Ji Gurbetellî heta îro lêgerîna jinan a heqîqetê didome 2019-10-06 10:16:03 STENBOL – Rojnamegerên Jin ên Kurd, diyar kirin ku ew li Tirkiye ji Yekem Gerînendeya Weşanê ya Jin Gurbetellî Ersoz heta îro têkoşîna heqîqetê didomînin û wiha gotin: “Meşaleya ku me ji Gurbetellî dewir girt emê bêtir hildin jor"  Li Tirkiye dema di salên 1990'an de li ser çapemeniya Kurd zext û tundî zêde dibûn, yekemîn Gerînendeya Giştî ya Weşanê ya Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz, li gel darizandinê û cezayê li wê hat birîn jî li dijî zimanê mêr yê medyayê, pêşengiya nûçegîhanî û rojnamegiriya ku zimanê jinê serdeste kir. Ersoz, li gel hemû tundî, zext û zoriyên li ser çapemeniya azad, hemû astengî derbas kirin û di rojnamegeriya rast de israr kir û têkoşiya. Ersoz, li pey xwe kevneşopiya çapemeniya azad ava kir. Mîrateya ku Gurbetellî Ersoz li pey xwe hişt, îro Rojnamegerên Jin ên Kurd didomînin. Rojnamegerên Jin ên ku 7'ê Cotmehê wekî roja Rojnamegerên Jin ên Kurd îlan kirine, têkildarî girîngî û wateya vê rojê axivîn. Rojnamegeran anîn ziman ku wan mîrate û meşaleya ji Gurbetellî Ersoz dewir girtine û didomînin.    ‘NIVÎSANDINA HEQÎQETÊ KARÊ ME YE'    Edîtora Rojnameya Yenî Yaşamê Hîcran Urun, diyar kir ku li Tirkiye rojnamegerî karekî pir zor û zahmet e û wiha got: "Ji bo Rojnamegerên Kurd ev pîşe mîrate ye. Mîrateya Musa Anter (Apê Musa) û Gurbtellî Ersoz e. Di nava şertên dijwar de rojnamegerî cesaretê dixwaze. Ronîkirina heqîqeta Kurd wekî ku mirov êlekê ji agir li xwe bike ye. Li aliyekî cîhanek ku mêr ava kiriye heye, li aliyê din li aliyê din mirov rojnamegerê ên din be zahmet e. Rêwîtiya Rojnamegeriya Jin di salên 90’î de dest pê kir. Rêyek li pêş rojnamegerên jin vekir. Di kevneşopiya çapemeniyê ya cîhanê de mînakê wê kêm in. Gurbetelli Ersoz, ji bo me model û mînak e. Îro gelek hevamên me yên jin ku bi wêrekî di vê rêyê de dimeşin hene. Bê guman zahmetî zêde ne, lê karekî pir bi rûmet e. Li kîdera cîhanê dema mirov qala rojnamegeriya jinê bike, divê teqez mirov rojnamegeriya Jina Kurd jî tîne kêleka wê."     JINA KURD 2 CARAN TÊ ECIQANDIN   Urun, destnîşan kir ku jin tenê ji ber zayenda xwe rastî tundî û zextan tên û wiha lê zêde kir: “Lê dema ku neteweya me bindest be, wê demê hem bi nasnameya jin û hem jî bi nasnameya netew du caran tên eciqandin. Ji bo vê yekê pêwiste têkoşîn jî duqat zêde bibe. Em tên binçavkirin, cezakirin û girtin. Lê jina kurd hêza xwe ji mîrateya dewir girtiye distîne. Îro ajansek jinan a pir mezin heye. Rûpelên wan ên jinan ku jibo xwe cuda kirine hene. Di çapemeniya Kurd de herî zêde jin zêde ne. Di televîzyonên Kurd, ajansên Kurd, rojnameyên Kurd û hemû weşanên ku ji kevneşopiya çapemeniya azad tên de jin cihê xwe digirin.    