ava kirin. Bûn bersîv li dijî tundiyê. Rojnamegeriya Jinê ya Kurd li her derê belav dibe û pêşengiyê dike." 
 
Alagaş anî ziman ku zextên li ser rojnamegeriyê hêj zêde ne û wiha got: "Rojnameger dema li kolanên Kurdistanê digere neçare wênekêş û kameraya xwe veşêre. Bi taybetî çapemeniya kurd bêtir rastî zext û tundiyê tê. 
Ji bo xwe bigîne agahiyan û çavkaniyan divê kedek pir mezin bide. Divê her der ji bo rojnamegeran vekirî be. Lê ne wisa ye. Gurbetelli Ersoz, Deniz Fırat, Nujiyan Erhan ji bo rojnamegerên jin ên Kurd dibin hêz."
 
Xebatkara Kovara Moderniteya Demokratîk Saliha Aras jî anî ziman ku beriya jina kurd divê mirov dîroka gelê Kurd bigire dest û wiha got: "Hêzên serdest berî her tiştî dixwazin civakê perçe bikin. Dixwazin civakê bikin koleyên xwe. Ji bo vê yekê polîtîkayan li ser bedena jinê pêş dixin. Jin li dijî tunekirin û kuştinê têkoşîna hebûnê dide. Rojnameger Gurbetellî Ersoz, li ser navê Rojnamegeriya Jin a Kurd şoreşek pêş xist. Ji bo gelek jinên kurd ên rojnameger bû mînak û rê li pêş wan vekir. "
 
'EV ROJ, ROJA RONÎKIRINA RASTIYAN E' 
 
Rojnameger Nezehat Dogan  jî anî ziman ku rojnamegerên jin ên li dijî girtin, binçavkirin, ceza û îşkenceyan têdikoşiyan û helwest nîşan dan ji bo jinan bûn hêz û hêvî û wiha got: "Gurbetellî Ersoz, ji bo rastî û heqîqet bên dîtin û kevneşopiya çapemeniya azad pêş bikeve bû pêşeng û rê vekir. 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd e. Lê ya herî girîng got ‘Bila rastî di tariyê de nemînin" û dest bi têkoşînê kir. Ev roj roja nokîkirina rastî û heqîqetê ye. hevî ye. Jin tenê li qadan nûçeyan naşopînin. Di heman demê de li her qadê medya cih digirin. Ajansên jinan, televîzyona jinan JİN TV, yek ji vê minakê ye. Di beşa kamera, pêvebestî, teknîk, mizampaj, edîtor û hemû beşên çapemeniyê de cihê xwe digirin. Gurbetellî Ersoz gotibû 'Her ku agahi tê parvekirin bêtir bi wate dibe. Agahiya ku heyê parvekirin tu qîmeta wê tune ye' Ev pir girîng e.  Gelek rojnamegerên jin ên Kurd ji ber di vê rêyê de têkoşiyan jiyana xwe ji dest dan. Baweriya Gurbetelli Ersoz jin anîn vê rojê. " 
 
MA / Erdogan Alayumat 
 
 
 
 
 

