Di sedsala 21'emîn de nêzîkatiya li hemberî Ocalan û encamên wê -2
Hatîp Dîcle: Komplo bi tecrîda mutleq didome

  • rojane
  • 09:05 6 Cotmeh 2019
  • |
img
STENBOL - Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle, destnîşan kir ku komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, îro bi polîtîkaya tecrîda mutleq didome û got, ew "deyndarê" Ocalan in. 
 
Di 9'ê Cotmeha 1998'an de li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan komployeke navdewletî ket dewrê û ji Sûriyeyê hat derxistin. Ocalan jî xwest li Ewropayê pirsgirêka kurd li ser zemîneke demokrasiyê çareser bike. Lê belê, piştî deriyên demokrasiyê yeko yeko hatin girtin, Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin û di 15'ê Sibata 1999'an de wî xistin Girtîgeha Îmraliyê. Piştî Ocalan xistin Girtîgeha Îmraliyê, di 31'ê Gulana 1999'an de li dadgeheke taybet a li giravê darizandina wî dest pê kir. Ocalan, cara ewil di danişînên Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Jimare 2'yan a Enqereyê de, teza xwe "Komara Demokratîk" bilêv kir. 
 
DI SALVEGERA DARDARKIRINA ŞÊX SEÎD DE CEZAYÊ DARDARKIRINÊ LÊ HAT BIRÎN 
 
Ocalan, bi giştî tev li 9 danişînan bû û darizandin di 29'ê Hezîrana 19992an de bi dawî bû. Di dawiya danişînan de cezayê dardarkirinê li Ocalan hat birîn. Ceza di 29'ê Hezîranê yanî di dema salvegera dardarkirina Şêx Seîd de lê hat birîn. 
 
Ocalan, di 2'yê Tebaxê de bang li PKK'ê kir ku hêzên wê yî çekdar derkevin derveyî sînorên Tirkiyeyê. Her wiha di 1'ê Îlonê de careke din bi bangawaziya wî PKK'ê cara 4'an agirbesteke yekalî ragihand û ji çiyê û Ewropayê 2 Komên Aştiyê hatin Tirkiyeyê. Lê belê endamên komên aştiyê jî hatin girtin û her wiha her çend agirbest hatibû îlankirin jî leşker operasyonên xwe domandin. 
 
DI TEZA XWE YA 'KOMARA DEMOKRATÎK' DE ISRAR KIR 
 
Lê belê piştî demekê Tirkiyeyê li gor qanûnên Yekîtiya Ewropayê cezayê darvekirinê yê li Ocalan hatibû birîn xera kir û cezayê muebeta giran lê birî. Di bin vê guherandina qanûnê de îmzeya MHP'ê jî hebû ku MHP wê demê di nav hikûmeta koalîsyonê de cih digirt. Piştî cezayê darvekirinê hat xerakirin, vê carê li Girtîgeha Îmraliyê polîtîkaya tecrîda mutleq ket dewrê û bi vê polîtîkayê hat xwestin ku Ocalan bi temamî bê îzolekirin. Di çarçoveya vê polîtîkayê de Ocalan bi salan nikaribû hevdîtinê bi ferdên malbata xwe re pêk bîne. Lê dîsa jî Ocalan tim û tim di warê demokratîkbûyna Tirkiye û Rojhilata Navîn de israr kir û her çû teza xwe ya Komara Demokratîk zeximtir kir. 
 
NEXŞERÊ, OPERASYONÊN KCK'Ê, PÊVAJOYA ÇARESERYÊ...
 
Piştî koalîsyona DSP-ANAP-MHP'ê bi dawî bû û AKP bû îktîdar, Ocalan dîsa dev ji hewldanên xwe yên di vî warî de bernedan û di 15'ê Tebaxa 2009'an de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd nexşerêyek 156 rûpelî amade kir. Lê belê AKP'a ku guh neda vê nexşerêyê, wekî îktîdar û hikûmetên berê di polîtîkaya tecrîd û şer de israr kir. Bi destê cemaeta Fethullah Gulen operasyonên KCK'ê xistin dewrê, ji siyasetmedaran heta parêzerên Ocalan û rojnamevanan bi hezaran kes hatin girtin. 
 
