Di sedsala 21'emîn de nêzîkatiya li hemberî Ocalan û encamên wê -2 Hatîp Dîcle: Komplo bi tecrîda mutleq didome 2019-10-06 09:05:32   STENBOL - Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle, destnîşan kir ku komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, îro bi polîtîkaya tecrîda mutleq didome û got, ew "deyndarê" Ocalan in.    Di 9'ê Cotmeha 1998'an de li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan komployeke navdewletî ket dewrê û ji Sûriyeyê hat derxistin. Ocalan jî xwest li Ewropayê pirsgirêka kurd li ser zemîneke demokrasiyê çareser bike. Lê belê, piştî deriyên demokrasiyê yeko yeko hatin girtin, Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin û di 15'ê Sibata 1999'an de wî xistin Girtîgeha Îmraliyê. Piştî Ocalan xistin Girtîgeha Îmraliyê, di 31'ê Gulana 1999'an de li dadgeheke taybet a li giravê darizandina wî dest pê kir. Ocalan, cara ewil di danişînên Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Jimare 2'yan a Enqereyê de, teza xwe "Komara Demokratîk" bilêv kir.    DI SALVEGERA DARDARKIRINA ŞÊX SEÎD DE CEZAYÊ DARDARKIRINÊ LÊ HAT BIRÎN    Ocalan, bi giştî tev li 9 danişînan bû û darizandin di 29'ê Hezîrana 19992an de bi dawî bû. Di dawiya danişînan de cezayê dardarkirinê li Ocalan hat birîn. Ceza di 29'ê Hezîranê yanî di dema salvegera dardarkirina Şêx Seîd de lê hat birîn.    Ocalan, di 2'yê Tebaxê de bang li PKK'ê kir ku hêzên wê yî çekdar derkevin derveyî sînorên Tirkiyeyê. Her wiha di 1'ê Îlonê de careke din bi bangawaziya wî PKK'ê cara 4'an agirbesteke yekalî ragihand û ji çiyê û Ewropayê 2 Komên Aştiyê hatin Tirkiyeyê. Lê belê endamên komên aştiyê jî hatin girtin û her wiha her çend agirbest hatibû îlankirin jî leşker operasyonên xwe domandin.    DI TEZA XWE YA 'KOMARA DEMOKRATÎK' DE ISRAR KIR    Lê belê piştî demekê Tirkiyeyê li gor qanûnên Yekîtiya Ewropayê cezayê darvekirinê yê li Ocalan hatibû birîn xera kir û cezayê muebeta giran lê birî. Di bin vê guherandina qanûnê de îmzeya MHP'ê jî hebû ku MHP wê demê di nav hikûmeta koalîsyonê de cih digirt. Piştî cezayê darvekirinê hat xerakirin, vê carê li Girtîgeha Îmraliyê polîtîkaya tecrîda mutleq ket dewrê û bi vê polîtîkayê hat xwestin ku Ocalan bi temamî bê îzolekirin. Di çarçoveya vê polîtîkayê de Ocalan bi salan nikaribû hevdîtinê bi ferdên malbata xwe re pêk bîne. Lê dîsa jî Ocalan tim û tim di warê demokratîkbûyna Tirkiye û Rojhilata Navîn de israr kir û her çû teza xwe ya Komara Demokratîk zeximtir kir.    NEXŞERÊ, OPERASYONÊN KCK'Ê, PÊVAJOYA ÇARESERYÊ...   Piştî koalîsyona DSP-ANAP-MHP'ê bi dawî bû û AKP bû îktîdar, Ocalan dîsa dev ji hewldanên xwe yên di vî warî de bernedan û di 15'ê Tebaxa 2009'an de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd nexşerêyek 156 rûpelî amade kir. Lê belê AKP'a ku guh neda vê nexşerêyê, wekî îktîdar û hikûmetên berê di polîtîkaya tecrîd û şer de israr kir. Bi destê cemaeta Fethullah Gulen operasyonên KCK'ê xistin dewrê, ji siyasetmedaran heta parêzerên Ocalan û rojnamevanan bi hezaran kes hatin girtin.    