Sernavên din

07/10/2019
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2019'AN
08:27 MSD: Li dijî gefên dagirkeriyê em bibin yek
08:11 Hêzên Koalîsyonê dest bi vekişandina ji sînor kirin
06/10/2019
16:26 Gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gefên operasyonê meşiyan
16:19 Hêzên Koalîsyonê û DYA li Grê Spî tûran davêjin
16:07 Ji cînayetê 4 kes hatin girtin
15:55 'Em ê wan kesên li ser êşa me hesabê dengan kirin ji bîr nekin’
15:53 Nobeta Demokrasiyê li Amedê di roja 49’an de didome
15:28 Li Colemêrgê 2 zarokên xwestin avjenî bikin fetisin
15:27 Destûr nedan wekîlê HDP’ê derbas bibe
15:15 Orhan a HDP'î: Têkoşîna me wê heya rojên azadiyê dewam bike
14:33 'Mirin heye veger tune ye'
14:22 Ozsoy: Fatûra operasyonê ya siyasî wê pir giran be
14:17 Hevserokê HDP’ê yê Peyasê hat binçavkirin
13:48 ‘Psychology Kurdî’ bi mijara ‘Jin û Derûniya Jinê’ derket
13:47 Li Mêrdînê banga piştgirî dayîna kampanyeyan hat kirin
13:33 Dildarên Çiyayê Kazê: Bila hevalên me bên berdan
13:18 HDP’iyên hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:49 Karkerê piştî pevçûna li Dêrikê hatibû binçavkirin hat girtin
12:24 Kesên xwe weke polîs dan naskirin xwestin Turkaslan bibe sîxur
12:02 Li Riha û Colemêrgê 2 kes hatin binçavkirin
11:18 Kubîlay: Bi daxuyaniyên Bahçelî dixwazin CHP’ê bêdeng bikin
10:59 Di 9 mehan de Hezar û 320 karkeran jiyana xwe ji dest dan
10:59 Otobusa servîsê qulipî: 16 kes birîndar bûn
10:45 Kurd ji bo qursa kurdî ya li ÎSMEK’ê çi difikirin?
10:44 Malbata girtiyê nexweş: Ger ku neye tedawîkirin wê întîhar bike
10:30 Her meh fatûreyên ceyrana me zêde dibe
10:16 Ji Gurbetellî heta îro lêgerîna jinan a heqîqetê didome
09:47 Waniyan gotin ew di nava birçîbûn û xizaniyê de dijîn
09:31 Çinîna titûna Xûrsê dest pê kir
09:09 Aborînas Muftuoglu: TUÎK rastiyan nîşan nade
09:08 'Di bûyerên îstîsmarê de divê gotina zarok esas bê girtin'
09:07 Îsal di garis de jî xesirîn
09:05 Di sedsala 21'emîn de nêzîkatiya li hemberî Ocalan û encamên wê -2
Hatîp Dîcle: Komplo bi tecrîda mutleq didome
09:02 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2019'AN
05/10/2019
18:09 Weqfa Mezopotamyayê panela ‘Xebatên Folklorê û Nasnameya Kurdî’ li dar xist
16:57 Mîhrîcana Mem û Zîn hat taloqkirin: Ev dewama pêkanîna qeyûman e
16:39 Mumcu: Sedema koçberiyê pergala Serokomariyê ye
16:36 Malên Gel: Bila zem bên vekişandin
16:20 ‘Divê tedawiya girtiya nexweş Soglîn li gorî rûmeta mirovan bê kirin’
16:17 KHK'iyan Partiya Saadetê ziyaret kirin
16:15 Li Tekirdagê hê jî 22 sendîkavan di bin çavan de ne
15:50 'Ez ji jiyana kurê xwe bi fikar im'
15:37 Kûrtûlan: Heke derfet bidin Ocalan dibe ku şer bi dawî bibe
15:10 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqûbeta Efeoglu û Kaçar pirsî
15:08 Xizmên Windayan: Em ê şopdarê dosyeya Mehmet Sîncar bin
14:49 Pero Dundar: Em ê ji reş re nebêjin spî
14:29 Keça Kerevan Îrmez Zozan Îrmez, Min Efû bike
14:27 Ji Almanyayê serdana piştgiriya Mizrakli
14:17 Ji Nobeta Demokrasiyê bang: Di 19'ê Cotmehê de dawî li polîtîkayên qeyûm bînin