Piştî demeke dirêj Ocalan nikaribû hevdîtinê bi parêzerên xwe û malbata xwe re deyne, di Îlona 2012'an de girtiyên PKK'î û PJAK'î ketin greva birçîbûnê. Di roja 68'an de dewletê bi paş ve gav avêt û bi peyameke Ocalan greva birçîbûnê bi dawî bû. Piştî vê pêvajoyê di sala 2013'an de 'pêvajoya çareseriyê' dest pê kir. Her çend Mutabaqata Dolmabahçeyê hatibe îmzekirin jî, lê îkîtîdara AKP'ê di sala 2015'an de pêvajo bi dawî kir û pêvajoşa şerî dîsa dest pê kir. 
 
Endamê Heyeta Îmraliyê siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle, destnîşan kir ku komploya navdewletî niha bi polîtîkaya tecrîda mutleq didome. 
 
'DERZ LI KOMPLOYÊ KETIN' 
 
Dîcle, bilêv kir ku armanca ewil a komployê tenê ne ku Ocalan di warê siyasetê de îmha bike, armanc ew bû ku di warê fizîkî de jî Ocalan îmha bike, lê belê bi xwedîderketina gelê kurd û çalakiyên "hûn nikarin roja me tarî bikin" pêşî li tasfiyeya fizîkî hatiye girtin. Dîcle, destnîşan kir ku heta tecrîda mutleq bidome wê komplo bi temamî neqede, lê belê di vî 21 salên bihurî de derzên mezin li komployê ketine. 
 
PIŞTÎ PÊŞNIYAR HAT REDKIRIN KOMPLO KET DEWRÊ 
 
Dîcle, destnîşan kir ku di sala 1997'an de CÎA û MOSSAD'ê xwestine PKK têkeve bin kontrola wan û got: "Birêz Ocalan, wekî tevgereke azadiyê vê yekê red dike. Birêz Ocalan, got: 'Piştî vê pêşniyarê Mam Celal hat cem min, got we amerîkiyan pir hêrs kiriye, ma we çi gotiye ku ev qasî hêrs bûne.' Dibêje min ev tişt gotin. Mam Celal jî dibêje, 'We belayeke mezin aniye serê xwe. Ev pir hêrs bûne. Dibe ku li hemberî wî plansazîû projeyeke nû çê bikin.' Ji xwe wisa jî bû. Piştî wê bi salekê Birêz Ocalan, bi desteke NATO'yê û bi pêşengiya DYA'yê ji Sûriyeyê hat derxitin. Bînim bîra we; hêzên girêdayî NATO'yê, hêzên behrê nexasim li Kendava Îskenderûnê bi cih bûbûn. Her wiha wê demê li Bosnayê şerekî navxweyî hebû. Di wîşerî de hin mewziyên sirpan ji aliyê balafirên NATO'yê ve dihatin bombekirin. Di pêvajoyeke wisa de Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin. A rast şerê niha li Sûriyeyê diqewime wê çaxê hatibû plankirin. Yanî ger Birêz Ocalan ji wir nehatana derxitin, bi îhtimaleke mezin wê bi desteke NATO'yê Tirkiye êrîşî Sûiryeyê bikirana." 
 