Piştî demeke dirêj Ocalan nikaribû hevdîtinê bi parêzerên xwe û malbata xwe re deyne, di Îlona 2012'an de girtiyên PKK'î û PJAK'î ketin greva birçîbûnê. Di roja 68'an de dewletê bi paş ve gav avêt û bi peyameke Ocalan greva birçîbûnê bi dawî bû. Piştî vê pêvajoyê di sala 2013'an de 'pêvajoya çareseriyê' dest pê kir. Her çend Mutabaqata Dolmabahçeyê hatibe îmzekirin jî, lê îkîtîdara AKP'ê di sala 2015'an de pêvajo bi dawî kir û pêvajoşa şerî dîsa dest pê kir.    Endamê Heyeta Îmraliyê siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle, destnîşan kir ku komploya navdewletî niha bi polîtîkaya tecrîda mutleq didome.    'DERZ LI KOMPLOYÊ KETIN'    Dîcle, bilêv kir ku armanca ewil a komployê tenê ne ku Ocalan di warê siyasetê de îmha bike, armanc ew bû ku di warê fizîkî de jî Ocalan îmha bike, lê belê bi xwedîderketina gelê kurd û çalakiyên "hûn nikarin roja me tarî bikin" pêşî li tasfiyeya fizîkî hatiye girtin. Dîcle, destnîşan kir ku heta tecrîda mutleq bidome wê komplo bi temamî neqede, lê belê di vî 21 salên bihurî de derzên mezin li komployê ketine.    PIŞTÎ PÊŞNIYAR HAT REDKIRIN KOMPLO KET DEWRÊ    Dîcle, destnîşan kir ku di sala 1997'an de CÎA û MOSSAD'ê xwestine PKK têkeve bin kontrola wan û got: "Birêz Ocalan, wekî tevgereke azadiyê vê yekê red dike. Birêz Ocalan, got: 'Piştî vê pêşniyarê Mam Celal hat cem min, got we amerîkiyan pir hêrs kiriye, ma we çi gotiye ku ev qasî hêrs bûne.' Dibêje min ev tişt gotin. Mam Celal jî dibêje, 'We belayeke mezin aniye serê xwe. Ev pir hêrs bûne. Dibe ku li hemberî wî plansazîû projeyeke nû çê bikin.' Ji xwe wisa jî bû. Piştî wê bi salekê Birêz Ocalan, bi desteke NATO'yê û bi pêşengiya DYA'yê ji Sûriyeyê hat derxitin. Bînim bîra we; hêzên girêdayî NATO'yê, hêzên behrê nexasim li Kendava Îskenderûnê bi cih bûbûn. Her wiha wê demê li Bosnayê şerekî navxweyî hebû. Di wîşerî de hin mewziyên sirpan ji aliyê balafirên NATO'yê ve dihatin bombekirin. Di pêvajoyeke wisa de Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin. A rast şerê niha li Sûriyeyê diqewime wê çaxê hatibû plankirin. Yanî ger Birêz Ocalan ji wir nehatana derxitin, bi îhtimaleke mezin wê bi desteke NATO'yê Tirkiye êrîşî Sûiryeyê bikirana."    Dîcle, têkildarî vê mijarê diyaloga Cîgirê Serokê Sûriyeyê Abdulhadî Mûhattan ku cîgirê Hafiz Esad bû û Ocalan jî ragihand. Dîcle, got: "Abdulhadî Mûhattan, got 'Gazî Ocalan bikin, rewşeke cidî heye.' Ê xeber gihand Ocalan jî Husnu Mubarek bû. Wê demê Husnu Mubarek diçû Tirkiyeyê û dihat. Suleyman Demîrel serokomar bû û jê re dibêje, 'Teqez em ê têkevin Sûriyeyê.' Bi vî awayî Hafiz Esad hişyar dike. Wehameta rewşê jê re vedibêje. Ev jî gazî Birêz Ocalan dikin û dibêjin, 'Tirkiye gefan li me dixwe, hêzên bejahiyî gefan li me dixwin. Gelo ev blof un?' Ocalan jî dibêje 'ev rast in.' Mûhattan dipirse, 'Gelo dibe ku Tirkiye êrîş bike?' Ocalan jî dibêje, 'Belê, dibe ku êrîş bike.' Muhattan careke din ji Birêz Ocalan re dibêje 'Îjar di tiştekî wisa de divê em çi bikin?' Ocalan jî dibêje, 'Divê ez derkevim, ne mimkun e ku bi awayekî din bê çareserkirin.' Li ser vê Ocalan di 1998'an de ji Sûriyeyê derdikeve. Piştî demekê tê girtin û wî dixin Girtîgeha Îmraliyê."    ‘KOMPLO NEGIHAŞT ARMANCA XWE, LÊ BI TEMAMÎ JÎ NEHAT TASFIYEKIRIN'    Dîcle, destnîşan kir ku komploya li hemberî Ocalan her çend negihatibe armanca xwe jî, lê bi temamî jî nehatiye tasfiyekirin û got: "Çimkî hîna jî Birêz Ocalan di Îmraliyê de ye. Heta di Girtîgeha Îmraliyê de be û derzên çawa li komployê dikevin bila bikevin jî wê bi temamî neqede. Çimkî armanca sereke ya komployê bi awayekî fizîkî tasfiyekirina Birêz Ocalan, paşê tasfiyekirina PKK'ê û tasfiyekirina bîrdoziya wî bû. Helbet komplo di gelek waran de bi ser neket. Lê taliya talî niha Birêz Ocalan hîn jî bi awayekî mutleq tê tecrîdkiri. Lê neguha armanca xwe."    ‘OZAL JÎ DIGOT WÊ EV MESELE BI ŞIDETÊ NEYÊ ÇARESERKIRIN'    Dîcle, bilêv kir ku hin derdor ji bo fikrên Ocalan manîpule bikin, piştî Ocalan di sala 1999'an de xistin Girtîgeha Îmraliyê, hewl dan stratejiyê biguherînin, lê belê ew tespît tespîtine çewt bûn û li hemberî Ocalan neheqiyeke mezin bû.    Dîcle, got: “Çimkî di sala 1993'yan de ez, Ahmet Turk û Orhan Dogan çûn cem Birêz Ocalan. Wê demê Serkomar Tûrgût Ozal, Mam Celal jî xistibû dewrê. Rojnamevanên wekî Cengîz Çandar jî di dewrê de bûn. Peyama hemûyan peyameke hevpar bû. Ozal, dixwest agirbesta ku Birêz Ocalan di 17'ê Adara 1993'yan de bi awayekî yekalî ragihandibû bê dirêjkirin. Ozal, digot 'Min bi awayekî bê şert û merc şer kir. Li hemberî PKK'î ez, serokwezîr û serfemandarê giştî bi xwe tev li plansaziyên tevgera leşkerî bûn. Lê min ev titş dît. 9-10 sal derbas bûne lê belê ne mimkun e ku ev mesele bi şidetê hel bibe.'"    BI MIRINA OZAL RE PÊVAJO BI DAWÎ BÛ    Dîcle, anî ziman ku serokwezîrê wê demê Tûrgût Ozal ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd amade bû gavine cidî bavêje û ji bo diyalogên di navbera wan û Ozal de got:    “Ozal, hin general qaneh kiribûn. Gazincên wî ji bo tirsonekiya Demîrel hebûn. Ji ber Demîrel û leşker pir rû bi rû dimînin, ditirse. Digot, Serokê Giştî yê ANAP'ê Mesût Yilmaz dixwest pêşî li ber vê pêvajoyê bigire. Û digot, 'Heke bivê ez ê ji serokomartiyê îstifa bikim û rewşê ji gel re vebêjim. Ez ê partiyeke nû ava bikim. Bawer dikim wê gel destekê bide min. Çi dibe bila bibe divê ez vê meseleyê hel bikim.' Wê demê di 16'ê Nîsana 1993'yan de Birêz Ocalan ev tişt jî esas girtin û agirbestê veguherand agirbesteke bêdem. Lê hîn em li Şamê bûn, di 17'ê Nîsanê de em pê hesiyan ku Ozal miriye. Heyeta me heyr mabû. Çimkî hêviyek li me peyda bûbû. Me digot wê ev pêvajo bi ser bikeve. Birêz Ozal xwedîbiryar bû, lê paşê hat fêmkirin ku Ozal hatiye jehrîkirin."    Dîcle, bibîr xist ku piştî mirina Ozal, Ocalan gotiye "Dewletê Ozal kuşt" û got: "Çimkî, çandeke ku ji dema Osmaniyan tê heye. Rêvebirên neserketî dihatin tasfiyekirin. Ozal, ji ber hewldanên xwe yên ji bo aştiyê ji hêla kesên şerî yên dewletê ve hat kuştin. Eger hûn bêjin ew kes kî bû; Klîka Dogan Gureş û Tansû Çillerê. Wê demê bi hewldanên vê klîkê Ozal hat jehrîkirin û tasfiyekirin. Birêz Ocalan jî got 'Ev kar li vira qediya.' Bi rastî jî pêvajo bi dawî bû. Paşê pêvajoyeke pir dijwar û xwînî dest pê kir."    ‘EM DEYNDARÊ OCALAN IN'    Dîcle, bilêv kir ku ew deyndarê Ocalan in û got: "Madem em wî wekî rêber, wekî vîna xwe qebûl dikin, nexwe divê em hemû ji bo tasfiyekirina vê komployê û ji bo ew bi awayekî fizîkî di nav me de be bi berpirsiyarî tev bigerin. Divê em bi çalakiyan 9'ê Cotmehê jî esas bigirin û ji bo azadiya wî biêtkoşin û vê têkoşînê xurtir û berbelavtir bikin."    Sibê – Fîkret Başkaya: Bêyî kurdan li Rojhilata Navîn tu plan pêk nayên    MA / Erdogan Alayumat – Bariş Ceyhan