13:58 Li Fûara Pirtûkan eleqeyeke zêde ji bo Zrîngê heye
13:49 14 kes li Şirnexê hatin binçavkirin
13:39 Di sedsala 21'emîn de nêzîkatiya li hemberî Ocalan û encamên wê -1
Di hesabên li Rojhilata Navîn de faktora Ocalan
13:31 Amîrê Tevgerê yê Qeyûm gef li endamê meclisê yê HDP'ê xwar
13:17 21 ciwanên ji bo mîhrîcanê hatin Cizîrê hatin binçavkirin
13:04 Kur bavê xwe kuşt, hevjîna wî jî delîl winda kirin
12:47 Pêşî binçav kirin paşê bi ser malê de girtin
12:30 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Ev zilm wê bi piştevaniyê bi dawî bibe
11:20 Zarokê Sûriyeyî li Kocaeliyê mirî hat dîtin
11:06 Navenda Giştî ya HDP'ê di dorpêçê de ye: Destûr nayê dayîn ku KHK'î bikevin hundir
10:48 Bi daxwaza darizandina adîlane 104 roj in di greva birçîbûnê de ye
10:34 Cotkaran demsalek din bi zirarê girtin
09:46 Onur a CHP’î: Tirkiye ji ber feraseta AKP'ê winda dike
09:19 Temaşa pêşîn a ‘Xewna Şevek Havînê’ hat kirin
09:16 Karkerên ji Şaredariya Uskudarê hatine avêtin dixwazin vegerin ser karê xwe
09:13 Derhêner Ozdamar: Dixwazim tevî zarokan azad bibim
09:11 Akademîsye Koçak ku beraat kir: Di wê metnê de heqîqetek heye
09:09 'Bila her roj rayedarên dewletê jî çay û simîtan bixwin'
09:08 5 zarokên wî di girtîgehê de ne: Bi wan re em jî tên cezakirin
09:06 Fihêla derbarê pasaportên KHK'yiyan de
09:03 Mexdûrên komkujiya Roboskî: Dixwazin em bêdeng bimînin
09:02 Li Enqereyê kursên zimanê Kurdî
09:01 AKP'ê û rêveberiya qeyûm ser bûyera zayendî girtin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2019'AN
04/10/2019
16:27 ‘Wê rojên kêfxweş û bi hêvî werin’
15:51 Aydin: Heta pênasekirina ‘terorê’ neyê guhertin dê demokrasî neyê
15:50 ÎHD'ê ji Mehmet Balaban ê rastî êrîşê hat re faksa piştevaniyê şand
15:45 Nobeta Demokrasiyê di roja 47'an de ye: AKP nêzî bi dawîbûnê bû
15:43 Gunay: Hûn nikarin me qels bikin
15:23 Polîsan bi ser Sendîkaya DEV-TESKTÎL’ê de girt: 21 kes binçavkirin
14:54 Sirri Sureyya Onder ji girtîgehê derket
14:35 Li Nisêbînê jin lihev civiyan
14:19 Li Hewlêrê malbatek Kobanî tev hatin kuştin
14:06 Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan: Makeqanûnek nû mecbûrî ye
14:01 Avşîna zarok û dayika xwe sîrgûn kirin
13:35 Cenazeyê Dalê windayî hat dîtin
13:28 Li dijî darbeya qeyûman dest bi kampanya îmzeyan kirin
13:03 Romana Helîm Yûsiv 'Firîna Bi Baskên Şikestî' derket
13:02 Xebatkarên Komeleya Mezûnên ODTU'yê çalakiya xwe bi dawî kirin
13:01 8 hunermendên bi kurdî stranan dibêjin binçav kirin
12:44 Kubîlay: Tenê rastiyek heye, îktîdar dijminê Kurdan e
12:00 100 kesên ku ji cîwayê bi jehrî bibûn ji nexweşxaneyê derxistin
11:32 Zrîng derket
11:19 Hejmara nû ya Newaya Jin derket
10:40 'Heta kapitalizm hebe wê krîza avhewayê bidome'
10:30 HDP’ê dest bi kampanyaya zimanê kurdî kir
10:06 Walîtiyê dev ji 'sûcê Destûra Bingehîn' berda lê di qedexeyê de bi israr e
09:53 Çalakgerê daîmî yê Nobeta Demokrasiyê: Heya ku zilma 77 salan ne qede ewê li qadan be
09:42 Nivîskarên kurd li Amedê civiyan
09:04 Wê li Pirsûsê 'Mihrîcana Hinaran' bê lidarxistin