Dîcle, têkildarî vê mijarê diyaloga Cîgirê Serokê Sûriyeyê Abdulhadî Mûhattan ku cîgirê Hafiz Esad bû û Ocalan jî ragihand. Dîcle, got: "Abdulhadî Mûhattan, got 'Gazî Ocalan bikin, rewşeke cidî heye.' Ê xeber gihand Ocalan jî Husnu Mubarek bû. Wê demê Husnu Mubarek diçû Tirkiyeyê û dihat. Suleyman Demîrel serokomar bû û jê re dibêje, 'Teqez em ê têkevin Sûriyeyê.' Bi vî awayî Hafiz Esad hişyar dike. Wehameta rewşê jê re vedibêje. Ev jî gazî Birêz Ocalan dikin û dibêjin, 'Tirkiye gefan li me dixwe, hêzên bejahiyî gefan li me dixwin. Gelo ev blof un?' Ocalan jî dibêje 'ev rast in.' Mûhattan dipirse, 'Gelo dibe ku Tirkiye êrîş bike?' Ocalan jî dibêje, 'Belê, dibe ku êrîş bike.' Muhattan careke din ji Birêz Ocalan re dibêje 'Îjar di tiştekî wisa de divê em çi bikin?' Ocalan jî dibêje, 'Divê ez derkevim, ne mimkun e ku bi awayekî din bê çareserkirin.' Li ser vê Ocalan di 1998'an de ji Sûriyeyê derdikeve. Piştî demekê tê girtin û wî dixin Girtîgeha Îmraliyê." 
 
‘KOMPLO NEGIHAŞT ARMANCA XWE, LÊ BI TEMAMÎ JÎ NEHAT TASFIYEKIRIN' 
 
Dîcle, destnîşan kir ku komploya li hemberî Ocalan her çend negihatibe armanca xwe jî, lê bi temamî jî nehatiye tasfiyekirin û got: "Çimkî hîna jî Birêz Ocalan di Îmraliyê de ye. Heta di Girtîgeha Îmraliyê de be û derzên çawa li komployê dikevin bila bikevin jî wê bi temamî neqede. Çimkî armanca sereke ya komployê bi awayekî fizîkî tasfiyekirina Birêz Ocalan, paşê tasfiyekirina PKK'ê û tasfiyekirina bîrdoziya wî bû. Helbet komplo di gelek waran de bi ser neket. Lê taliya talî niha Birêz Ocalan hîn jî bi awayekî mutleq tê tecrîdkiri. Lê neguha armanca xwe." 
 
‘OZAL JÎ DIGOT WÊ EV MESELE BI ŞIDETÊ NEYÊ ÇARESERKIRIN' 
 
Dîcle, bilêv kir ku hin derdor ji bo fikrên Ocalan manîpule bikin, piştî Ocalan di sala 1999'an de xistin Girtîgeha Îmraliyê, hewl dan stratejiyê biguherînin, lê belê ew tespît tespîtine çewt bûn û li hemberî Ocalan neheqiyeke mezin bû. 
 
Dîcle, got: “Çimkî di sala 1993'yan de ez, Ahmet Turk û Orhan Dogan çûn cem Birêz Ocalan. Wê demê Serkomar Tûrgût Ozal, Mam Celal jî xistibû dewrê. Rojnamevanên wekî Cengîz Çandar jî di dewrê de bûn. Peyama hemûyan peyameke hevpar bû. Ozal, dixwest agirbesta ku Birêz Ocalan di 17'ê Adara 1993'yan de bi awayekî yekalî ragihandibû bê dirêjkirin. Ozal, digot 'Min bi awayekî bê şert û merc şer kir. Li hemberî PKK'î ez, serokwezîr û serfemandarê giştî bi xwe tev li plansaziyên tevgera leşkerî bûn. Lê min ev titş dît. 9-10 sal derbas bûne lê belê ne mimkun e ku ev mesele bi şidetê hel bibe.'" 
 