LÊGERÎNA HEQÎQETÊ QET BI DAWÎ NEBÛ   Nûçegîhana Jinnewsê Safiye Alagaş  jî anî ziman ku ji salên 90’an heta niha rojnamegerên jin ên kurd gelek pêş ketine û wiha got: "Jinên kurd xwe di rojnamegeriye de pêş xistin. Lê zext û tundiya dewletê nehat guhertin. Zext û tundiya li dijî rojnamegerên jin ên Kurd qet kêm nebû. Lê li aliyê din lêgerîn û tekoşina rojnamegerên jin a heqîqetê jî qet bi dawî nebû. Di berê dihatin qetilkirin, niha tên binçavkirin û girtin û rastî cezayan tên. Niha Çapemeniya Kurd a di xeta Gurbetellî Ersoz de dimeşe û têdikşe heye. Rojnamegerên jin di şopa Gurbetelli Ersoz de dimeşin. Bi soza ku pênûsa Gurbetellî Ersoz li erdê nehêlin ketin rê. Jinan ajansa xwe ava kirin. Bûn bersîv li dijî tundiyê. Rojnamegeriya Jinê ya Kurd li her derê belav dibe û pêşengiyê dike."    Alagaş anî ziman ku zextên li ser rojnamegeriyê hêj zêde ne û wiha got: "Rojnameger dema li kolanên Kurdistanê digere neçare wênekêş û kameraya xwe veşêre. Bi taybetî çapemeniya kurd bêtir rastî zext û tundiyê tê.  Ji bo xwe bigîne agahiyan û çavkaniyan divê kedek pir mezin bide. Divê her der ji bo rojnamegeran vekirî be. Lê ne wisa ye. Gurbetelli Ersoz, Deniz Fırat, Nujiyan Erhan ji bo rojnamegerên jin ên Kurd dibin hêz."   Xebatkara Kovara Moderniteya Demokratîk Saliha Aras jî anî ziman ku beriya jina kurd divê mirov dîroka gelê Kurd bigire dest û wiha got: "Hêzên serdest berî her tiştî dixwazin civakê perçe bikin. Dixwazin civakê bikin koleyên xwe. Ji bo vê yekê polîtîkayan li ser bedena jinê pêş dixin. Jin li dijî tunekirin û kuştinê têkoşîna hebûnê dide. Rojnameger Gurbetellî Ersoz, li ser navê Rojnamegeriya Jin a Kurd şoreşek pêş xist. Ji bo gelek jinên kurd ên rojnameger bû mînak û rê li pêş wan vekir. "   'EV ROJ, ROJA RONÎKIRINA RASTIYAN E'    Rojnameger Nezehat Dogan  jî anî ziman ku rojnamegerên jin ên li dijî girtin, binçavkirin, ceza û îşkenceyan têdikoşiyan û helwest nîşan dan ji bo jinan bûn hêz û hêvî û wiha got: "Gurbetellî Ersoz, ji bo rastî û heqîqet bên dîtin û kevneşopiya çapemeniya azad pêş bikeve bû pêşeng û rê vekir. 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd e. Lê ya herî girîng got ‘Bila rastî di tariyê de nemînin" û dest bi têkoşînê kir. Ev roj roja nokîkirina rastî û heqîqetê ye. hevî ye. Jin tenê li qadan nûçeyan naşopînin. Di heman demê de li her qadê medya cih digirin. Ajansên jinan, televîzyona jinan JİN TV, yek ji vê minakê ye. Di beşa kamera, pêvebestî, teknîk, mizampaj, edîtor û hemû beşên çapemeniyê de cihê xwe digirin. Gurbetellî Ersoz gotibû 'Her ku agahi tê parvekirin bêtir bi wate dibe. Agahiya ku heyê parvekirin tu qîmeta wê tune ye' Ev pir girîng e.  Gelek rojnamegerên jin ên Kurd ji ber di vê rêyê de têkoşiyan jiyana xwe ji dest dan. Baweriya Gurbetelli Ersoz jin anîn vê rojê. "    MA / Erdogan Alayumat