BI MIRINA OZAL RE PÊVAJO BI DAWÎ BÛ 
 
Dîcle, anî ziman ku serokwezîrê wê demê Tûrgût Ozal ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd amade bû gavine cidî bavêje û ji bo diyalogên di navbera wan û Ozal de got: 
 
“Ozal, hin general qaneh kiribûn. Gazincên wî ji bo tirsonekiya Demîrel hebûn. Ji ber Demîrel û leşker pir rû bi rû dimînin, ditirse. Digot, Serokê Giştî yê ANAP'ê Mesût Yilmaz dixwest pêşî li ber vê pêvajoyê bigire. Û digot, 'Heke bivê ez ê ji serokomartiyê îstifa bikim û rewşê ji gel re vebêjim. Ez ê partiyeke nû ava bikim. Bawer dikim wê gel destekê bide min. Çi dibe bila bibe divê ez vê meseleyê hel bikim.' Wê demê di 16'ê Nîsana 1993'yan de Birêz Ocalan ev tişt jî esas girtin û agirbestê veguherand agirbesteke bêdem. Lê hîn em li Şamê bûn, di 17'ê Nîsanê de em pê hesiyan ku Ozal miriye. Heyeta me heyr mabû. Çimkî hêviyek li me peyda bûbû. Me digot wê ev pêvajo bi ser bikeve. Birêz Ozal xwedîbiryar bû, lê paşê hat fêmkirin ku Ozal hatiye jehrîkirin." 
 
Dîcle, bibîr xist ku piştî mirina Ozal, Ocalan gotiye "Dewletê Ozal kuşt" û got: "Çimkî, çandeke ku ji dema Osmaniyan tê heye. Rêvebirên neserketî dihatin tasfiyekirin. Ozal, ji ber hewldanên xwe yên ji bo aştiyê ji hêla kesên şerî yên dewletê ve hat kuştin. Eger hûn bêjin ew kes kî bû; Klîka Dogan Gureş û Tansû Çillerê. Wê demê bi hewldanên vê klîkê Ozal hat jehrîkirin û tasfiyekirin. Birêz Ocalan jî got 'Ev kar li vira qediya.' Bi rastî jî pêvajo bi dawî bû. Paşê pêvajoyeke pir dijwar û xwînî dest pê kir." 
 
‘EM DEYNDARÊ OCALAN IN' 
 
Dîcle, bilêv kir ku ew deyndarê Ocalan in û got: "Madem em wî wekî rêber, wekî vîna xwe qebûl dikin, nexwe divê em hemû ji bo tasfiyekirina vê komployê û ji bo ew bi awayekî fizîkî di nav me de be bi berpirsiyarî tev bigerin. Divê em bi çalakiyan 9'ê Cotmehê jî esas bigirin û ji bo azadiya wî biêtkoşin û vê têkoşînê xurtir û berbelavtir bikin." 
 
Sibê – Fîkret Başkaya: Bêyî kurdan li Rojhilata Navîn tu plan pêk nayên 
 
MA / Erdogan Alayumat – Bariş Ceyhan 
 

Sernavên din

07/10/2019
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2019'AN
08:27 MSD: Li dijî gefên dagirkeriyê em bibin yek
08:11 Hêzên Koalîsyonê dest bi vekişandina ji sînor kirin
06/10/2019
16:26 Gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gefên operasyonê meşiyan
16:19 Hêzên Koalîsyonê û DYA li Grê Spî tûran davêjin
16:07 Ji cînayetê 4 kes hatin girtin
15:55 'Em ê wan kesên li ser êşa me hesabê dengan kirin ji bîr nekin’
15:53 Nobeta Demokrasiyê li Amedê di roja 49’an de didome
15:28 Li Colemêrgê 2 zarokên xwestin avjenî bikin fetisin
15:27 Destûr nedan wekîlê HDP’ê derbas bibe
15:15 Orhan a HDP'î: Têkoşîna me wê heya rojên azadiyê dewam bike
14:33 'Mirin heye veger tune ye'
14:22 Ozsoy: Fatûra operasyonê ya siyasî wê pir giran be
14:17 Hevserokê HDP’ê yê Peyasê hat binçavkirin
13:48 ‘Psychology Kurdî’ bi mijara ‘Jin û Derûniya Jinê’ derket
13:47 Li Mêrdînê banga piştgirî dayîna kampanyeyan hat kirin
13:33 Dildarên Çiyayê Kazê: Bila hevalên me bên berdan
13:18 HDP’iyên hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:49 Karkerê piştî pevçûna li Dêrikê hatibû binçavkirin hat girtin
12:24 Kesên xwe weke polîs dan naskirin xwestin Turkaslan bibe sîxur
12:02 Li Riha û Colemêrgê 2 kes hatin binçavkirin
11:18 Kubîlay: Bi daxuyaniyên Bahçelî dixwazin CHP’ê bêdeng bikin
10:59 Di 9 mehan de Hezar û 320 karkeran jiyana xwe ji dest dan
10:59 Otobusa servîsê qulipî: 16 kes birîndar bûn
10:45 Kurd ji bo qursa kurdî ya li ÎSMEK’ê çi difikirin?
10:44 Malbata girtiyê nexweş: Ger ku neye tedawîkirin wê întîhar bike
10:30 Her meh fatûreyên ceyrana me zêde dibe
10:16 Ji Gurbetellî heta îro lêgerîna jinan a heqîqetê didome
09:47 Waniyan gotin ew di nava birçîbûn û xizaniyê de dijîn
09:31 Çinîna titûna Xûrsê dest pê kir
09:09 Aborînas Muftuoglu: TUÎK rastiyan nîşan nade
09:08 'Di bûyerên îstîsmarê de divê gotina zarok esas bê girtin'
09:07 Îsal di garis de jî xesirîn
09:05 Di sedsala 21'emîn de nêzîkatiya li hemberî Ocalan û encamên wê -2
Hatîp Dîcle: Komplo bi tecrîda mutleq didome
09:02 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2019'AN
05/10/2019
18:09 Weqfa Mezopotamyayê panela ‘Xebatên Folklorê û Nasnameya Kurdî’ li dar xist
16:57 Mîhrîcana Mem û Zîn hat taloqkirin: Ev dewama pêkanîna qeyûman e
16:39 Mumcu: Sedema koçberiyê pergala Serokomariyê ye
16:36 Malên Gel: Bila zem bên vekişandin
16:20 ‘Divê tedawiya girtiya nexweş Soglîn li gorî rûmeta mirovan bê kirin’
16:17 KHK'iyan Partiya Saadetê ziyaret kirin
16:15 Li Tekirdagê hê jî 22 sendîkavan di bin çavan de ne
15:50 'Ez ji jiyana kurê xwe bi fikar im'
15:37 Kûrtûlan: Heke derfet bidin Ocalan dibe ku şer bi dawî bibe
15:10 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqûbeta Efeoglu û Kaçar pirsî
15:08 Xizmên Windayan: Em ê şopdarê dosyeya Mehmet Sîncar bin
14:49 Pero Dundar: Em ê ji reş re nebêjin spî
14:29 Keça Kerevan Îrmez Zozan Îrmez, Min Efû bike
14:27 Ji Almanyayê serdana piştgiriya Mizrakli
14:17 Ji Nobeta Demokrasiyê bang: Di 19'ê Cotmehê de dawî li polîtîkayên qeyûm bînin
13:58 Li Fûara Pirtûkan eleqeyeke zêde ji bo Zrîngê heye
13:49 14 kes li Şirnexê hatin binçavkirin
13:39 Di sedsala 21'emîn de nêzîkatiya li hemberî Ocalan û encamên wê -1
Di hesabên li Rojhilata Navîn de faktora Ocalan
13:31 Amîrê Tevgerê yê Qeyûm gef li endamê meclisê yê HDP'ê xwar
13:17 21 ciwanên ji bo mîhrîcanê hatin Cizîrê hatin binçavkirin
13:04 Kur bavê xwe kuşt, hevjîna wî jî delîl winda kirin
12:47 Pêşî binçav kirin paşê bi ser malê de girtin
12:30 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Ev zilm wê bi piştevaniyê bi dawî bibe
11:20 Zarokê Sûriyeyî li Kocaeliyê mirî hat dîtin
11:06 Navenda Giştî ya HDP'ê di dorpêçê de ye: Destûr nayê dayîn ku KHK'î bikevin hundir
10:48 Bi daxwaza darizandina adîlane 104 roj in di greva birçîbûnê de ye
10:34 Cotkaran demsalek din bi zirarê girtin
09:46 Onur a CHP’î: Tirkiye ji ber feraseta AKP'ê winda dike
09:19 Temaşa pêşîn a ‘Xewna Şevek Havînê’ hat kirin
09:16 Karkerên ji Şaredariya Uskudarê hatine avêtin dixwazin vegerin ser karê xwe
09:13 Derhêner Ozdamar: Dixwazim tevî zarokan azad bibim
09:11 Akademîsye Koçak ku beraat kir: Di wê metnê de heqîqetek heye
09:09 'Bila her roj rayedarên dewletê jî çay û simîtan bixwin'
09:08 5 zarokên wî di girtîgehê de ne: Bi wan re em jî tên cezakirin
09:06 Fihêla derbarê pasaportên KHK'yiyan de
09:03 Mexdûrên komkujiya Roboskî: Dixwazin em bêdeng bimînin
09:02 Li Enqereyê kursên zimanê Kurdî
09:01 AKP'ê û rêveberiya qeyûm ser bûyera zayendî girtin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2019'AN
04/10/2019
16:27 ‘Wê rojên kêfxweş û bi hêvî werin’
15:51 Aydin: Heta pênasekirina ‘terorê’ neyê guhertin dê demokrasî neyê
15:50 ÎHD'ê ji Mehmet Balaban ê rastî êrîşê hat re faksa piştevaniyê şand
15:45 Nobeta Demokrasiyê di roja 47'an de ye: AKP nêzî bi dawîbûnê bû
15:43 Gunay: Hûn nikarin me qels bikin
15:23 Polîsan bi ser Sendîkaya DEV-TESKTÎL’ê de girt: 21 kes binçavkirin
14:54 Sirri Sureyya Onder ji girtîgehê derket
14:35 Li Nisêbînê jin lihev civiyan
14:19 Li Hewlêrê malbatek Kobanî tev hatin kuştin
14:06 Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan: Makeqanûnek nû mecbûrî ye
14:01 Avşîna zarok û dayika xwe sîrgûn kirin
13:35 Cenazeyê Dalê windayî hat dîtin
13:28 Li dijî darbeya qeyûman dest bi kampanya îmzeyan kirin
13:03 Romana Helîm Yûsiv 'Firîna Bi Baskên Şikestî' derket
13:02 Xebatkarên Komeleya Mezûnên ODTU'yê çalakiya xwe bi dawî kirin
13:01 8 hunermendên bi kurdî stranan dibêjin binçav kirin
12:44 Kubîlay: Tenê rastiyek heye, îktîdar dijminê Kurdan e
12:00 100 kesên ku ji cîwayê bi jehrî bibûn ji nexweşxaneyê derxistin
11:32 Zrîng derket
11:19 Hejmara nû ya Newaya Jin derket
10:40 'Heta kapitalizm hebe wê krîza avhewayê bidome'
10:30 HDP’ê dest bi kampanyaya zimanê kurdî kir
10:06 Walîtiyê dev ji 'sûcê Destûra Bingehîn' berda lê di qedexeyê de bi israr e
09:53 Çalakgerê daîmî yê Nobeta Demokrasiyê: Heya ku zilma 77 salan ne qede ewê li qadan be
09:42 Nivîskarên kurd li Amedê civiyan
09:04 Wê li Pirsûsê 'Mihrîcana Hinaran' bê lidarxistin